Kampa herî xeternak a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Kampa Holê

Kampa Holê yek ji kampên herî xeternak e li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber ku di nava xwe de malbatên DAIŞ'ê dihewîne û jinên wan zarokên xwe bi fikrên DAIŞ’iyan mezin dikin.

SENAA EL-ELÎ/SÎLVA EL-IBRAHÎM

Hesekê – Pêşketinên li kampa Holê neqediyan, bi taybetî piştî rawestandina alîkariyan ji hêla rêxistinên mirovî ve. Kampa Holê ne weke kampên din e, cihekî bi metirsî ye, jinên herî tundrew di nava xwe de digre. Ew weke bajarokek e nifûsa wê ji nifûsê bajarê El Hol zêdetir e.

Li kampa Holê û li gorî bîlançoyên ku me ji rêveberiya kampê girtiye heya niha 10 hezar û 274 malbat ji Îraq û Sûriyeyê tê de ne û 42 malbat jî ji neteweyên din in. Hejmara giştî ya kesan jî 36 hezar û 52 kes in piraniya wan jin in. 14 hezar û 887 zarok in, 7 hezar û 21 ciwan û jinên ciwan in, 11 hezar û 700 jin in û 2 hezar û 444 jî mêr in.

Ev hejmar bi koçberkirina bi sedan malbatan ji bo gundên xwe li gundewarê Dêrezorê kêm bûye û Iraq yek ji wan welatan e ku herî zêde hevkariya Rêveberiya Xweser di dosyaya Holê de dike. Ji sala 2021'ê û vir ve 13 hezar kes vegeriyane welatê xwe Iraqê. Ji ber vê yekê hejmara wan ji 74 hezaran di sala 2019'an de kêm bûye û heya mehên dawî ya sala 2025'an gihîştiye 36 hezar û 52 kesan. Heta niha jî Iraq hewl dide hemû hemwelatiyên xwe heya dawiya vê salê vegerîne.

Lê ya ku di van rojên dawî de hêrs û çalakiyên di hundirê kampê de derxistiye holê ew e ku şertê vegerê li ser kartê ye ku ji bo her endamek malbatê jimareyên cuda digre. Ev yek bû sedem ku malbat di navbera kesên vegeriyan û yên ku ji bo dravdana pêşerojê de mane dabeş bibe, tevî ku heyama wan ji hev vediqetîne jî çend meh derbas nabe.

'Em dixwazin di demek zû de vegerin cihê xwe'

Firyal Ehmed Silêman a 30 salî, dema ku mala wan li Mûsilê hat bombekirin û 15 kes ji xizmên wê hatin kuştin, bi malbata xwe re koçî kampa Holê bûye. Ew li ber ofîsa berpirsa vegerandina welatiyên Iraqê sekiniye û ji biryara dersînorkirina beşek ji malbatê dema ku beşeke din dimîne gelek aciz bûye dibêje: "Xwîşka min derket û çû, ez û jinbirayên xwe di kampê de mane. Em dixwazin zûtirîn demê vegerin Mûsilê ji ber ku li vir jiyan tehemul nabe û alîkariya xwarin û avê di van demên dawî de gelek kêm bûye."

Ji ber birîna keça xwe nikare wê bi tenê bihêle

Mariya Dewod Ebid Kaser a 56 salî, ji parêzgeha El-Enbar a Iraqê ye ji ber êrîşan berê xwe daye Sûriyeyê navê wê herî dawî di nava koma ku dê were vegerandin de hebû lê keç û kurê wê dê heta beşên din li kampê bimînin. Lê ji ber keça wê di serî de birîndar e, nikare bi tenê li kampê bihêle got ku du caran emeliyat ji keçê xwe re çêkiriye, lê pêwîstiya wê bi emeliyata sêyemîn jî heye ji ber ku ji serê xwe birîndar bûye. Em hêvî dikin tedawiya wê li Iraqê berdewam bikin."

'Ji bo vegerandina malbatan em dixebitin'

Têkildarî geşedanên pêvajoya vegerê jî Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan wiha got: "Em niha bi hevrêziya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî re li ser vegera dilxwazî ​​ya jinên Sûriyeyê kar dikin. Em derketina ji kampê û vegera li cihên xwe qedexe nakin lê pêwîst e ji aliyê hevkariya rêveberiya demkî ve bê kirin. Ji bo Iraqê jî em lîsteyan ji wan digrin li gorî hejmarên wan ên ser karta UNHCR’ê jin tên şandin. Her wiha ji bo zewacên ji neteweyên cuda û li dadgehên Iraqî ev zewac nehatine tesbîtkirin, gelek jin bi hevjînên xwe re nikarin biçin Iraqê ev jî dibe cihê pirsgirêkan."

