Li Îranê di nav mehekî de 21 jê jin herî kêm 107 kes hatin girtin

Li gorî daneyên Navenda Mafên Mirovan a Îranê tenê di meha Gulanê de 21 jê jin herî kêm 107 kes hatine girtin an revandin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana 'Jin jiyan azadî' ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Ji destpêka serhildanê heta niha bi hezaran kes hatin binçavkirin an jî girtin. Li welêt bi sedan kes hatin qetilkirin.

Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di meha gulanê de herî kêm 107 kes hatin girtin an jî revandin. Li gorî daneyan; ji kesên hatine girtin 54 jê kurd bûn. Her wiha ji girtiyan 21 jê jin, 6 jê aktîvîstên medyayê, 6 mamoste û yek jî xwendekar bû.