Ji Teoriya Gulê ber bi Şoreşa Jinan ve xweparastin – ANALÎZ
Li beramberî paradîgmaya dewletê derketin bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ve pêkan e. Divê em cîhanê bi paradîgmaya jin û civakê ji nû ve şîrove bikin, îradeya guhertin, rexistinkirin û çalakiyê derxînin holê.
AKADEMIYA JINEOLOJIYÊ
Xwe naskirin rastiya xweparastinê re girêdayî ye. Jin û civaka ku xwe nas dike, jin û civakek ku parastina xwe avakiriye. Di hevsengiya ku gerdûnê di pêkhatina wê de ava kiriye de, jiyan û tevger, şekl û pêvajoyên pêkhatina maddî û manewî di nav girêdaneke diyalektîk de ne ku bandorê li hev dikin û hevûdu ewle dikin. Cîhane me, xweza, cîhana zindiyan ji bo ku hebûna xwe biparêze û berdevam bike j ku di nav ekosîstemê de parastina xwe ava dikin. Her çend di nebat û ajalan de pirbûn, xwarin û parastin ji hev cuda bin jî, di esasê xwe de armanca wan parastina hebûna xwe ye.
Di zagona gerdûnê de xweparastin
Em dikarin hinek mînakên ku girêdana xwe bi gerdûn û diyalektîkê heye bidin; Hevsengiya gerdûnê û zindîtî, livîn, enerjî û hebûna di atomê de... Girêdana aheng û hevsengiya di navbera hevsengiya atomê de ku di navbera elektron, notron û proton de pêk tê û hêza vegerandin-kişandinê ya ku hebûna di makrokozmosê de gengaz dike. Taca beybûnê û çanaqa pelan bi organên xwe zêdekirinê xwe zêde dikin û diparêzin. Kok pelên wê xwarina xwe ji ax, tav, baranê digre. Pêşkêşkirina tozkulîlk wekî xwarinê ji zindiyên din ên wek mêşhingiv re têkiliyek sîmbiyotîk ku di xwezayê de hevdu diparêze û temam dike vedibêje.
Kaktûs di nav xwe de ava kom dike û demek dirêj zîndî dimîne. Her wiha bi sitriyên xwe xwe ji xeteriyên derve diparêze. Çûk hêlîna xwe li cîhên ku kes nikare xwe bigîhîn çêdike, li ser darên mezin ên ku tu dest nikare xwe bigîhîne ava dike. Lawirên mîna Xezal û beraz bi komî tevdigerin, ji nav vê komî de erkêşek derdikeve û bi yek rêzê dimeşin. Dewe ji bo ku di çolan de bijî di kobika xwe de avê kom dike.
Mekanîzmaya ku mirov xwe diparêze: Civakbûn
Mirov jî perçeyej ji vê diyalektîkê ye û bi sedhezaran sal di bav vê sîstemê de xwe bi cîh kiriye. Sîstema ku mirov hebûn û ewlehiya xwe diparêze civakbûna wê ye. Mirov bi civakbûnê ziman, fikir, axaftin, hilberîn û hêza jiyanê pêş xist. Bi civakbûnê hebûna xwe parast û berdewam kir. Xwe xwedî kirin, parastin, xwesteka xwe xwedîkirin, parastin û xwe zêdekirin ji bo mirov û civakê, mîna zindiyên din, rastiyên bingehîn ên jiyanê ne. Her çendî divê xwestekê de zanebûn fikir ji hevdû cuda bin jî armanc hebûna xwe berdewam kirin e.
Mirov vê pêvajoya avabûna madî û manevî mîna exlaq, çand, bawerî û estetîkê di nav civakbûnê de jiya. Gund avakir, lawir û nebat kedî kir, çandinî kir. Civakbûn di derdora zanis, girêdanbûna jiyanê, hişyariya jinê re şekil girt. Bi hezaran sal nirxên çanda parvekirinê ku şekil da roja me îro derxist holê.
