Koma 154’emîn ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ye

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 154’emîn, di roja 790’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 154’emîn, di roja 790’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 153’emîn Dilvîn Kaya axivî.

‘Bi berxwedan û têkoşînê hertişt gengaze

Dilvîn Kaya destpêka axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemu planên desthilatdariyê vale derxistiye û ev tişt got: “Bi berxwedan Gêrîla, gelê Kurd yê li her deverê Kurdistan û dervey welat piştî 27 salan me dengê Rêbertî bihîst. Em gihiştin wê qeneetê ku bi berxwedanê hertişt gengaze. Wek Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan ên Mexmûrê di pêvajoya ku bi însiyatîfa Rêber Apo pêşketî de em ê bi rolê xwe yê pêşengiyê rabin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Dilvîn Kaya dawiyê de destnîşan kir ku ew ê xwe li derdora fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistin bikin û xwe bigihînin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe.

Merasîm bi dewirgirtina koma 154’emîn û dirûşmeyan dawî bû.