Hunermenda Cezayîrî Farîda Sabounjî jiyana xwe ji dest da
Ofîsa Çand û Enformasyon a Neteweyî ya Cezayîrê ragihand ku hunermenda pispor Farîda Sabounjî jiyana xwe jidest daye û ji bo hezkirî û xizmên wê sersaxî xwest.
Navenda Nûçeyan – Ferîda Sabounjî ya ku yek ji hunermendên herî girîng ên Cezayîrê ye, di 92 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Di nûçeya ku ji aliyê Ofîsa Çand û Enformasyon a Neteweyî ya Cezayîrê ve hat ragihandin de, ji hezkirî û xizmên Farîda Sabounjî re sersaxî xwestin û hat tomarkirin ku welat hunermenda xwe ya girîng wenda kiriye.
Gelek xelat wergirt
Farîda Sabounjî ku yek ji rûyên sînema û rêzefilmên girîng ên welat e, di 13 saliya xwe de dest bi karê hunerî kiriye û ji jiyana xwe ya dirêj a hunerî re gelek berhem hişt. Di jiyana xwe ya hunerî de gelek xelat wergirt. Xebata bernameyan û dengbêjiyê ya radyoyê dikir. Hinek rezêflîmên ku di hefizayan de ma û lîstikvaniya xwe renk da evin; (Al-Masir), (al-Maktoub), (The Will), (The Kid of Time), (Îmtîhana dijwar) û (Dar Ummu Hanî).
Cezayîr şîna xwe digre
Navenda Pêşxistina Sînemaya Cezayîrê, Operaya Cezayîrê, gelek saziyên hunerî, komên şanoyê û rojnamevanan bi rêya medyaya parvekirin ku şîna hunermend digrin û xemgîniya ji mirina wê jiyîn.