Kongreya Star 18 salên bi têkoşîn û xebat li pey xwe dihêle

Rêxistina Kongreya Star 18 salên bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî li pey xwe dihêle. Berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl bi boneya salvegera 18`emîn a damezrandina rêxistina axivî.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê di 15`ê Çileya 2005`an de Yekitiya Star weke sîwaneke ji bo xebatên xwe yên xweser ava kirin. Jinên herêma Cizîr, Efrîn û Kobanê di bin banê Yekitiya Star de xwe di tevahî warên jiyanê de birêxistin kirin û bûn dengê tevahî jinan. Rêxistinbûna jinan roleke girîng di geşbûna şoreşa 19`ê Tîrmehê de list. Yekitiya Star di kongreya xwe ya 6`emîn a ku di 25`ê Sibata 2016`an de hat lidarxistin, derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê bû navê xwe veguherand Kongreya Star ku bikaribe bi rengekî berfireh tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji pêkhateyên cuda hembêz bike.

Têkildarî salvegera 18`emîn a damezrandina Kongreya Star, ajansa me bi berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl re hevpeyvîn kir.

*Weke jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê, we çima pêdivî pê dît ku hûn rêxistinbûneke xwe ya xweser a bi navê Yekitiya Star ava bikin? Her wiha hûn di nava têkoşîna xwe ya bi salan de, xwe dispêrin kîjan bîrdozî û rêgezan?

Salên dirêj in ku jin bi êrîşên cur be cur ên pergala mêr-dewlet û hişmendiya zaynedperest re rûbirû dimînin. Damezrandina rêxistina Kongreya Star li ser vê bingehê bû ku em bikaribin weke jin bi rengekî hevbeş li dijî zordestî, hişmendiya baviksalar û êrîşên pergala serdest têbikoşin. Her wiha ji bo ku em bikaribin civakeke bi edalet, wekhev, azad û demokratîk ava bikin. Ji ber vê ji 2005`an û heta vê kêliyê, em weke Kongreya Star têkoşîneke bênavber li hemberî hişmendiya paşverû û desthilatdar a ku têkoşîna jinan wekî astengî li pêşiya xwe dibîne, didin meşandin.

Gelek xal û rêgezên ku Kongreya Star xwe dispêre hene, bi taybetî jî mîrateya ku jinên têkoşer ên Kurd û yên cîhanê di rêwîtiya xwe ya ber bi azadiyê ve li pey xwe hiştin, bingeh digrin. Lê weke bîrdozî, em di asta yekê de xwe li ser bingeha bîrdoziya rizgariya jinan birêxistin dikin û têdikoşin. Rêber Apo ev bîrdozî di 8`ê Adarê de pêşkêşî tevahî jinan kir û bang kir ku jin xwe di vê çarçoveyê de birêxistin bikin. Ev bîrdozî gelek berfireh e ku di nava xwe de gelek pîvanên di warê têkoşîn, berxwedanî, vîn, welatparêzî, hevjiyana azad û hwd. digre. Li aliyekî din Rêber Apo di nava projeya Neteweya Demokratîk de, hebûn û mafên jinan diparêze. Têkildarî vê mijarê Rêber Apo dibêje; “Heta jin azad nebin, civak jî azad nabe û civak azad nebe neteweya azad jî pêk nayê. Ji ber vê rêgezên bingehîn ên Neteweya Demokratîk ekolojî, demokrasî û azadiya jinan e. Ji ber vê em têdikoşin ku jin, malbat û civakeke azad ava bikin da ku em Neteweya Demokratîk pêk bînin. Li ser vê bingehê em weke Kongreya Star ji Yekitiya Star û heta niha di nava vê hewldanê de ne ku em bikaribin mîrate û destkeftiyên jinan dewlemendtir û domdar bikin.

*Hûn 18`e salan li pey xwe dihêlin, di nava van salên dirêj de gelo hûn di pêvajoyên bi çi rengî re derbas bûn û di roja îro de têkoşîna we di qonaxeke çawa de ye?

Yekitiya Star di 2005`an de di çarçoveya têkoşîna li hember êrîşên li ser jinan û çareserkirina tevahî pirsgirêkên ku em bi wan re rû bi rû dimînin, hat damezrandin. Pirsgirêka jinan, pirsgirêka netewekê ye ji ber vê divê ku mirov bi rêbazên cuda nêz bibe. Di destpêkê de ev yekitî ji aliyê jinên Kurd ve hat avakirin, jinên ji pêkhateyên cuda di nav de tune bûn. Wê demê jinên welatparêz ku xebatên cebhewî didan meşandin, cihê xwe di nava Yekitiya Star de girtin û zemînê têkoşîna ji bo azadiya jinan ava kirin. Bêguman şet û mercên wan salan gelek dijwar bûn, bi taybetî jî hişmendiya mêr-dewletê ya rejîma Baasê serwer bû, ji ber vê jinên ku ji Yekitiya Star ve dest bi xebatê kirin rastî astengiyên di nava civakê de û ji aliyê dewletê de hatin. Tevî vê yekê jî jinan serî netewandin û têkoşîneke mezin nîşan dan ku em roj bi roj mezin bûn û gihîştin vê astê. Yekitiya Star di nava şoreşa 19`ê Tîrmehê de weke saziyeke sereke rola xwe lîst ku dikaribû bi hezaran jinan bi rêxistin bike û beşdarî şoreşê bike. Her wiha berxwedan û têkoşîna jinan ku di 2005`an de dest pê kir, di berxwedana li dijî terora DAIŞ bi rengekî şênber xwe da der. Bi pêşengiya şehîd Rêvana, Arîn, Viyan, Peyman û bi dehan jinên din xeta têkoşîna jin derbasî pêvajoyeke nû bû. Sekna jin ya li hember êrîş, dagirkerî, hişmendiya serdest û tuneker bû sedem ku Yekîtiya Star weke nimûne were destgirtin û bibe bersiv. Bi vê gavê re êdî jinên ji pêkhateyên din yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistinbûna jinên Kurd bandor bûn û ew jî beşdarî nava qadên têkoşînê bûn. Ji ber vê weke Yekîtiya Star xebatên xwe berfehkir û ji pêvajoya Yekîtiyê veguherî Kongreya Star ku tevahî jinan hembêz bike.  Ji ber vê hemû jin xwe dispêrin Kongreya Star û ji bo xwe weke palpişt pênase dikin. Jinên Kurd pêşengiya şoreşeke civakî, exlaqî, siyasî û fikrî kirin lê ev şoreş bi beşdarbûna tevahî jinan mezintir û bihêz bû.

