Jinên karmend ên Helepce: Mûçeyên me nayê dayîn

Karmend û mamostayên Helepçe ji ber nedana muçeyan li qadan e û çalakî li dardixin dan diyarkirin ku ji meha Sibatê heta niha muçe negirtine.

Helepçe - Karmend û mamosteyên li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê li hemberî nedayîna muçeyan li qadan e, çalakî û xwepêşandanan li dardixin û daxwaza mafê xwe dikin.

Karmend û mamostayên bajarê Silêmanî, Helepce, herêma Germiyan û Raperînê ji meha Sibatê ve muçeyê xwe negirtine. Li gor biryara wezareta darayî diviya bû beriya cejna Remezanê muçeyên xwe girtiban. Lê belê bi hêceta nebûna pereyan li banqan heta piştî cejnê hate paşxistin, ev 55 roje muçeyê karmend û mamostayan nehatiye dayin. Gelek ji karmendan baykota dewamê kirin, mamosta û karmendên zanîngehê bi bîr xistin ku heta muçeyê meha Nîsanê negrin naçin dibistanê.

Karmeda şaredariya Helepçe Elwen Osman da diyarkirin ku ev 57 roj e muçe negirtine û wiha got: “Lêjneya me serdana banqê dike, lê dibêjin hîna pare negihaye ber destê me. Ez daxwazê ji parêzgeh û qeymaqê bajêr dikim ku alîkariya me bikin û ji vê rewşê re çareseriyekê bibinîn.”

Karmenda zanîngeha Helepçe Viyan Meruf da zanîn ku ev 55 roj e muçe negirtiye û cûdahî di nava karmendan de tê kirin û wiha got: “Lîsteya muçeyan ya nû hatiye belavkirin û piraniya wezaretê din muçeyên xwe girtine, lê belê me hîna jî muçeyê meha Adarê negirtiye. Lêjneya me diçin banqê dibêjin pare nîne piştî cejnê werin û niha piştî cejnê ye jî hîna ev muçe nehatiye dayin.”