Jinên Êzidî: Guhertina ‘Yasaya Rewşa Kesane’ karesatek e
Jinên Şengalê destnîşan kirin ku biryara Efûya Giştî ya li Parlamena Iraqê ji bo DAİŞ’iyan hatiye dayîn, ji bo jinan karesatek e û bang li Hikûmeta Iraqê kirin ku demildest vê biryarê betal bike.
HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal – Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) û TAJÊ têkildarî biryara Efûya Giştî ya Parlamena Iraqê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya çapemeniyê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê Hevserokê MXDŞ’ê Nayif Şemo ve hat dayin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek Rêveberiya Xweser a Şengalê, biryara efûya giştî ya ku di 22’yê vê mehê de ji aliyê Parlamena Iraqê ve hat pejirandin, bi tundî red û şermezar dikin.
Parlamentoya Iraqê di 20’ê Çileyê de 3 proje yasa xist dengdanê û bi piraniya dengan hatin erêkirin. Jinên Êzidî ku beşdarî daxuyaniyê bûn, helwestê xwe ya li hember vê yekê nîşandan. Jinan diyar kirin ku ‘Yasaya Rewşa Kesane û ‘Efûya Giştî’ ya ji aliyê parlementoya Iraqê ve weke du yasayên ne li gor berjewendiya jinan û gelên Iraqê ne.
‘Iraq ji xirabiya ku wê rûbide berpirsyar e ’
Semîra Xelef Endama Meclîsa Jinê ya Digurê li ser yasaya efûya giştî axivî û da zanîn ku Iraq bi vê nêzîkatiya xwe dijberiya li hember Êzîdiyan nîşan daye. Semîra wiha got: “Em li dijî biryara efûya giştî ya ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê hatiye dayîn in. Me wek welatiyên vê axê, pir êş ji destê çeteyan kişand. Em kuştin, firotin, destdirêjî li me kirin em şewitandin. Îro efûya giştî ji bo wan tê aşkerakirin. Ev zilmek û neheqiyek li hemberî Êzîdiyan e. Pêwîst bû Iraq jenosîda ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser Êzîdiyan pêk hatiye, nas bike, lê mixabin efû dide çeteyan. Iraqê, bi vê sekna xwe dijberiya xwe ya li hemberî me ragihand. Mafên civaka Êzîdî di Iraqê de wenda ne. Çend biryarên din jî guhertin, em li dijî wan jî radibin û em qebûl nakin. Ger ku grûpên çeteyan dîsa êrîşî mirovan bikin û qetlîam bikin, yê sûcdar û berpirsyar hikûmeta Iraqê ye.”
‘Ev yasa karesat e’
Li ser guhertina ‘Yasaya Rewşa Kesane’ jî Endama Meclîsa Jinê ya Tilîzêrê Filûz Berkat axivî. Filûz da zanîn ku ev biryar li dijî hemû jinan e û divê her kes li dijî wê xwedî helwest be. Filûz fikarên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Biryarek dûrî ehlaqê mirovan e. Keçeke ku zarok e, ewê nikaribe xwe bi rêve bibe, gelo çawa wê zarokek bîne dinyayê û mezin bike? Ger zarok zarokan mezin bikin wê karesatek rû bide. Wê bi xwe re ji bo jin û civakê zirarên mezin bîne. Ev yasa li dijî hemû jinan e. Banga me ji bo hemû jinên Iraqê ye; bila li dijî vê biryarê serî rakin û helwesta xwe nîşan bidin. Ev yasa ne ya qebûlkirinê ye.”