Şampiyona Iraqî ya sînoran red dike: Tayba Fahîm

Xwendekara ciwan a hiqûqê Tayba Fahîm, astengiyên civakî derbas kir, di qada gureş û kickboksê de serkeftina navneteweyî bidest xist û nîşan da ku jinên Iraqî digel zehmetiyan jî dikarin biserkevin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Werzişvana Iraqî Tayba Fahîm tevî temenê xwe yê ciwan û zehmetiyan jî, di werzîşa gureşê de him di qada netewî û him jî navneteweyî de got “ez jî heme” û di nava werzîşvanên ciwan de veguherî sembola ezîm û biryardariyê.

Tayba Fahîm, jinek ciwan a Iraqî ye û xwendekara beşa Hiqûqê ya sala 4’emîn e. Tayba Fahîm, di 13 saliya xwe de dest bi werzîşa gureşê kir û him di qada netewî û him jî navneteweyî de gelek serkeftinan bidest xist; mîna yek ji werzişvanên pêşeng ên Iraqê tê qebûl kirin.

Di sala 2018’an de bû werzîşvana herî baş

Tayba, li Bexdayê di gelek turnuvayên herêmî de bû şampiyon û di sala 2018’an de mîna werzişvana herî baş a Iraqê hat hilbijartin. Di turnuvaya gureşê ya serbest a "Classîc" a li Lubnanê hat lidarxistin de bû 2’yemîn. Di sala 2019’an de, di Şampiyoniya Efrîka û Ereban a li Misrê hate lidarxistin de bû şampiyon û bû yekem werzîşvana jin a Iraqî ya xwedî kembera profesyonel. Di sala 2023’yan de beşdarî tûrnûvaya li Cezayîrê hat lidarxistin bû û bi madalyaya bronz bû 3’yemîn. Herî dawî jî di tûrnûvaya Makram El-Qarnamî ya di sala 2025’an de li Tûnisê hate lidarxistin de jî, madalyaya zêrîn û 1’emîntiyê stend.

Ji Gureşê ber bi Kîcboksê ve

Tayba Fahîm, destpêkirina xwe ya gureşê wiha anî ziman: "Min dest bi gureşê kir û di sala 2018’an de beşdarî tûrnûvaya Klasîk a li Lubnanê bûm. Di tûrnûvayê de bûm 2’yemîn. Piştre min berê xwe da boks û kîcboksê. Ev werzîş ji bo min ne tenê hobiyek bû; ew min hilbijart. Gelek kes van werzîşan mîna hobiyek an jî ji bo derbaskirina wextên xwe yên vala dikin. Lê ji bo min, ev werzîş di xwîna min de heye. Ev jêhatîbûn ji zarokatiyê ve di hundirê min de hebû. Em bi hev re mezin bûn û bi perwerdehiya domdar bipêş ket. Ez îro xwedî dîrokek serkeftinên him neteweyî û him jî navneteweyî me û ez 13 sal in ji bo welatê xwe têdikoşim. Min Iraq û ala wê di areneya navneteweyî de temsîl kir.”

‘Serkeftinên min dê şopên mayînde bihêlin’

Tayba, di berdewama axaftina xwe de balkişand ser girîngiya hewildan û biryardariyê ya di qezenckirina serkeftinê de û wiha got: "Li pişt her serkeftinê hewldanek zêde û keda domdar heye. Ez her roj saet 6’ê sibê şiyar dibûm û min antrenmanên xwe dikir. Dema karê min xilas dibû bû, min dîsa perwerdeya xwe berdewam dikir. Ev rê qet ne hêsan bû; hemû tûrnûvayên ku min qezenc kirin, ne hêsan bûn. Min tevî tenduristî, hewildan û dema xwe, xebata xwe domand û îro serbilind im. Ji ber ku ev serkeftinên min di dîroka werzîşê ya Iraqê de wê şopên mayînde bihêlin.”

