Ji Minbicê hişyariya ‘Goristanên Şehîdan hedefa nû ya êrîşên Tirkiyeyê ye’
Parazvanên mafên mirovan destnîşan kirin ku li Minbica dagirkirî, ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve li hember mezargehên şehîdan êrîş hatine kirin û bang li qada netewî û navnetewî kirin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin.
ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Parêzer Gufran Xelef û Cîgira Seroka Komîteya Jinan Narcîs Yûsif, piştrast dikin ku hedefgirtina Goristana Şehîdan a li Minbica dagirkirî, binpêkirineke cidî ya pîroziya goristanan û nirxên mirovan e. Ew bang li rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî dikin ku tedbîrên lezgîn bigrin da ku kirêgirtiyên Tirkiyeyê hesab bidin û êrîşên dubare yên li ser bîranîna kantonê rawestînin.
Minbîc, bi birînek nû re rû bi rû ye
Minbîca dagirkirî, ji bo ji nû ve jiyankirinê gelek xwîn rijand û azadiya wê bi xwîna keç û kurên wê di Tebaxa 2016’an de ji DAIŞ’ê rizgar bû de hat nivîsandin. Îro piştî ku êrîş li ser Mezargeha Şehîdan hat, di bûyera çaremîn a bi vî rengî de hedef hat girtin. Minbîc, bi birînek nû re rû bi rû ye. Êrîş ne li dijî kevir an sembolên bêcan bû, li dijî bîranîna bajarekî bû ku li dijî terorîzmê li ber xwe da û kurên xwe yên herî baş ji bo azadî û rûmetê feda kir.
9 sal piştî rizgarkirinê, kanton rastî êrîşên dubare yên çeteyên Tirk hat
Minbica ku li rojhilatê Helebê ye, bi pirrengiya xwe ya etnîkî û civakî yek ji bajarên herî berbiçav ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di dema şer de, bû qada şer. Di sala 2012’an de ji destê rejîma berê ya Sûriyeyê derket û dû re berî ku piştî şerên dijwar ji hêla Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ve were rizgarkirin, di sala 2014’an de ket bin desthilatdariya DAIŞ’ê. 9 sal piştî rizgarkirina wê, kanton rastî êrîşên dubare yên çeteyên Tirk hat. Ev êrîşa herî berbiçav jî, hilweşandina beşên Mezargeha Şehîdan bû. Ev êrîş, bû sedema şermezarkirinek berfireh. Ev kiryar wekî binpêkirina rûmeta civakê û bîranîna têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ’ê tê hesibandin.
Binpêkirinên Mezargeha Şehîdan li Minbicê
Parêzer Gufran Xelef tekez kir ku binpêkirinên ku ji hêla çeteyên Tirk ve li Minbicê hatine kirin, binpêkirinek eşkere ya qanûn û pîroziya goristan û mezargehan in. Ev binpêkirin sûcên qanûnî ne ku sûcdarên wan dikarin werin darizandin. Gufran destnîşan kir ku dubarekirina van kiryaran dibe sedema dijwariyeke mezin a qanûnî û ew ne kiryarên takekesî ne, binpêkirinên bi zanebûn in ku berpirsiyariya qanûnî heq dikin.
Hemû delîl û belge hene
Gufran, wiha got: “Saziyên berpirsiyar ên parastina milkê giştî û mezargehan, divê girîngiya herî zêde bidin vekirina dozên qanûnî yên li dijî aliyên berpirsiyar. Her wiha lêpirsîna aliyên ku ji bo hilweşandina goristanan û binpêkirina mezargehên şehîdan van talîmatan dane, yên ku pîroz in, bikin. Ji ber ku wan jiyana xwe ji bo azadî û parastina civakê feda kirine. Binpêkirinên çeteyan dikarin werin belgekirin, ji ber ku me vîdeoyên wan ên giştî weşandine ku rê dide berhevkirina delîlan û darizandina kesên berpirsiyar ên hem li herêmê û hem jî li navneteweyî. Ev kiryar qanûnên Sûriyeyê, qanûnên Rêveberiya Xweser û peymana civakî ya ku parastina milkê ji bo her kesî garantî dike, bêyî ku girêdayîbûna wan çi be, binpê dikin."
