‘Jinan di nava şoreşê de şoreşa xwe ava kir’

Şêwirmend û derûnînas a Navenda Şehîd Amara ya şêwirmendiya derûnî Fadiya El-Ewed got ku ruxmê şer û krîzên li welat li ser derûniya jinan bandorên nebaş dikirin jî; bi saya şoreşê jinan di nava şoreşê de şoreşa xwe pêk anîne.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Navenda Şehîd Amara ya şêwirmendiya derûnî, yek ji wan navendên ku ji hêla Desteya Jin ve li gorî pêwîstiyên heyî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vekirin. Navendê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê yên derûnî, heta niha gelek xebatan kiriye. Şêwirmend û derûnînasa Navenda Şehîd Amara ya navçeya Til Temira Kantona Cizîrê, Fadiya El-Ewed li ser xebatên ji bo başkirina derûniya jinan ku dikaribûn pê şoreşê ava bikin nirxandin kir.

Fadiya El-Ewed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser derûniya civakê û wiha got: "Pêwîstiya civakê bi piştgiriya derûnî heye. Ji ber ku em li herêmeke şer û êrîş û lê didomin dijîn. Lewre pêwîstiya me bi avakirina navendeke wiha lezgîn hebû ku em bikaribin ji derûniya jinan û civakê re çareyan bibînin. Pêwîstiya civakê û bi taybetî ya jinan, bi şêwirmendên derûnînas heye ku bikaribin li wan guhdarî bikin û pirsgirêkên wan ên derûnî çareser bikin. Ji ber ku civak bi awayekî wisa li jinan dinêre ku heta mafê wan ê xwendinê jî ji wan hatiye girtin. Ev yek jî di warê derûnî de zextê çêdike. Em di civakek wisa de dijîn ku hişmendiya baviksalarî lê serwer e. Volkana di wê demê de di hinavê jinan de dikeliya, bandorê li beden û derûniya wan dikir ji ber ku tişta dixwestin û rastiya hatibû ferzkirin ji hev gelek dûr bû."

'Jin di nava şoreşê de şoreşa xwe ava kirin'

Fadiya El-Ewed li ser şoreşa jinan jî wiha got: "Di nava şerê ku ev çend sal in li herêmê diqewime, rûbirûbûn û bandora li ser jinan ji mêr zêdetir e û encamên şer bandorê bêtir li derûniya wan kir. Dîlgirtin, revandin, destdirêjiya zayendî û hemû cureyên tundiya şer bi xwe re tîne bi awayekî neyînî bandor kir û vê yekê jî bû sedem ku barê jinan girantir bibe. Mînak dayika ku keç û kurê xwe di şer de winda kir, hevjîna ku hevjîn û zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Ev hemû jî veguherîn pirsgirêkên derûnî li ser civaka me. Eger rewşên xwekuştinê derketibin ev hemû encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ruxmî ewqas êrîş û pirsgirêkên derûnî jin dikaribûn gelek şoreşan di nava şoreşa jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin. Bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikaribûn bandorê li fikrên giştî jinan bikin, jiyana bi ewle ji jinan re ava bikin û bibin çavkaniya îlham û jêdera hêz û hêviyê."

‘Jin dikarin mafên xwe biparêzin'

Fadiya El-Ewed got ku ew li herêma ku dijîn her kêlî îhtîmala rûdana bûyerek heye ji lewre ev bang li jinan kir û got: "Pêwîstiya kê bi piştgiriya derûnî heye û dixwaze ji derûniya xwe re çareyan bibîne, dikare serî li Navenda Şehîd Amara bide. Ji ber ku em di rewşeke bê îstîqrar de di nava êrîşên dewleta Tirk de dijîn. Dîtina piştgiriya derûnî ne şerm e, di nava şerekî wiha de pêwîstiyek e, ji bo ku em bêtir bikaribin têbikoşin. Ji lewre bi wesîleya 8’ê li tevahî jinan pîroz dikin. Bi derûniyeke baş jin dikarin bêhtir bihêz bibin, li ber xwe bidin û riyên çareseriyê ji gelek krîz û kaosan re bibînin. Bi wê yekê dê kes nikaribe mafên wan binpê bike û bêtir wê ji têkoşînê re amade bin."