Jinên ji gundê Girk: Gunehê zarokan dê ji çavên kujeran derkeve
Jinên gundê Girk yên mirovên malbata ku ji aliyê dewleta tirk ve li Berxbotanê hatin qetilkirin, komkujî şermezar kirin û gotin: “Dewleta tirk malbatek ji kokê de qir kir. Gunehê zarokan wê li derdora dewleta tirk kom bibe û di çavên wan re derkeve.”

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di 16’ê Adarê de dewleta tirk bi çekên giran gundên li Başûrê Kobanê bi dijwarî bombebaran kir. Li gundê Berxbotanê di encama bombebaranê de malbateke ku ji 11 kesan pêk tê hatin hedef girtin. Di komkujiyê de piraniya wan zarok, dê û bavê malbatê jî di nav de 10 kesên ji heman malbatê hatin qetilkirin.
Tevî dayîka ducanî û bav Xezal (39) û Osman (42), zarokên wan Ahîn (15), Dicle (14), Dilovan (13), Yasir (6), Salihe (4), Fewaz (2) û Avêsta ya 8 mehî hatin qetilkirin. Ronîda ya 18 salî piştî birînên xwe yên giran di 18’ê mehê de jiyana xwe ji dest da. Narîn ya 9 salî ku ew jî li gel malbata xwe birîndar bû, hîna di nexweşxaneyê de ye ku ew tenê ji malbatê ma.
Malbata Osman Ebdo ku bi eslê xwe ji gundê Girk yê Rojhilatê Kobanê ne, ji bo kar û rewşa xwe ya aborî li mezreyeke gundê Berxbotanê dixebitîn.
Ev komkujiya hovane ku dewleta tirk pêk anî bû sedema ku hêrseke mezin li hember kiryarên dewleta tirk ava bibe. Di vê çarçoveyê de jinên gundê Girik ku mirovên malbata Osman in, hêrs û bertekên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Piştî vê komkujiyê emê qet warê xwe bernedin’
Helîm Ibrahîm bi xemgîniyeke mezin helwesta xwe wiha raber kir: “Bûyereke gelek bi êş bû ku kezeba me sotand. Osman pismamê hevjînê min e ku malên me jî li rex hevin, ji ber vê jî zarokên wan û yên min ji hev veneqdiqtiyan û her tim li gel hev bûn. Rewşa wan ya aborî ne baş bû, ji ber vê jî hemû malbat çûn li mezreyekê mêze bikin ku piştî 13 rojan dewleta Tirk ew malbat bi temamî qirkirin. Gelo sucê ew zaroka 8 mehî çi bû ku bi vî rengî hov were qetilkirin, dewleta tirk bê ser û ber gelê me qetil dike û komkujiyan pêk tîne. Çavên dijmin birjin ku kiryarên bi vî rengî pêk tîne, ew dixweze çavên me bişkîne û bêje wê çarenûsa yên ku li vî welatî dimînin wiha be. Lê emê biçin ku der gelo, bi taybet ev bûyerên çêdibin jî îsrar û girêdana me ya bi vê axê re bihêztir dibe.”
‘Zarokê di zikê dayîka xwe de bi agirê topbaranê hat qetilkirin’
Cîhan Berho ku birayekî wê jî di encama topbarana balefirên dewleta tirk de hatiye qetilkirin, hêrsa xwe wiha anî ziman: “Dewleta tirk kezeba hemû dayîkên vî welatî şewitand, ev komkujiya ku çêbû jî gelek dijwar bû ku em roj û şevên xwe ji hev dernaxin. Dewleta tirk ku dijminahî bi zarokan re bike, gelo wê hîn çi jê derkeve. Hovîtiya dewleta tirk hemû sînor derbas kir. Dil û mêjiyê mirovan şêwazê ku ev malbat pê hat qetilkirin ranake, mirov nikare dîmen û wêneyên komujiyê binêre. Gelo ka mafê mirovan û zarokan di vî warî de, lê dema ku mijar dibe gelê Kurd her kes çavên xwe digre. Di vê meha rojiyê de dayîka ducanî zikê wê li ber agirê topbaranê qelişî û pitka ku hîna çavên wê ronahî nedîtiye hat qetilkirin. Ev suc û kiryarên dewleta tirk wê rojek were û li dora qirkirina wan bizîvire. Bi nifirên me dayîkan mabe jî, wê ev dewleta hov di demeke nêz de were rûxandin.”
‘Ez çavên xwe li wan digerînim lê şopa wan nabînim’
Hedlê Ehmed bîranînên xwe yên li gel malbatê wiha parve kir: “Ez hevjîna ap û cîrana wan bûm ku rojane me hev didît. Hîna weke duh di bîra min de ye ku zarok li derdora malê dilîstin û hawirdor bi dengê kenê xwe dixemilandin. Xezal û Osman jî li derve civat digerandin û em li dora wan komdibûn. Belengazbûn, lê dilê wan dewlemend û mezin bû. Niha jî ez çavên xwe digerînim, bangewaziya wan dikim lê şopa wan nabînim. Gotineke pêşiyan heye dibêje, ger gurek êrîşî keriyek pez bike dê hinek pez xilas bibin. Ka dewleta tirk derfet neda ku ji 11 kesan zarokek ma, ew jî ne diyar e wê bijî an na. Min parçeyek ji kezeba xwe winda kir, xwedê bike ku ev qatil jî heman çarenûsê bijîn.”