*Weke Kongreya Star ku bîrdoziya Rizgariya Jinan bingeh digre, hûn xwe li ser 12 rehendên bingehîn birêxistin dikin. Ev rehend çi ne û xwedî girîngiyeke çawa ne?

Ji bo ku em bikaribin xebateke têr û tijî birêve bibin, pêwîst bû ku em gelek rehendan ava bikin. Ji ber vê me ji komînan heta asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kiriye û karên xwe didin meşandin. 12 rehendên me hene, komîteya perwerdeyê li ser bingeha bîrdoziya rizgariya jinan yekser bi perwerdekirina jinan û civakê re têkildar e. Komîteya Edaleta Civakî xebatên xwe bi riya Mala Jin, Meclisa Edaleta Jin û dadgehan pêk tîne. Ev rehend di warê parastina mafê jin ji aliyê hiqûqî û zagonî de berpirsyar e. Rehenda Têkiliyên Dublomasî bi erka avakirina têkiliyên bi rêxistin û jinên din re, radibe. Komîteya Çand û Hûner bi riya Tevgera Hîlala Zêrîn hatiye çalakkirin, ev komîte rola xwe di warê zindîkirin û parastina dîrok, çand, huner û çanda jinan de dilîze. Komîteya Parastina Rewa, yek ji rehendên bingehîn ên Kongreya Star e. Her wiha komîteyên Tendirustî, Civakî, Ragihandin, Malî, Aborî, Ekolojî û siyasî. Bi giştî rehendên me ev in û her yek ji wan bi erk û berpirsyareke  cuda radibe ku em bikaribin bi rengekî hevbeş xebateke bi bandor bidin meşandin û di tevahî qadên jiyanê de rola xwe bilîzin.

*Xebatên ku hûn bi riya 12 rehendan didin meşandin, hişmendiya civakê ya paşverû û rewşa jinan bi çi rengî veguherandin? Bi taybetî jî ku niha têkoşîna jinan di bin dirûşma "Jin, jiyan, azadî" de gihîştiye lûtkeyê.

Bêguman di van 18 salan de gelek destkeftî çêbûn û di warê guhertina hişmendiya civakê û veguherendina rewşa jinan, Kongreya Star xebatên bêsînor dan meşandin. Ji ber vê heger mirov hevrûkirinekê çêbike, emê bibînin ku di warê siyasî, aborî, civakî, perwerde, parastin, rêxistinbûnê û hwd gelek gavên erênî hatine avêtin û têkoşîna Kongreya Star gelek encam girtiye. Berê jinan hinek karên bi sînor dikir lê em niha dibînin ku jin di asta rêveberî, hevseroketî, fermandarî, nûnertî, berdevkî û hwd de bûye xwedî hebûn. Her wiha nakokî û pirsgirêkên civakî, weke berê li ser nayê girtin. Berovajî Kongreya Star yekser pêre mijûl dibe û rêbazên cuda çareser dike. Bi giştî Kongreya Star dikarbû ku jin, malbat û tevahî civakê li ser bingehî pîvanên azadiya jin perwerdeو erde bike jin perwerde bike û u jin, malbat û tevahî civakê li ser bingehî pîvanên azadiya jin perwerde bike û birêxistin bike, birêxistin û zane bike. Ji lewra rewşa niha gelek cudatir e,  em dibînin ku êdî pirsgirêk kêmtir dibin û astengiyên li hember azadiya jin ji holê radibin. Sedsala 21`emîn ya azadiya jin e, ji ber vê em dibînin li hemû deverên cîhanê jin pêşengiya şoreşên civakî dike. Bi taybetî ev yek îsal bi rengekî balkêş û şênber derket holê ku me dît felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ji aliyê hemû jinên cîhanê ve hat pejirandin. Şoreşeke ku bi pêşengiya jinên Kurd hat destpêkirin, a niha bûye şoreşa jinên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê. Heta gelek jinên enternesyonal bi bandor bûn û cihê xwe di nava şoreşa me de girtin û ji gelek deverên cîhanê serhildana me tê silavkirin. Ev yek jî teqez dike ku şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha têkoşîna rêxistina Kongreya Star bandoreke mezin li ser jinên din jî kiriye. Mînaka vê yekê jî konfransên ku li Tûnis û Berlînê hatin lidarxistin bûn. Ji ber vê mirov dikare vê nirxandinê bike, şoreşa jinan a ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir bûye gerdûnî.

Bi wesîleya salvegera Kongreya Star gelek daxwaz û bangên me ji bo jinên têkoşer hene. Divê ku ev 18 salên têkoşînê berdewam bikin da ku em bigihîjin encamê. Li ser vê bingehê em jî weke Kongreya Star derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşîn û berxwedanê dibin da ku em bikarbin azadiya jinan û mirovahiyê misoger bikin.