Kongreya Star: Komkujiya Hewlêrê rûpeleke reş di dîroka Kurdistanê de vekir
Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî cangoriyên komkujiya Hewlerê bi bîr anî û wiha hat gotin: “Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê avakirina yekitiya neteweyî ya demokratîk e.”
Qamişlo- Di 16’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê PDK’ê bi awayeke hemwext êrîşî nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awdan a ser bi Heyva Sor a Kurdistanê kir. Di van êrîşan de gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsên vê komkujiyê şermezar kir.
“Em berpirsên komkujiya Hewlêrê şermezar dikin”
Di daxuyaniyê de cangoriyên komkujiya Hewlêrê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Bi boneya 25’emîn salvegera komkujiya Hewlêrê em careke din berpirsên vê komkujiyê şermezar dikin û şêhîdên vê komkujiyê ku bi destên PDK’ê pêk hatiye bi bîr tînin. Pêvajoya ku qetlîama Hewlêrê pêk hatiye ne ji rêzê bû, pir jî dişibe roja me ya îro. 2 roj beriya komkujiyê, di 14’ê Gulana 1997’an de dewleta tirk a dagirker operasyoneke leşkerî li dijî şervanên gerîlayên ARGK’ê li Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin. Tevî ku PDK’ê teqez kiribû ku dê di vê operasyonê de bi tu awayî cih negire jî rojek şûnde, di 16’ê Gulana 1997’an de bi komkujiya Hewlêrê bû beşeke operasyona dewleta tirk. Di vê rojê de li ser gelek navendên tevgera azadiyê Kurdistanê êrîşên çekdarî, bi çekên giran hatin pêkanîn. Di nav de bi dehan şervanên birîndar ku tedawî didîtin zêdetirî 80 kes û dostên Kurdan bi destên PDK’ê hatin qetilkirin. Piraniya wan bê çek bûn. Ji kesên ku di wê rojê de hatibûn dîlgirtin careke din tu agahî nehat girtin. Di heman demê de 18 şervan ku wek esîrên şer di zindanên PDK’ê de bûn hatin qetilkirin”
“PDK îro jî şirîkiya dewleta tirk dike”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev komkujî weke rûpeleke reş di dîroka Kurdistanê de ye û ev tişt hat gotin: “Ev komkujî wek rûpeleke reş, wek şermeke mezin derbasî dîroka nûjen a Kurdistanê bûye. Bi dehan mîlîtan, fedaiyên doza gelê xwe û welatê xwe, ji destên hêzeke ku bi navê Kurdistanê tevdigere bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Ruxme ku 25 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn jî berpirsyarên vê rûreşiyê hê jî lêborîn nexwestin, hesabê komkujiyê nedane û termê şehîdan teslîm nekirine. Çawa ku PDK beriya 25 sal şirîkiya dewleta tirk a dagirker kiriye îro jî heman rolê dilîze. Di operasyonên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa Başûrê Kurdistanê de, li aliyê dijminê gelê Kurd cihê xwe digre. Bi vî awayî pozîsyona xwe ya noker û hevkar dubare dike. Diyar e ku heta hesabê komkujiya Hewlêrê ji PDK’ê ku îro nûnertiya xeta Kurd ên hevkar dike, neyê dayîn wê îxanet û nokerî her berdewam bike.”
“Hevkariya PDK’ê berdewamiya qetlîama Hewlêrê ye”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku hevkariya PDK’ê îro di vê çarçoveyê de berdewamiya komkujiyê ye û wiha bi dawî bû: “Hevkariya PDK’ê ya îro di vê çarçoveyê de berdewamiya qetlîama Hewlêrê îfade dike. Ji bo ku hesabê komkujiyê were xwestin, lazim e îro têkoşîn li hemberî îxanetê were bilindkirin. Wek Kongra Star em teqez dikin ku têkoşîna xwe li dijî hevkariyê bilind bikin û bang li hemû jinên Kurd dikin ku helwesteke hevbeş û neteweyî nîşan bidin. Bîranîna şehîdan ji me têkoşîneke xurtir dixwaze. Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê avakirina yekitiya demokratîk a neteweyî ye. Di vê çarçoveyê de em careke din şehîdên komkujiya Hewlêrê bîr tînin û soza xwe ya têkoşîn û berxwedanê heya serkeftinê dubare dikin.”