Bi pêla koçberiya el Faşêrê re felaketa mirovî mezintir bû
15 hezar zêdetir kesên ku ji El-Faşêrê ji cihê xwe bûne, ji aliyê tendirustî û mirovî ve di bin mercên krîtîk de ne gihîştin Tawilayê. Li ser tunebûna xizmetan û nebûna mudaxeleyê hişyarî tên kirin.
 
					Sûdan – Li Sûdanê, ji meha Nîsana 2023’yan ve heta niha, di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûn didomin. Di encama pevçûnên ku ji du salan zêdetir e didomin de krîzeke mirovî çêbûye û ev rewş bi taybetî bû sedem ku ji bajarê El-Faşêrê ber bi herêma Tawîlayê ve pêla koçberiyê çêbibe. Pispor li dijî vê felaketa mirovî, hişyar dikin û bang dikin ku divê ji aliyê navneteweyî ve mudaxeleya lezgîn were kirin.
Di du rojan de 15 hezar kes koçber bûn
Tora bijîjkên Sûdanê, ragihand ku di du rojên dawî de ji 15 hezarî zêdetir mirov ji El-Faşêrê koçber bûne. Hat diyarkirin ku pêla koçberiyê zêdebûna operasyonên leşkerî û êrîşên sistematik ên ku hêzên Piştgiriya Lezgîn li dijî sivîlan dikin çêbûye.
Li gorî komên çavdêriyê yên li qadê, zêdetirî kesên koçber bûne jin, zarok û extiyar in û hat diyarkirin ku kesên koçber dibin di mercên gelek xirab de piştî rêwîtiya bi xeter a ku bi saetan domiyaya, gihîştine Tawîlayê. Gelek ji wan di dema revê de rastî talan, êrîşên fizîkî kuştin û biçûkxistina nijadî hatine.
Herêma Tawîlayê bi pêla koçberiyê re ket nava krîzeke mezin
Herêma Tawîlayê bi ve pêla koçberiya ji nişkave, ket nava krîzeke mirovî. Li navendên tendirustiyê yên li herêmê, kêmasiya derman û malzemeyên tibî heye; xwarin ji bo zarokan tune ye, ava paqij ji bo vexwarinê kêm e.
Tora Bijîjkên Sûdanê, diyar kir ku ger saziyên navneteweyî di warê tendirustî, av, xwarin û bicihbûnê de desteka lezgîn nedin dê felaketek mezin çêbibe û hat gotin ku hê jî ji El-Faşêrê koçberî didome.
Gelek kes li herêman asteng mane
Her wiha bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku di navbera herêmên derdora El-Faşêrê de korîdorên bi ewle û mirovî werin vekirin, bal hat kişandin ku hê jî gelek kes, li van herêman asteng mane, ji ber vê yekê divê ji bo kesên koçberî Tawîlayê bûne, bi lezgînî alîkariya tibî û xurekê were kirin. Rêxistinê her wiha xwest sivîl werin parastin û temînat çêbibe ku alîkariyên bê mirovî bêyî gefa bi çekan an jî astengî bigihîjin mirovan.
