Çalakvan Bêrîvan Eyûb piştî 18 mehan hat berdan

Çalakvana Behdînanê Bêrîvan Eyûb Hesen piştî 18 mehan ku ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Çalakvana Behdînanê Bêrîvan Eyûb Hesen a 36 salî û dayika 5 zarokan di xwepêşandana 13’ê Cotmeha sala 2020’an de li Şêladiza girêdayî Behdînanê tevî 80 çalakvan û rojnamevanên din ên  Behdînanê, ji aliyê hêzên asayîsa Hewlêrê ve li Hewlêrê li gorî benda yekemîn a zagona bi hejmara 31’ê ya di sala 2003’an de ku bi taybetî girêdayî ‘têkdana asayîşa nîştimanî ye’ cezayê du sal ê girtîgehê lê hatibû birîn.

18 meh bêyî ku were dadgehkirin girtî ma

Bêrîvan Eyûb bêyî dadgeh 18 mehan di girtîgehê de girtî ma, piştî sê danişînan ku du ji wan paşve hatibûn xistin, di 6’ê Adara îsal de dadgeha bilind a Hewlêrê cezayê du salan ê girtîgehê û berdana bi merc da çalakvana Behdînanê Bêrîvan Eyûb Hesen.

Biryara dadgehê ji 13’ê Mijdara 2020’an ji bo Bêrîvan Eyûb Hesen hesab kirin û li gorî wê jî diviyabû 5’ê Adara 2022’an bihata berdan lê ji ber derxistina astengiyan ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve nehat berdan û heta duh girtî ma. Bêrîvan piştî 18 mehan di girtîgehê de ma duh ango di roja 10’ê Gulanê de hat berdan.