Kongra Star: Emê têkoşîna şehîd Hêvî bigihînin serkeftinê
Koordînasyona Kongra Star a Rojava ragihand ku Endama Koordînasyona Kongra Starê Hêvî Silêman duh ji ber penceşêrê çûye ser dilovaniya xwe û got: “Emê têkoşîna şehîd Hêvî bighînin serkeftinê.”
Navenda Nûçeyan – Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehbayê Hêvî Silêman li bajarê Qamişloya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber nexweşiya penceşêrê duh çû ser dilovaniya xwe. Hêvî Silêman, piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Şehbayê, cara duyemîn koçber bûbû.
Koordînasyona Kongra Star a Rojava têkildarî Star Hêvî Silêman daxuyanî da. Kongra Star ragihand ku bi xemgîniyeke mezin agahiya mirina Hêvî girtine û wiha domand: “Me şahadeta rêhevala xwe, Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman girt. Berî her tiştî em dibêjin ku rêheval Hêvî ji bo gelê Rojava, ji bo têkoşîna me ya azadiya jinê her wiha ji bo gelê me yê Efrîn-Helebê, windahiyeke mezin bû. Rêheval Hêvî têkoşîneke 30 sal zêdetir a bênavber, bêhinase, bêwestan, bê tereddut meşand.”
‘Li cem Serok Apo maye û di perverdeya wî re derbas bûye’
Kongra Star da zanîn ku hemû armanc û xeyalên wê ew bûye ku li ser rûyê cîhanê jineke bindest, jineke bê rêxistinkirî nemîne û wiha pê de çû: “Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, ew bi hemû hêza xwe di nava têkoşînêde bû. Heta ji bo wê jî rasterast di nava komîteya azadiya fîzîkî ya Rêbertî de cih girt û bi salan jî ji bo wê têkoşîn kir. Rêheval Hêvî di heman demê de li cem Serok Apo maye û di perverdeya Serok Apo re derbas bûye. Rêheval Hêvî li kêleka kar û xebatên ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya Rêberê xwe, di heman demê de kedkara malê bû, dayîkeke pîroz bû. Di vê hêlêde jî ew mînakeke rasterast a ji bo hemû jinan bû.”
‘Mamosteya zimanê Kurdî bû jî’
Kongra Star destnîşan kir ku Hêvî Silêman her wiha li ku derê rêxistinê pêwîstî hebe, bê dûdilî çûye wê derê û bi dil û can kar û xebat meşandin. Daxuyaniya Kongra Star wiha berdewam kir: “Di hemû bêderfetî, zor û zehmetiyan de rêheval Hêvî bi encam kar derxistiye holê. Her wiha ew mamosteya zimanê Kurdî bû. Di vê hêlê de jî Rêheval Hêvî gelek zarok perverde kirine û erka welatparêziyeke esasî pêk aniye. Rêhevala me di xwe zanekirin, lêkolînkirin, polîtîka fêmkirinê de xwedî hewldanek û berhemek bû, kesayeteke rewşenbîr bû. Di gelek akademiyan de bi dersên ku dayî, bi sedan insan hatin perverdekirin.
‘Ew ji çanda berxwedayîna Efrîn-Şehbayê hatibû’
Kongra Star destnîşan kir ku Hêvî bi keda xwe, bi kar û xebatên xwe, bi dilsoziya xwe, bi dilsoziya xwe, bi afirîneriya xwe, her tim ked daye û got ku “Ew mîrasa jinên têkoşer ên gelê Rojava, bi taybetî jî yê Efrînê diparêze û di her şert û mercî de ji sekna xwe venagere. Şehîd Hêvî pêşengtî ji bo hemû jinên Rojava, bi taybetî jî jinên Efrînê kir. Ew ji çanda berxwedayîna Efrîn-Şehbayê hatibû. Ew zaroka koçbertiyê bû û tevî her cûre zor û zehmetiya koçberiyê jî, tevî hemû êşên welatê xwe bi çavê xwe jî dît, wê ji her demê zêdetir xwe bi hêz kir û bi bersivdayîna xurtkirina têkoşînê xwest tola xwe ji dijminê xwe bigire. Şehîd Hêvî ji çanda malbateke welatparêz û xwedî şehîd hatibû. Malbata şehîd Hêvî ku di oxira azadiyê de gelek berdel dabûn û heta roja me a îro jî bi ked, fedakarî û dilnizmiya xwe tên naskirin.”
‘Em wê mîna şehîda Kongra Star îlan dikin’
Kongra Star da zanîn ku Hêvî jineke Elewî bû û her tim dixwest ku jinên Elewî li hember dijminên xwe, xwe birêxistin bikin, têbikoşin û şerker bin. Kongra Star derbarê kesayet û fêdakariya Hêvî de wiha got: “Êşên jinan ji dil û can hîs dikir. Hemû xwesteka wê, têkoşîna wê, ji bo Sûriyeyek demokratîk ku jin tê de bi xweserî û azadiya xwe ve bijîn bû. Bi vê bîr û baweriyê rêhevala me heta kêliya dawî jî ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe, xwesteka têkoşînê bê navber domand. Em jina wêrek, mamosteya hêja, şoreşgera mezin, dayîka pîroz, Endama Koordînasyona Kongra Star rêheval Hêvî bi dilsozî oxir dikin. Û ji Serok Apo’re, ji tevahî gelê Kurdistanêre, ji malbata me ya kedkar û welatparêzre, ji gelê me yê Rojava û gelê me yê Efrîn-Helebê re sersaxî dixwazin.” Kongra Star dawiyê eşkere kir ku ew rêhevala xwe weke ‘şehîda Kongra Star’ îlan dikin û wiha got: “Emê têkoşîna şehîd Hêvî bigihînin serkeftinê. Ji bo ku em xeyalên heval Hêvî pêk bînin, emê bi hemû hêza xwe kar û xebatê xwe mezintir bimeşînin. Bila ruhê te şad be. Oxir be rêheval Hêvî...”