Banga li saziyên herêmî û navnetewî
Parêzer Gufran, bêdengiya civaka navneteweyî ya li ser binpêkirinên ku ji hêla çeteyên Tirk ve hatine kirin rexne kir. Gufran vê bêdengiyê wekî encama berjewendiyên hevbeş ên bi dewleta Tirk re û binpêkirina nerasterast a berpirsyariyên mirovî û qanûnî yên navneteweyî, binav kir. Gufer, bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî, yên tên naskirin û yên nayên naskirin kir ku ji bo rûbirûbûna van binpêkirinan tedbîrên bibandor bigirin. Gufran diyar kir ku êrîşa li ser pîroziya şehîdan û goristanan di serî de mijarek mirovî ye û got ku “Divê civaka navneteweyî ji berjewendiyên xwe derbas bibe û berpirsyariya xwe di hesabpirsîna sûcdaran de bigre ser xwe.”
‘Ji bo parastina nirxên civakî û xurtkirina rûmeta şehîdan’
Parêzer Gufran Xelef di dawiya gotinên xwe de bang li "her kesê ku xwedî wijdanek mirovî û hiqûqî ye kir ku beşdarî belgekirina binpêkirinên li deverên ku ji hêla çeteyên Tirk ve hatine dagirkirin bibin. Gufran tekez kir ku belgekirin kevirê bingehîn ê hesabpirsîna êrîşkaran e, dibe ku edalet dereng bikeve, lê ew "neçar" e. Gufran da zanîn ku her hewldanek di vî warî de parastina nirxên civakî, rûmeta şehîdan û mafên nifşên pêşerojê xurt dike û wiha bidawî kir: “Belgekirin ber bi bidestxistina edaletê û pêşîgirtina li bêcezatiya sûcdaran, gavek girîng e.”
‘Hedefgirtina mezargehan êrîşek li ser nirxên neteweyî û ehlaqî ye’
Nercis Yûsif a ku Cîgira Komîsyona Jinan a li bajarê Qamişloya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye jî balkişand ser êrîşa dawî ya li ser Mezargeha Şehîdan a li Minbicê. Nercis êrîş mîna beşek ji rêze êrîşên ku li kantonê ji hêla çeteyan ve hatine kirin, nirxand. Nercis anî ziman ku ev êrîş ne tenê êrîşek li ser cihekî dîrokî bûye, her wiha êrîşek li ser nirx û prensîbên civakî jî bûye. Nercis da zanîn ku bi taybetî jî, ji ber ku ew mezargeh ji bo şehîdan û malbatên wan xwedî pîroziyek mezin in û sembola qurbaniyên wan ên di parastina ax û nirxên mirovî û ehlaqî de ne. Nercis destnîşan kir ku hedefgirtina mezargehên şehîdan îdeolojiya barbar a ku ji hêla çeteyên Tirkiyeyê ve tê pejirandin, ku dixwaze rûmeta mirovan û ramana azad bitirsîne û betal bike eşkere dike.
‘Armanckirina mezargehan bi taybetî bandorê li jinan dike’
Nercis bi bîr xist ku ev alî ji mezargehan bigre heya cihên îbadetê, bi armanca ferzkirina ramanên tundrew ên ku cihêrengiya nirxan red dikin, êrîşî her tiştê pîroz dikin. Nercis anî ziman ku ev êrîş ne nû ne, ji ber ku mezargeh û mizgeftên nimêjê berê li Serêkaniyê hatine hedefgirtin. Wê destnîşan kir ku êrîşên dawî yên li Minbicê beşek ji şerekî sîstematîk e ku armanc dike raman û çanda herêmê tune bike û wiha got: “Şehîdên ku xwe ji bo parastina ax û prensîbên xwe feda kirin, fedakariyên hem jin û hem jî mêran temsîl dikin, di hedefa van êrîşan de ne. Armanckirina mezargehan bi taybetî bandorê li jinan dike. Ji ber ku dayîk û jinên ku hezkiriyên xwe winda kirine ji van binpêkirinan dikşînin.”
‘Şehîd nirx û prensîbên civakê temsîl dikin’
Nercis van êrîşan wekî hewldanek ji bo tunekirina nasnameya çandî û olî ya civakê nirxand. Wê destnîşan kir ku ew hewl dide bi rêya medyayê, binpêkirinan eşkere bike û ronî bike û wiha domand: “Hewl didim ku balê bikşînim ser sûcên li dijî civaka sivîl û deverên dîrokî hatine kirin. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan û mirovî dikim ku van sûcan belge bikin û kesên berpirsyar ji hêla qanûnî û ehlaqî ve hesab bidin. Belgekirina van binpêkirinan ji bo parastina mîrateya neteweyî û mirovî ya şehîdan girîng e. Şehîd nirx û prensîbên civakê temsîl dikin. Bi rêya wan, destkeftî têne parastin û rêya azadî û rûmetê tê îspatkirin ku berdewam dike.”