Şengalî vedigerin ser axa xwe: Divê hemu Êzidî vegerin

Vegera Êzidiyan ji bo Şengalê bênavber didome. Maya Hecî û Seyran Silêman ku piştî salan vegeriyan cih û warên xwe diyar kirin ku Şengal welatê wan û koka wan e û bang kirin ku hemu Êzidî vegerin ser warên xwe.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal – Beriya çend mehan Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihandibû ku heta dawiya meha Temûzê dê hemû kampên koçberan ên li başûrê Kurdistan û Iraqê bêne girtin.

Piştî daxuyaniya wezaretê ya ji bo girtina hemû kampan Êzidiyên ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji cih û warên xwe qut bûbûn, li gorî derfeta xwe ji bo vegera Şengalê ketin nava liv û tevgerê.

Bi hezaran Êzidî vegeriyane Şengalê

Heta niha bi hezaran Êzidî vegeriyane Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî hemû saziyên xwe, li gorî derfetên xwe malbatên ku vedigerin Şengalê pêşwazî dike û alîkarî pêşkêşî wan dike. Lê bes hikûmeta Iraqê hê jî bi qasî tê xwestin alîkariyek nedaye Şengalê û gelê Êzidî.

Êzidiyên ku bi kêfxweşî vedigerin cih û warên xwe û ji nû ve warên xwe ava dikin, tînin ziman ku tevî her tiştî jiyan jî mirin jî li ser axa mirov xweş e.

Bi taybetî di dema fermanê de yek ji cihên ku herî zêde hatibû xirakirin û şêniyên wê koçber bûbûn navçeya Tilezêra Şengalê ye û niha herî zêde jî Êzidiyên ji Tilizêrê vedigerin cih û warên xwe. Niha koçberên ku vegeriyane hewl didin bi alîkariya Rêveberiya Xweser û derfetên xwe yên kêm malên xwe çêbikin û ji nû ve warê xwe ava bikin.

Têkildarî vegerê Maya Hecî û Seyran Silêman ku piştî salan vegeriyan malên xwe yên li Til Ezêrê ji ajansa me re axivîn û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

 Piştî 9 salan vegeriya Şengalê

Maya Hecî ku 9 salan li kampa Şarya maye û piştî 9 salan vegeriya cih û warê xwe, diyar kir ku cih û warên wan ji kampan û her derê xweştir e.

Maya Hecî ku ji vegera xwe gelek kêfxweş e ji hemû êzidiyên li kampan daxwaz kir ku vegerin ser axa xwe û ev tişt vegot: “Cih û warê me tevî her tiştî jî ji kampan xweştir in. Bes e em êdî di wan çadiran de bişewitin û birêzin, divê êdî hemû Êzidî vegerin Şengalê. Şengal welatê me, koka me ye.”

‘Divê hemu Êzidî vegerin ser cih û warên xwe’

Seyran Silêman jî bi salan li kampa Dawidiyê maye û piştî salan hîn nû vegeriya ye ser cih û warê xwe.

Seyran Silêman ji bo mijarê ev tişt anî ziman: “Rewşa li kampan ne xweş û zehmet bû. Cih û warê însanan ji her derê xweştir e.  Ez bang li hemû Êzidiyên li kampan dikim ku vegerin ser cih û warên xwe.”

Her wiha Seyran Silêman dema bi malbata xwe re vediger warê xwe dibîne xaniyê wê hemû şewitiye. Yekane daxwaza Seyran ji nû ve çêkirin û avakirina mala xwe ye.