Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê komkujiya Reyhanliyê bi bîr anî

Komîsyona Baweriyan û Gelan a HDP'ê, der barê Komkujiya Reyhanliyê ya 9 sal berê qewimî de daxuyanî da û 53 welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Enqere Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogullari, der barê Komkujiya Reyhanliyê ya 9 sal berê hat jiyîn de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êşa Komkujiya Reyhanliyê hê jî bi kûrahî tê hîskirin, komkujî hat şermezarkirin û welatiyên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujî yek jî encamên polîtîkayên şer û pevçûnan ên hikûmeta AKP'ê ye û ev tişt hatin gotin:

“Di vê bûyera bi êş a 53 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 155 welatî jî birîndar bûn de, pevçûna Sûnî-Elewî bi gotinên ji aliyê Serokwezîrê wê demê Erdogan ku gotibû '53 welatiyên me yên Sunî hatin qetilkirin' bi awayekî vekirî hat hedefgirtin. Lê belê ev lîstika ku dihat xwestin li ser gelên Hatayê were lîstin, ji aliyê gel û nûnerên baweriyan ên li Hatayê dijîn, STK û rêxistinên girseyî yên demokratîk bi hest û ramanên hevpar ve hat şermezarkirin û hemû bi hev re hat vala derxistin. Piştî komkujiya Reyhanliyê ya sala 2013’an û vir ve, ji aliyê El Nusra û DAIŞ’ê ve komkujiya Pirsûsê, Komkujiya Gara Enqereyê, li Dîlokê komkojiya dawetê û li dijî mîtînga me ya Amedê êrîşa bombeyî pêk hat. Tevî ku piştgiriyên rayedarên kamuyê yên ji qetlîaman re didin di girtinameyên dadgehê de cih digrin jî, hêj kiryar nehatin eşkerekirin. Bi polîtîkayên tên meşandin re hewl tê dayîn ku derdorên siyasî û civakî yên ku dê bibe sedema komkujiyên nû bê avakirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî polîtîkayên şer dê ji bo aştiya di navbera gelen de bi israr bin.