Jinan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadê

Kongra Star a bajarê Qamişloyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Bi Rihê Komînal û Civaka Demokratîk Emê bi Rêber Apo re Azad Bijîn’ meşekî girseyî li dar xist.

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongra Star di bin dirûşmeya ‘Bi Rihê Komînal û Civaka Demokratîk Emê bi Rêber Apo re Azad bijîn’ de ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xist.

Meş ji Çerxereya Sonî despêkir û heta Çerxereya Şehîdan bi tevlîbûna sazî, rêxistinên jinan, endamên saziyên Rêveberiya xweser û Endamên Şaredariya bajarê Qamişlo hat li dar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo daxuyanî da. Rîhan Loqo got: “Wekî ku hûn jî dizanin pergalên hegemon bênavber bi hişmendiyekî qirker, dagirker û nejatperest xwestin siyaseta xwe li ser gelê Kurdistanê, ciwanan û jinan bimeşînin. Lê belê berxwedana 52’salan li hember pergala sedsalî tekoşînekî dîroka da meşandin. Dema em behsa berxwedanê, tekoşînê û bi rêxistin bûnê dikin, ev yek bi pêşengtiya Mîmarê Azadiyê û Rêberê Mirovahiyê, bi pêşengtiya Rêber Apo pêk tê.

‘Azadiya Rêber Apo, azadiya jinan e’

Rîhan Loqo, da zanîn banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Rojhilata Navîn û Cîhanê de guhertinên mezin çêkir û got: “Em ê tekoşîn û rêxistina xwe di her alî de xurt bikin û destê Rêber Apo xurt bikin. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rihê vê Berxwedanê û tekoşînê emê pêvajoya aştî û civaka Demokratîk xurt bikin û xwedî lê derkevin. Em dibêjin Azadiya Rêber Apo Azadiya jinan e, Azadiya Rêber Apo Azadiya Civaka Demokratîk.

Meş bi diruşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.