Nûçeya li ser ‘Rojîn Kabaîş’ hate astengkirin
Nûçeya ajansa Mezopotamyayê ya der heqê çalakiya xwendekaran ya ji bo mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin, ji aliyê platforma X’ê ve hate astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzucu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş nayê ronîkirin. Rojên borî xwendekarên Zanîngeha Yuzucu Yilê ya Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî kirin. Çalakî bi sernavê “Li Wanê çalakiya xwendekaran: Rektor beyî pirsan bibersivîne reviya” di ajansa Mezopotamyayê de hatibû weşandin.
Nûçeya ji aliyê ajansa Mezopotamya ve hatî weşandin, ji aliyê platforma X’ê ve hat astengkirin. 2'yemîn Dadgeha Cezayan a Sulhê ya Wanê, li ser daxwaza Saziya Zanista Teknolojiyê (BTK) biryara astengkirina nûçe li Tirkiyeyê asteng kir.
Biryara astengkirinê, bi hinceta qanûna hejmar 5651 xala 8/A ya “gefa li dijî ewlehiya neteweyî, propaganda, naverokên li dijî Ataturk û weşanên aramiya raya giştî xera dikin” ve hat astengkirin.
Herî dawî 2 hesabên Instagramê yên Ajansa Mezopotamyayê yê “mezopotamyaajansi.tr jî hatin girtin.