‘Tu tiştek nikare jinên Iraqê rawestîne’

Tayba, da zanîn ku bi gelemperî malbat ji bo beşdarbûna zarokên xwe yên keç ên ji bo werzîşên mîna gureş an jî boksê dudilî dijîn û bawer dikin ku ev werzîş yên mêran e û giran e. Tayba diyar kir ku lê ew jêhatî ye û wiha pê de çû: “Min digel zehmetiyan jî hemû tiştên ku min dixwest, pêk anî. Ez him ji aliyê malbata xwe û him jî ji civakê ve rastî gelek zehmetiyan hatim, lê ev yek ji bo min bû motîvasyonek. Ji bo ez tiştên ku dixwazim pêk bînim û him di qada netewî û him jî navnetewî de bibin şampiyon, hêzek mezin da min. Jin êdî rolên ku beriya niha mîna ya mêran dihat dîtin, pêk tînin. Ev yek jî îspat dike ku tu tişt nikare jinên Iraqê bide rawestandin.”

‘Jinên serkeftî rastî nêrîna civakê û zehmetiyan tên’

Tayba Fahîm, balkişand li ser nêrîna civakê ya li dijî jinên serkeftî û axaftina xwe wiha domand: "Jinek serkeftî di civakê de bi hêsanî nayê qebûlkirin. Ev gelek pirsan derdixe holê: Çima? Sedem çi ye? Gelo serkeftina jinan dikare çawa bê redkirin? Gelo mêrek dikare xwe bi jinekî re qiyas bike û jinê re bikeve nava têkoşînek fîzîkî? Mêrek tu caran xwe bi jinekî qiyas nake. Hinek kesan jinên boks an jî ajokariya taksiyê dikin, mîna hişk û mêranî bi nav dikin. Lê ev yek ne rast e. Jina ku di vê qadê de dixebite xwe îspat dike û nîşan dide ku dikare serkeftî bibe. Jin di qadên dihilberîn de bi xîret û serkeftînek dixebitin. Dema mêrek karekî dikin, jin di nava heman rojê de gelek karan pêktînin. Jinên Iraqî, xwedî jehatibûnên perwerdekar, zanebûn, di her qadê de qehreman in û dikarin li hemberî hemû zehmetiyan serbikevin."

‘Piştgirî dayîna jêhatîbûnên jinan pir girîng e’

Tayba Fahîm, da zanîn werzişvanên jin û bi taybetî jî werzişên takekesî yên mîna gureş û kîcboksê nayên destekkirin û got: "Rola jinan a di werzîşên lêkdanê de tevî jêhatibûna wan jî, pêşerojek zelal nabîne. Ji bo îspatkirina jinan derfetek baş nehat dayîn. Me gelek caran serkeftinen xwe nîşan da, lê federasyonên werzişê jî bi gendeliya îdarî re têdikoşin."
Tayba, balkişand ser girîngiya dayîna qad û piştgiriyek rast a ji bo jinan û axaftina xwe wiha domand: "Jin ji bo ku bi awayekî azad hobiyên xwe pêk bînin û bipêş bikevin, hewceyê qadek berfireh û piştgiriyê ne. Pêdivî bi piştgiriya Wezareta Ciwan û Werzîşê, Komîteya Olîmpiyadê û hemû saziyên hikûmetê yên têkildar heye. Li Iraqê potansiyelek mezin a jinan heye, lê divê ev jêhatîbûna jinan bi domdarî bê destekkirin, pêşxistin û parastin. Ger ev paşguhkirin bidome, werzîşvanên jin ên Iraqî dê neçar bimînin ji bo pêşxistina jêhatibûnên xwe koçî welatên din bibin. Vê demê emê nikaribîn di vê qadê de werzîşa jinan bipêş bixin."

‘Biryardarî rêya me ye û serkeftin jî mafê me ye’

Tayba Fahîm, ji bo hemû jin û ciwanên Iraqê peyama “Min ji bo bidestxistina serkeftinê, dev ji perwerdehiya xwe berneda. Ez ji bo debara xwe dixebitim û dîsa jî eleqederbûna werzîşa jê hêz dikim didomînim û serkeftinek mezin bi dest bixim. Kes nikare me ji armancên me dûr bixe an jî destkeftiyên me biçûk bibîne. Em heq dikin ku ji bo serkeftina xwe bên pîrozkirin” da û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ezê tu caran gav paşve neavêjim. Em nifşekî xwedî hêz in û emê şopa xwe bihêlin. Em ê tu carî dev ji xeyal û armancên xwe bernedin, Biryardarî rêya me ye û serkeftin jî mafê me ye."