‘Bêyî wekhevî demokrasî nabe’
"Tevgera Demokrasiya Li Ser Bingehê Rastiyê" ya li Mexribê di Roja Demokrasiya Cîhanê de banga xwe ya ji bo wekheviya zayendî dubare kir. Tevgerê diyar kir ku wekhevî ji bo demokrasiyê girîng e.

Mexrib – "Tevgera Demokrasiya Li Ser Bingehê Rastiyê" ya li Mexribê, di daxuyaniyekê de di 15’ê Îlonê, Roja Demokrasiya Cîhanê de, diyar kir ku bêyî bidestxistina wekheviya rastîn di navbera mêr û jinan de demokrasî nayê bidestxistin.
Tevgera Demokrasiya Li Ser Bingeha Rastiyê daxuyaniyek weşand û tekez kir ku demokrasî bi desthilatdariya piraniyê ve sînordar nîne, lê di heman demê de prensîbên azadî, edalet, beşdarbûn û rêveberiya baş jî dihewîne. Tevgerê tekez kir ku dûrxistina jinan ji warên siyasî, aborî, civakî û jîngehê binpêkirina mafên mirovan û zirara li demokrasiyê ye.
Di rapora Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê (IDEA) ya 2025’an de, Mexrib di rêza 107’emîn a endeksa demokrasiyê de cih girt. Di raporê de bal hat kişandin ser performansa qels a saziyên hilbijartî, gihîştina sînorkirî ya mafên bingehîn, lawaziya serweriya hiqûqê û beşdariya kêm a gel.
‘Beşdariya çalak a rêxistinên jinan şertek pêşîn a demokratîkbûnê ye’
Tevgerê ji bo çareserkirina vê rewşê daxwaza reformên berfireh kir, daxwaz kir ku rêziknameyên cudakar, bi taybetî qanûna malbatê, ji nû ve werin nirxandin, prensîba wekheviyê bi tevahî di garantiyên destûrî de were nîşandan û ji bo namzetên jin û mêr di pêvajoya hilbijartinê de şert û mercên wekhev werin peyda kirin.
Tevgerê her wiha tekez kir ku misogerkirina beşdariya çalak a rêxistinên jinan di pêvajoyên çêkirina qanûnê de şertek pêşîn a demokratîkbûnê ye. Diyar kir ku Roja Demokrasiyê ya Cîhanê derfetek girîng e ji bo bibîrxistina hilbijêran ku wekheviya zayendî hêmanek bingehîn a demokrasiya rastîn e.