Li El-Faşêr karesata mirovî kûr dibe

Saziyên navnetewî ji bo El-Faşêr a peytexta bakurê Darfûr ê Sûdanê ku bi hezran sivîl hatin qetilkirin, înfazên etnîkî hatin jiyîn, banga demildest a parastina mirovî kir.

Navenda Nûçeyan – Bajarê el- Faşêr ê herêma Darfur ê Sûdanê, ji ber dorpêç û êrîşên dijwar, hatiye ber felaketa mirovî. Li bajarê xelaya xwarin û avê tê jiyîn, xizmetên tenduristiyê bi temamî hilweşiyaye. Ji ber binpêkirinên zêde dibe û operasyonên leşkerî, hişyariya ku di demek kin de felaketek mezin a mirovî rû bidin tên dayîn.

Komên diyar tên hedefgirtin

Li gorî raporên ji El-Faşêr tên, Hêzên Pişetavaniya Lezgîn (HDK) piştî ku bajar xist destê xwe, kampanyayek berfireh a tirsê daye destpêkirin. Di êrîşên ku tê diyarkirin ku di asta komkujiyan de wehşet tên jiyîn, komên etnîk ên diyar ên li Sûdanê hatine hedefgirtin. HDK’ê di nava sal û nivekî de piştî dorpêçên demdirêj El-Faşêrê kontrol kir.

Jin, zarok û extiyar hatin qetilkirin

Di daxuyaniyên hatin weşandin de, aktorên herêmî, navnetewî û saziyên NY piştrast kirin ku HDK ‘înfazên komî’ pêkanîne. Di danezana hevpar a Koalîsyona Hêzê de hate diyarkirin ku di dîroka 26,27’ê Cotmehê de zêdeyî 2 hezar sivîl, piranî jin, zarok û extiyar di navde hatine qetilkirin. Ev îdea, bi raporên belegekirî yên bi desteka dîmenên peykê bihêz kirine.

Bi sedhezaran sivîl asê mane

Yekîtiya Ewropa, ragihand ku ji binpêkirinê zêde dibe  gelek bi fikarin, da zanîn ku ji ber dorpêça li ser El-Faşêr ev zêdeyî 18 mehane, pirsgirêkên xwarin, av û malzemeyên tibî tên jiyîn, bajar hertim di nava êrîşan deye û bi sedhezaran sivîl bi awayek bê çare asê mane.

‘Xeteriya tundiya zayendî zêde ye’

Netewên Yekbûyî hişyarî da ku xeteriya wehşeta di bingehê etnîkî de zêde bûye. Komseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY, bûyerên berê li Darfurê jiyane bi bîrxist û destnîşan kir ku xeteriya êrîşên zayendî bi taybet li dijî jin û zarokên keç zêde bûye.

Fona Alîkariya Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF), diyar kir ku li gelemperî Darfurê rêjeya birçîbûn û nexweşiyan zêde bûye, rewş herku diçe krîtîk dibe. Ofîsa UNICEF a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa banga demildest a sekinandina tundiyê û pêkanîna ewlehiyê ji bo xebatkarên alîkariya mirovî kir.