'Em ne DAIŞ’î ne'

Cemîla Remezan a 30 salî ya ji bajarê El-Bûkemal ê Dêrazorê, bi zilamekî Iraqî re zewicî ye wiha dibêje: "Nexwazin me bibin Sûriye û Iraqê, zarokê min nexweş e û divê em lingê wî qut bikin. Em hewl didin çareyek jê re bibînin. Di heman demê de divê çareseriyek ji hevjînê min re jî bê dîtin ew ne DAIŞ’î ye yek ji penaberên Iraqê ye."

Beşa koçberan a herî xeter di kampê de ye

Jinên di beşa koçberan de ji hemûyan bi xetertir in û di avakirina “dewleta xîlafetê” de bi biryar in. Cîhan Henan da zanîn ku beşa koçberan jin û zarokên ji 42 dewletan di nava xwe de dihewînei bîrdoziya wan jî ya herî tundrew e. Tu kes nikare dîmenên wan bikşîne. Zarokên wan bi vê bîrdoziyê mezin bûne. Ew her dem bi hêvî ne ku DAIŞ wê careke din zindî bibe. Dewletên wan jî nabin alîkar ku em wan vegerînin. Jinên di beşên Iraq û Sûriyeyê de hinekî em dikarin bi wan re bikevin nava têkiliyan. Ew ji ber êrîşên DAIŞ'ê reviyane."

'Em aştiyê dixwazin'

Emîna Hesen Brahîm a 60 salî, yek ji jinên ku têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re red dike dibêje: "Hatina min a vê kampê bidawîbûna rêwîtiya min a koçberiyê bû. Em ji Helebê ji ber êrîşan koçber bûn û di gelek bajar û gundan re derbas bûn heta gihîştin Baxoza li gundewarê kantona Dêrazorê. Piştre riya koçberiyê li kampa Holê bi dawî bû. Em ji rêveberiya demkî daxwaz dikin me vegerînin malên me yên li Helebê. Kurê min nexweşiya kurçikan pê re heye û dermanên wê li kampê nîn in. Ji ber em li kampa Holê dijîn divê yek kefîlê me be, heya em derbasî bajarê Hesekê bibin û xwe derman bikin. Em tenê aştiyê dixwazin."

'Malbatên DAIŞ’ê bûn sedem ku kamp bi xeterê re rûbirû bimîne'

Endama Hêza Ewlehiyê ya Hundirîn a wargeha El-Hol Nûrşîn Hisên da zanîn ku ew parastina kampê dikin û got ku hebûna malbatên DAIŞ’ê bûye sedem ku kamp bi xeterê re rûbirû bimîne û wiha domand: “Ev yek dihêle em jî bi kêşeyan re bimînin. Bi serweriya Heyet Tehrîr El-Şam ji rêveberiya Sûriyeyê re gelek kêfxweş bûn û bi hêvî bûn ku HTŞ wan rizgar bike lê ev xeyal pêk nehat. Lê em parastina wan dikin û nahêlin ji kampê birevin. Ji ber ku ew xeter in. Di her hemleya ewlehiyê de çek û mayîn tên peydakirin. Ew mayînan bi destan çêdikin bi hinek madeyên xam ên ku bi qaçaxî ji wan re ji aliyê hevkaran ve tên şandin."

11 hezar û 700 jin 3 hezar û 503 zarokên keç bi bîrdoziya tundrew dijîn

11 hezar û 700 jin û jinên ciwan tevî 3 hezar û 503 zarokên keç, bi tevlîbûna vê bîrdoziya bingehîn a tundrew ku karakter û rastiya jinan dike hedef, xwe winda kirine. Dewleta Îslamî xwe li ser bingeha bedena jinan ava dike û wan weke amûra anîna zarokan bi kar tîne. Ev yek di sala 2014'an de bi damezrandina DAIŞ'ê gihîşt lûtkeyê. Ev rêxistin ji Cebhet El-Nusra, şaxê El-Qaîde li Sûriyeyê ye, Ehmed El-Şeraa Colanî bû serokê duyem ê rêxistina terorîst a herî metirsîdar ku welatekî birêve dibe, piştî Talîbanî ku di 2022'an de li Efganistanê desthildarî bi dest xistiye.

'Ew bi fikrên DAIŞ tên mezinkirin'

Zarok di nava konên wêranbûyî de bi kevir û axê dilîzin. Serê wan bi tolhildan, kuştin û heqareta jinan tijî bûye. Ew bi keviran bersiv didin kesên ku hewl didin nêzî wan bibin û heqaretê li wan dikin. Der barê rastiya zarokan de Cîhan Henan tekez kir ku tu bernameyên rehabîlasyonê li kampê nîn in. Ji ber ku alîkariyên ku tên gelek kêm in û hejmarên zarokan gelek in. Ew bi fikrên DAIŞ’ê tên mezinkirin. Di beşa koçberan de jî heta dayîk nahêlin zarok beşdarî bername û çalakiyên ku rêxistinên mirovî li dar dixin bibin, da ku fikrên wan neyên guhertin. Ew xwe li ser bîrdoziya tundrew bi rêxistin dikin û yên ku li dijî fikrên wan derkevin jî tên kuştin.