NY: Ji dibistanan dûrxistina jinên Afganî şerm e
Tevî bangên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo zarokên keç li Afganîstanê biçin dibistanê jî, Talîban binpêkirina mafên bingehîn berdewam dike.
Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî bang li Talîbanê kir ku dibistanên navîn û amadeyî ji bo zarokên keç ji nû ve veke dûrxistina wan ji kursiyên dibistana navîn wek "şerm" pênase kir.
Netewên Yekbûyî, fikarên xwe ya mezin ku li ser politîkaya Talîbanê ya li hember jinan, astengiyên din ên li ser azadiyên bingehîn, bi awayekî ku dê qeyrana aborî ya welat kûrtir bike, bêewlehî, hejarî û îzolebûnê zêdetir bike, anî ziman.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, Talîbanê bi biryara nevekirina dibistanên zarokên keç sala borî qeydkirina zêdetirî milyonek keç a li dibistanên navîn asteng kir.
“Sala tarî”
50 keçên ji paytext Kabulê û parêzgehên Nangarhar û Parwanê bi sernavê "Sala Tarî: Ji keçên Afganî ji bo Lîderên Welatên Îslamî û Cîhanê” peyam şandin û keçên bi navên wan derbas dibe name îmze kirin.
Azadî ya xwendevanek kevn a ji Kabulê, di nameyê de wiha got: “Sala borî em ji mafên xwe yên bingehîn ên wek mafê perwerde, kar, azadiya jiyana bi rûmet, azadiya tevger û îfadeyê, mafê çarenûsî û biryargirtinê bêpar hatin hiştin.”
Neteweyên Yekbûyî careke din bang li Talîbanê kir ku rêze tedbîrên ku gihiştina jin û keçên Afganî yên maf û azadiyên xwe yên bingehîn sînordar dike, betal bike.