Jinên Afganî ji ber zilma Talîbanê nikarin werzîşê jî bikin
Bi girtina klûb û parkan re, jinên Afganî êdî tenê dikarin sibehê li kêleka rêyan bimeşin da ku tenduristiya xwe ya bedenî û derûnî biparêzin.
 
					BAHARAN LEHÎB
Kabul - Werzîş beşek girîng a tenduristî û jiyana her kesî ye. Li Afganistanê ev bi salan e ku tenê ji bo mêran destûra beşdariya werzîşê heye. Bi demê re û bi hewldanên domdar, jinên Afganî bi awayekî çalak beşdarî werzîşên cûrbecûr bûne û tîmên xwe ava kirine. Vê serkeftinê perspektîfa civakê guhertiye û nîşan daye ku jin dikarin di hemû waran de serfiraz bin.
Berî Talîbanê tîmên jinan ên navnetewî hebûn
Her ku ev çalakî berfireh bûn, gelek klûbên werzîşê hatin damezrandin û jinan serdana van klûban kirin da ku tenduristiya xwe ya laşî û derûnî biparêzin; hinek ji wan bi ferdî werzîşê dikirin, hinekên din jî, li gorî şîreta bijîşkan, ji bo dermankirin û baştirkirina rewşa xwe ya laşî bi werzîşê re mijûl dibûn. Berî vegera Talîbanê, jin di werzîşên wekî futbol, voleybol, atletîzm û hunerên şerî de çalak bûn û tewar tîmên neteweyî jî ava kirin.
Ji dema ku Talîban di sala 2021’an de hat ser desthilatê, werzîşên jinan bi fermî hatin qedexekirin û gihîştina wan a salonên werzîşê û parkan hatiye astengkirin. Lêkolîn nîşan didin ku jin ji mêran bêtir astengiyên çalakiya bedenî dikşînin û gelek ji wan ji bo tenduristiya xwe berê xwe didin werzîşên hundir an takekesî yên wekî meşên sibehê.
‘Fêm nakim çima Talîban ji êşandina me jinan kêfxweş dibe’
Li gel qedexeyan, jinan bi berdewamî nerazîbûn nîşan dan û gotin “Werzîş yek ji rêyên baştirkirin û parastina tenduristiya me ye.” Lêbelê, Talîbanê ev daxwaza rewa paşguh kiriye. Jinan rêyên nû dîtine da ku li hember zilmê li ber xwe bidin. Hin endamên tîm û komên werzîşê karîne ji welêt derkevin, lê gelek kesên ku werzîşê ji bo tenduristiya xwe girîng dibînin li malê mane. Ew sibehê berî qerebalixiya trafîkê diçin kêleka rê û bi takekesî an jî bi komî dimeşin. Ev çalakî ne tenê ji bo tenduristiya wan a bedenî baş e, di heman demê de derfetek pêşkêş dike ku bi stres û xemgîniyê re mijûl bibin. Nasîma Wasil, dayîkek 60 salî ku her roj bi keç û bûka xwe re li kêleka rê dimeşe, dibêje, "Ez fêm nakim çima Talîban ji êşandina me jinan kêfxweş dibe. Xuya ye, ew ji dûrxistina jinan ji kar û perwerdehiyê rewa dikin da ku wan ji mêran biparêzin. Ji ber vê yekê jinên ku li ser rêyan lava dikin an jî kelûpelan difiroşin di civakek ku ji hêla Talîbanê ve tê rêvebirin de bi çi cureyên destdirêjiyan re rû bi rû dimînin?”
Nasîma destnîşan dike ku Talîbanê rê li ber wan girtine, da ku nikaribin herin park û meydanên werzîşê û wiha got: “Qaşo ji bo ku em civakê nexapînin. Gelo ewlebûna li cihên girtî ku em rêz û rûmetê qezenc dikin, gendelî ye? Em li ser rêyên tijî ax û otomobîlan bi rastî biewle nînin. Ez ji vê retorîka olî ya Talîbanê re heyran im.”
Dema ku min li dora xwe nihêrt, min gelek jinên mîna Nesîmayê dîtin ku bi cilên reş ên dirêj dimeşin, hin ji wan jî burka li xwe dikirin, da ku tenduristiya xwe biparêzin. Hemû bi awayek xurt hêvî dikir ku rojekê ew dikarin dîsa jiyanek normal, azad û bi rûmet bijîn.
