Komeleyên jinan bang li KE’ê kirin: Bila mafê hêviyê bê bicîh anîn

Komeleyên jinan, nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin û diyar kirin ku rejîma cezayê muebetê ya girankirî mafên mirovan binpê dike û daxwaz kirin ku "mafê hêviyê" ji aliyê qanûnî ve bên mîsogerkirin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Dema Jinê, Komeleya Jinên Mîmoza, Komeleya Jinên Rosa û Komeleya Jinên Star, nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKKBK) re şandin û daxwaza bicîhanîna "mafê hêviyê" kirin.

Komeleyên jinan ên daxwaza bicîhanîna "mafê hêviyê" kirin, destnîşan kirin ku mîna ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bi zelalî hatiye diyarkirin, rejîma cezayê muebbetê ya girankirî ya li Tirkiyeyê tê sepandin, ji bo girtiyan di tevahiya jiyana wan de hêviya berdanê nade. Di berdewamiya nameyê de wiha hate gotin: “Qedexeya îşkence û muameleya xerab a ji aliyê madeya 3’an a DMME’yê ve hatine mîsoger kirin, binpê dike. Lewma, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir ku biryarên DMME’yê yên têkildar bicîh bîne û pêvajoyê dişopîne. Lê rûxmê derbasbûna salan jî, ji bo guhertina rejîma darvekirinê ya li ser bingeha mafê hêviyê tu gavên berbiçav nehatine avêtin.”

Jinan, balkişandin li ser binpêkirinê mafên ku di nava pergalê de pê re rû bi rû dimînin kirin û wiha domand: "Li ser bingeha tecrûbe û zanîna ku me bi rêya xebata xwe ya parêzvaniyê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de bi dest xistiye, em dixwazin destnîşan bikin ku ev rewş binpêkirinên mafên mirovan hê bêtir giran dike û ji bo jinên girtî li ser bingeha zayendî newekheviyek tîne. Avahiya fîzîkî ya hucreyan di rejîma cezayê muebetê ya girankirî de û pirsgirêkên tenduristiyê yên fîzîkî û derûnî yên ji girtina demdirêj çêdibin, dibe sedema tecrûbeyek kûrtir a îşkence û muameleya xirab.

‘Bila mafê hêviyê bê bicîhanîn’

Em diyar dikin ku qedexekirina îşkenceyê ku sûcek li dijî mirovahiyê ye, ji bo jinan binpêkirinek piralî ya mafên mirovan diafirîne. Em daxwaza naskirina mafê hêviyê dikin û dixwazin hemû girtiyan bi awayekî adil, şefaf û mirovî bên nirxandin. Em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku ji bo mîsogerkirina bicîhanîna Tirkiyeye ya biryarên DMME’yê, pêvajoya çavdêriyê bi awayekî biryardarî bidomîne. Hêvî mafek e; bila mafê hêviyê bê bicîhanîn.”