“Jin wê bibin şopdarên şoreşa nû ya Kurdistan û Rojhilata Navîn”

Yekîneyên Keçên Rojê yên Apoyî ji bo şermezarkirina qetilkirina Mehsa Emînî daxuyaniyek da û ragihand ku "ew ê tola xwîna wê ya bi neheqî hatiye rijandin ji çeteyên Komara Îslamî hilînin.”

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Keçên Rojê yên Apoyî ku hebûna xwe li Tehranê ragihandine, di daxuyaniyekê de qetilkirina Mehsa Emînî şermezar kir û got: “Ji niha û pê ve tu kesên ji çeteyên ku di nava polîtîkayên çewisandinê de yên li dijî jinên Kurdistan û Îranê cih girtine, wê ji êrîşên me rizgar nebin.”

Daxuyaniya Yekîneyên Keçên Rojê yên Apoyî wiha ye:

“Jin, jiyan, azadî!

Sîstema teokratîk û baviksalar ya Îranê bi kuştina keça Kurd Jîna Emînî bi hinceta hîcabê careke din israra xwe ya li ser ferzkirina siyasetên tepeserkirinê li ser hemû muxalîfên ku rêgezên teokratîk û baviksalarî qebûl nakin nîşan da. Ev sîstem di heyama çil salên derbasbûyî de, hewl daye ku bi balkişandina li ser hemû aliyên hêza hişk û nerm, civakên ku li sînorên erdnîgariya Îranê dijîn, bi rê ve bibe û li gorî baweriya wan, ji wan gelan yekojen çêbike. Lê beriya vê çil salî û piştî wê jî Kurdistan keleha berxwedan û serhildanê bû û dê bibe.

“Wê ji êrişên me rizgar nebin”

Em weke Keçên Rojê yên Apoyî di pozîsyona şopdarên têkoşîna azadiya Kurdistanê û demokrasiyê ya Rojhilata Navîn de, hevxemiya xwe bi gelê Kurdistanê û malbata şehîd Jîna Emînî re radigihînin. Ji niha û pê ve tu kesên ji çeteyên ku di nava polîtîkayên çewisandinê de yên li dijî jinên Kurdistan û Îranê cih girtine, wê ji êrîşên me rizgar nebin. Kuştina Jîna Emînî û keçên din ên vê xakê, neheqî û zextên li ser jinên Kurdistan û Îranê bê şik û guman nayên qebûlkirin. Jin wê bibin şopdarên şoreşa nû ya Kurdistan û Rojhilata Navîn û hêza parastin û berxwedanê ji şervanên Kobanê fêr bûne. Jin wê jiyan û azadiyê bi rengekî nû pênase bikin.