Di şerê Xezayê de 70 hezar û 925 kes mirin

Hejmara kesên di şerê Îsraîlê ya li dijî Xezayê de mirin bû 70 hezar û 925. Heta niha cenazeyên hinek kesan di bin kavilan û rêyan de asê maye û tîmên rizgarkirinê û personelên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan.

Navenda Nûçeyan – Şerê Îsraîlê ya li dijî Xezayê encamên mirovî û siyasî yên kûr hişt. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû deh hezaran, di binesaziyê de hilweşînek berfireh çêbûye û birçîbûn û nexweşî bi taybetî gefê li jiyana kesên ji cih û warên xwe bûne dixwe.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku di 48 saetên dawî de 13 kes jiyana xwe ji dest dane, ji wan 6 kes ji nava kavilan hatine derxistin û 20 kesên birîndar bûne rakirine nexweşxaneyan.

Wezaretê, ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve hejmara kesên di encama êrîşên Îsraîlê ya li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 70 hezar û 925 û 171 hezar û 185 kes jî birîndar bûne. Wezaretê, diyar kir ku hêj gelek kes di bin kavilan û li ser rêyan de ne û tîmên rizgarkirinê di xwegihanda wan de zehmetiyan dikşînin.

Ji dema destpêkirina agirbestê ya ji 11’ê Cotmehê û vir ve hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dan bû 401 û hezar û 108 kes jî birîndar bûne. Her wiha hate ragihandin ku 641 cenaze ji bine kavilan hatine derxistin.