Komxebata bi armanca rizgarkirina Efrînê bi daxuyaniyekê dawî bû
Bi armanca rizgarkirina Efrînê û ragihandina kiryarên dijmirovî yên ji aliyê çeteyan ve li Efrînê tên kirin komxebata duh hatibû despêkirin bi daxuyaniyekê dawî bû.
Şehba- Bi armanca ragihandina kiryarên dagirkeriya Tirk li kantona Efrînê kirine, her wiha ji bo rizgarkirina Efrînê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn- Sûriyê û Meclîsa Sûriya Demokratîk a herêma Efrînê komxebatek bi navê Efrîn lidarxistin. Xala duyem ya kiryarên li kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve hatî kirin ji aliyê endama Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn- Sûriyê Ibrahîm Şêxo ve hate xwendin. Her wiha xala sêyem a amûrên şer û bidawîkirina dagirkeran ji Efrînê ji aliyê Endama Meclîsa jin a Partiya Sûriya Demokratîk MSD’ê ve hate xwendin. Piştre tevlîbûn bi riya skyp ji aliyê Endama Înîsiyatîfa Niştîmanî ya Efrînê li Elmanyayê Dilşa, Cigerê Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratîjî yê Misrê Muxtar Xebaşi û Mamosteya Zanista Siyasî û têkliliyên navdewletî li Misrê Fatên Mihemed. Komxebat bi daxuyaniyekê dawî bû.
Daxuyanî wiha dom kir: “Di komxebatê de bal hat kişandina ser sûc û binpêkirinên hêzên Tirkiyê û komên mûxalif ên Sûriyê yên çekdar û alîgirên wê li Efrînê û asta girêdana siyaseta dewleta Tirk bi berjewendî, siyasetên navneteweyî û herêmî ve. Gelek binpêkirinên derqanûnî li dijî şêniyên Efrînê hatin kirin, nexasim ên girêdayî doza guhertina demografî ku heta niha jî didome bi taybet piştî daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê ji bo vegera koçberên Sûriyê ji bo wan herêman. Ev jî di dema ku qirkirina etnîkî li Efrînê tê kirin û komên olî têne hedefgirtin. Koçberkirina şêniyên resen ên Efrînê bi darê zorê bi rêbazên tundiyê tê kirin. Ev sûc gihiştiye asta sûcê şer û li dijî mirovahiyê ji kuştin, tecawizkirin, binpêkirinên mafê mirovî, hilweşandin û talankirina mal û milkên giştî û taybet. Hilweşandina binesaziyê û hedefgirtina sembolên şûnwarî. Xebat ji bo belgekirina van binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî qanûnî û belgekirina gelek agahiyên der barê sûcdaran de, asta girêdana rasterast bi hikumeta Tirkiyê ve, tê kirin.”
Xalên ku di komxebatê de hatin erê kirin wiha ne:
“*Destwerdana leşkerî ya li ser xaka Sûriyê sûcekî li dijî serdestiya dewleta Sûriyê ye ku weke endamê NY yê were destgirtin. Ji ber dewleta Tirk xwe ne spartiye biryara navneteweyî yan jî biryara niştîmanî ya sûrî ku destwerdana wê erê dike û ev jî binpêkirineke berçav ji pîvanên mîsaqa NY yê û pîvanên qanûna navneteweyî ya mirovî re ye.
*Bang li hikumeta Sûriyê bi rêya partiyên niştîmanî were kirin ku peymana Edene ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de tune bike. Ji ber ji aliyê dewleta Tirk ve tê keysbazkirin, destwerdana ji xaka Sûriyê re, berfirehkirina projeya dagirkiriyê bi hinceta parastina ewlehiya neteweyê, rewa dike.
*Divê projeyên avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî nexasim li Efrînê ku dewleta Tirk bi rêya komeleyên mirovî (Qeterî, kiwêtî û filistînî) destekê dide wan û dixwazin bi rêya wan guhertina demografî bi hinceta bicihkirina penaberên Sûriyê, pêk bîne werin sekinandin.
*Xebat ji bo bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re û misogeriya vegera koçberan ji warên wan re, bi sponseriya navneteweyî were kirin.
*Peywendî bi karmendên rêxistinên navneteweyî yên mirovî, akademisyen, lêkolîner û çalakvanan re bê kirin ku dosyayekê der barê binpêkirinên li Efrînê de amade bikin û bidin *dadgehên navneteweyî yên li Ewropayê û peywendî bi xizmên qurbaniyan re li Ewropa û Amerîkayê bê kirin.
*Peywendî bi dezgehên ragihandinê yên cîhanê re bê kirin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bên eşkerekirin.
*Mezakereyek pêşkêşî sekreterê Neteweyên Yekbûyî bê kirin ku civînekê ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li dar bixe, hikûmeta Tirkiyê li gor belge û raporên rêxistinên navneteweyî, zagonî, aliyên fermî û ne hikûmî ku dibêjin dewleta Tirk destek dide tevgerên terorîstên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî tawanbar bike.
*Komîteyeke xwecihî û navneteweyî bê avakirin da encamname û biryarên komxebatê bişopîne û amadekarî ji bo lidarxistina forum û komxebatên din pêk bîne.
*18'ê Adarê weke roja cîhanê ya qirkirina li Efrînê bê naskirin û dewleta Tirk a dagirker weke dewleteke dagirker bê binavkirin.
*Komxebat bi diruşmeyên bijî berxwedana şêniyên kantona Efrîna dagirkirî bi dawî bû.”