Jinên kêmendam bi berhemên ku çêdikin debara xwe dikin

Jinên kêmendam ji bo dema xwe baş derbas bikin, debara xwe bikin û jiyana bi rûmet ava bikin, hewldan û têkoşîna xwe didomînin. Tevî hemû zoriyan jî ji bo xeyalên xwe pêk bînin û mercên jiyana xwe baştir bikin bi hev re dixebitin.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Tişta ku jiyanê xweştir dike ew e ku; mirov li pey xeyal û îdealên xwe bê sekin hewl bide weke Hacer Kake Heme û Necîbe Celal… Tevî ku kêmendam in jî ji bo gihîştina armancên xwe bi biryardarî têdikoşin, bi behreya xwe hêza jinan derdixin holê.

‘Ez çenteyên cuda çêdikim û beşdarî hemû karan dibim’

Berpirsyara Beşa Jinan a Yekîtiya Kêmendamên Kurdistanê û endema lijneyê Hacer Kake Heme, diyar kir ku sê sal in bi 11 jinên di bin banê yekîtiyê re dixebitin û wiha got: “Ez çenteyên cuda çêdikim û tevlî hemû xebatên din dibim. Mînak ez şewqeyan çêdikim, heta merheleyek ez çêdikim, ji merheleyek din pê ve jî hevalek din didomîne. Ez jî dûre karê şewqeyê yê dawî dikim. Ev şewqe ji bo zarok û mezinan, bi cilên neteweyî yên Kurdistanî re tên bikaranîn. Her wiha em bi awayên cuda kolyeyan çêdikin û ji bo bi her cilî re li hev were, em moriyên rengîn bi wan ve dikin. Her wiha karê seramîkê jî dikim; kulîlkan çêdikim û wan vediguherînim fîncanan. Bi parvekrina kar em xebatên xwe didomînin. Em hemû hem karên malê dikin hem jî li derve dixebitin.”

Hacer Kake Heme, diyar kir ku saziya Yekîtiya Kêmendaman bûye weke mala wan û wiha domand: “Dema em hatin vê derê, em gihîştin xeyalên xwe. Piştî kursan hêdî hêdî em fêrî kar û pîşe bûn. Ji aliyê derûnî ve me sûdek mezin dît. Em her dem beşdarî çalakiyên curbecur û mihrîcanan dibin, berhemên xwe pêşkêş dikin. Kêmendamiya me tu carî li pêşiya xebatên me nebû astengî.”

‘Divê jin guh nedin gotinên kesên li derdora xwe’

Hacer Kake Heme, bal kişand ku divê bi taybetî jinên kêmendam guh nedin gotinên kesên li derdora xwe û wiha berdewam kir: “Carna mirov dibêjin ‘tu yê nikaribî vî karî bikî’ yan jî dibêjin ‘ev kar dê ji te re giran be.’ Divê em guh nedin van gotinan. Divê jin bi xwe bawer bin, bi hêz bin û guh nedin gotinan lewre ger li gorî gotinên mirovan tevbigerin dê ne ji bo xwe ji kesên din bijîn. Kesên ku destek û cesaretê jî didin me hene. Di pêşangehan de berhemên me dikirin; bi taybetî dema ku logoya me dibînin û ji ber ku dizanin em jinên endamên Yekîtiya Kêmendaman in zêdetir eleqe nîşanî me didin. Dema ku berhemên me dibînin, heyran dimînin, destekê didin û me teqdîr dikin.”

Hacek Kake Heme di dawiyê de vê peyamê da jinan: “Divê jin tu carî li destên kesên din nenêrin. Her mirov xwedî behre ye; divê li ser bixebite da ku bikaribe karek bike. Gelek jinên ku bazirganiyê dikin, atolyeyên xwe ava kirine û ji bo jinên din jî derfetên kar çêkirine hene. Restoranan vekirine, atolyeyên dirûtinê ava kirine. Ez hêvî dikim ku her jin bikaribe karê xwe bike, bigihîje behreyên xwe û li ser lingên xwe bisekine. Divê jin guh nedin gotinên weke; ‘tu jin î, cihê te mala te ye.’ Belê jin hem li malê ne hem jî li derve ne. Ez dixwazim hemû jin serkeftî bin.”

‘Dema ku min nû dest bi kar kir pir zor bû lewre ez her tişt bi xwe hîn bûm’

Necîbe Celal a kêmendam jî diyar dike ku nêzî sê salan e berhemên destan çêdike û wiha got:
“Pêşî li malê dixebitîm, dûre min saziyek nas kir û ez ji vî karî pir kêmfxweş im. Gelek berhemên destan ez çêdikim; gustîl, eşyayên xemlê, kolye, tiştên xemlê yên ser milan, ben û carna jî cilên neteweyî yên Kurdistanê çêdikim. Dema ku min nû dest bi kar kir, pir zor bû lewre her tişt ez bi xwe hîn bûm û min bi tena serê xwe çêdikir. Kesek ku bibûya alîkar û li ber min hîn bike tunebû. Ji ber wê pêşî tu şaşiyan dikî lê dûre ji wan şaşiyan hînî çêkirinê dibî. Bi demê re karê min baştir bû. Em niha her karî dikin û plana me ew em çenteyên cuda çêbikin.”

‘Bila jin li malê rûnenin bixebitin’

Necîbe Celal gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez beşdarî gelek çalakiyan bûm, min di nava şûşeyan de kulîlkan çêkir. Ev şûşe bi armanca dekoratîf tên bikaranîn. Van xebatan ligel destkeftiyên madî, ji aliyê derûnî ve jî ji min re baş hatin û ez bi karê ku dikim pir kêfxweş im. Dema ku diçim, berhemên min çêkirine dibînim, çiqas zorî hebin hemû derbas dibin. Ji ber vê yekê divê jin li ser lingên xwe bisekinin. Peyama min ji jinan re ev e: “Bila li malê rûnenên, bixebitin lewre jin bi xebatê derdên xwe ji bîr dikin. Jinên ku destek wan tune ye lê dixebitin hene. Ger li malê bimana di biketana nava xwe û ji aliyê derûnî ve rewşa wan nebab bûya.”