“Komkujiyê binase, lêborînê bixwaze û tezmîn bike”

Komîsyona Li Dijî Nîjadperestî û Cudakarîyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wiha got, "komkujî nas bike, lêborînê bixwaze û tezmîn bike."

Stenbol - Komîsyona Têkoşîna li dijî Nîjadperestî û Cudakariyê ya Şaxa İHD'ê ya Stenbolê bi şîara "Nasbike, lêborînê bixwaze û tezmîn bike" li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di metna çapemeniyê ya hat xwendin de, hat bi bîr xist ku komkojiya Ermeniyan çawa pêk hatiye û hate dest nîşan kirin di komkujiyê de ne tenê gel bi awayekî kom hatin qetilkirin; dibistan, dêr, goristan, manastîran, kargeh û tevneke civakî ya tevahî jî hat tune kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Di pêvajoya ku di sala 1915’an de dest pê kir de, gelên din ên Xiristiyan ên Anatolyayê, Asuriyan, Pontosî û Rûmên Asya Biçûk jî rastî qirkirinê hatin. Di destpêka sedsala 20’an de dinava sînorên Tirkiyeya îroyîn de ji her pênc kesan yek, ango ji sedî 20’ê nifûsê xwedî baweriyên olî yên cuda yên wekî Xiristiyan,Yahudî an jî Êzidî bûn. Îro ev rêje yek ji hezarî kêmtir e.”

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:

“Em weke parezvanên mafên mirovan dibêjin ku divê komkujî nebe mijara têkiliyek navnetewî, dîplomasî û polîtîqayên navnetewî. Nayê jibîrkirin ku komkojî beriya her tiştî binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e ku ji aliyê dewletê ve tê kirin e. Înkar kirin binpêkirina mafên mirovan a herî berfireh, herî bi bandor, ya herî mayînde û herî belavbûyî ye; ji ber ku bi bandora xwe ya zedêbûne, ji gelek binpêkirinên mafên mirovan ya zêde dibin re çavkanî bike, tevşîk dike û bi cesaret dike. Înkar li pêşiya pêvajoyeke bi vî rengî ya telefîkirin û pêkhatina edaletê jî astengiye."