Krîza gazê li Îranê kûr dibe: Dibistan û dezgehên hikûmetê hatin girtin

Her çend Îran ji aliyê çavkaniyên gazê ve welatekî dewlemend e, lê ji ber nerêveberiya nebaş a çavkaniyên welat, ji ber sermaya zêde 2 roj dibistan û dezgehên hikûmetê hatin girtin.

 

HÎMA RAD  

Sine – Îran ji aliyê çavkaniyên bin erdê ve welatekî dewlemend e, lê gel nikarin ji van dewlemendiyan sûd werbigirin. Li gorî daneyên Îdareya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA), Rûsya bi 47 trîlyon metrekup gaza xwezayî ya herî mezin a îsbatkirî ye û Îran jî bi 34 trîlyon metrekupê di rêza duyemîn de ye. Lê dema ku li welêt îxtîmalek xirab hebe, desthilatdar van çavkaniyan ji bo berjewendiya xwe bikar tînin, ne ji bo gel. Li welatê ku rezervên ceyranê lê zêde ne, xelkê ku kêmasiya xaza siruştî ye, ji ber şert û mercên zivistanê neçar in cihê kar û dibistanên xwe bigirin.

Ji ber nebûna ceyranê dibistan tên girtin

Bi nêzîkbûna îmtîhanan re girtina dibistanan hem ji bo xwendekar hem jî ji bo mamosteyan dibe sedema pirsgirêkan. Der barê mijarê de mamosteyek ji ajansa me re axivî û got, “Ev yek destpêka dewreya nû dereng dixe. Ji ber xwepêşandan û gelek sedeman dibistan hatin girtin. Niha ji ber nebûna ceyranê dibistan tên girtin. Ev yek pirsgirêkên din bi xwe re tîne.”

Ofîsên hikûmetê jî hatin girtin.

Mijar tenê bi girtina dibistanan re sînordar nebû. Girtina ofîsên hikûmetê jî karê îdarî yê xelkê dereng dixe. Karmendekî ku nexwest navê xwe li ser vê mijarê eşkere bike got, “Sîstema rêveberiyê li Îranê gelekî hêdî dixebite. Ji ber hêdîbûna înternetê û girtina malperan, karên xelkê bi sond û Quranê bûye.”

Li bajaran asta gazê hat kêmkirin

Şîrketa Neteweyî ya Gazê diyar kir ku Îranê tevî ku piştî Rûsyayê welatê herî mezin ê gazê ye li cîhanê qutkirina gazê ragihand. Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Ocî beriya niha ragihandibû ku divê welatî germahiyên xwe di asteke nizm de bikar bînin an na dê gazê qut bikin. Ev tê wê wateyê ku li parêzgehên Erdebîl û Azerbaycanê ku sartirîn deverên welat in, fişara gazê daketiye asta herî nizim, li bajarên Meşhed, Bîrcend, Turbet Cem, Turbet Heyderiye û Sebzwarê jî asta gazê kêm bûye. Li gel serma di bin sifrê 15 de, kes xem nake ku parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji gazê bêpar bimîne.

Krîza enerjiyê bi hewa sar ve tê girêdan

Li gorî agahiyan, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, hinek stasyonên gaza xwezayî û sotemeniyê hatine girtin. Li bajarên din jî rewş wiha ye. Lê karbidestên Îranî bi têkçûna wan di rêvebirina welat de qebûl nakin û hewl didin ku qeyrana enerjiyê bi "serê hewaya bêmînak" û îdiayên giştî yên serfkirina zêde ve girê bidin.