Şikestina zayenda duyemîn û jinûve nîrîna li dîrokê
Şoreşa neolîtîk a ku li Serêkanê-Til Xelef a Mezopotamya Jor dest pê kir û li cîhanê belav bû, hêz û berhemdariya civakê nîşan dide. Şoreşa gund û çandiniyê ya ku bi çanda jiyanê ya niştecihbûyî bingeh girt, weke yekemîn şoreşa jinan ji Kevana Zêrîn li hemû cîhanê belav bû. Ev şoreş di eynî wextê de şoreşa zanist-teknîk, gund û çandinî, çand û exlaq e. Nirxên bingehîn, xwe hilberandin û xweparastina mirovbûn û mirovbûnê temsîl dike. Çandek jiyanê ye ku bi vedûre fikirandin, nîqaşkirin, parvekirin, hilberandin, kêfxweşî û acizbûn saz dike. Îro di eynê erdnîqriyê de şoreşa duyem a jinan bilind dibe. Têkoşîna azadiya Kurdistanê û şoreşa duyemîn a jinê ku koka xwe li van xakan girt, têkoşîna vegerandina hêza xweparastinê û çanda ku ji jin û civakê hatiye dizîn e. Armanc dike ku hebûn û azadiya xwe biparêze û mayînde bike. Têkoşîna li hemberî derewên 5 hezar salan, talan, desthilatdariya mêr-dewlet û diziya kedê parastina nirxên bingehîn ên civakê ye. Hêza xweparastinê ku civakbûna jinê ye bi pêvajoya duyemîn a şikestina zayendî re derbeyek mezin dixwe. Pêşketina şaristaniya dewletê hêza jinê ya jiyanê diafirand û pêşengê xwezayî bû ji jiyana civakbûnê qewitand, xist xîzmeta mêr û malbatê. Êdî birdozî, plîtîka, aborî, zanist, leşkerî karê mêr; jinê kir xizmetkarê malbatê.
Di çavkaniyên mîtolojîk ên Sumeran de, dewleta yekem a ku bingeha wê li Mezopotamya Jêrîn hatiye avêtin, şerê dijwar ê Enkî û Înanna, şerê parastina nirxên civakî, çanda dayik-jin û jiyana ku afirandiye ye. Mîtolojiya Tîamat-Marduk jî eyê rastiyê dibêje. Bi olên semawî re qalibên zihnî yên olperest û zayendperest ku dibejin jin ji parsûyên mer çêbûye, ji bo razîbûna li çarenûsê li ser civakan tên ferzkirin.
Êdî bi zorê tundiya mêr a li ser jinan weke qeder, namûs, guneh, tê dîtin, jinek ku ji rastiya jiyan û civakê tê dûrxistin derdiveke holê. Di eynê wextê de ji mekanîzmeya xweparastinê tê dûrxistin. Jina ku vê êrîş û dagirkeriyê qebûl nake, tevlî çemê modernîteya demokratîk dibe û di her wextê de di nav şerê lêgerîna azadî, xweşik û başbûnê de de dinîme.
Têkoşîna parastina hebûna xwe xwedî dîrokek dirêj e
Têkoşîna parastina azadî û civakîbûnê ji Înanna heta Metîs li dijî Enkî û Zeus, ji Fîrewn heta Nemrûdên hemdem, berdewam dike. Şopdarên Star, Îştar, Înanna, Îsîs, Kalî, Kîbele, Demeter, Afrodît, Venus li dijî dijî dîroka ku tê xwestin di tarîtiyê de bimîne, rûyê ronî ne.
Kesên mîna ji Hîtîtan Puduhepa, ji Kartaca Dîdo, ji Filistîlî Dalîla, ji Babîlê Semîramîs, ji Misirê Hypatîa, ji Palmyra Zennube, ji Erabistanê Xetîce, Fatma, Ayşe, Rabîa, Adewiye û ji Îbranîyan Meryem tevli vê çemê bûn.
Ji Baciyan-i Rum, Begins, Heretics bigre heya Suffragettes, partîzanên jin…Gabriela Silang, Olympe de Gouges, Louise Michel, Jhansı Ranisi Lakshmibaı, Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn, Alexandra Kollontai, Huda Sha'arawî, Nezihe Herreradin, Petrmaa Goldman, Doria Shafik, Phoolan Devî, Camila Bouhired û gelekên din. Rêxistina jinan a Partiya Komunîst Jenotiel li Rûsyayê, Celia Sanchez li Kubayê, Tabûra Jinan a Artêşa Sor û desteyên jinan, gerîlayên jin ên li Çîn, Vîetnam, Nîkaragua û Kolombiyayê milîtan û rêxistinên şoreşger in ku di pêvajoya şoreş û avakirina civakî de şer dikin û bi rêxistin dikin. Di demarê parastin û berxwedanê de xelekê nû bi cîh dikin.
Li Kurdistanê li dijî Îskender Surka Alem, Hurrem, li Kela Dimdimê Guher Xanim û Zaîde, di serhildana Rêvandûzê de Xatu Xanzat, Erdelanî Xatu Şahnaz, di serhildana Koçgiriyê de Zarîfe, di serhildana Agiriyê de Gulnaz, li Sasonê Rindêxan, di serhildana Dêrsimê de Besê, li Silêmanî Xefsa Xanê Naqîb, li Mehabadê Keça Negdeyî, li Helebceyê Adûle Xanim, Leyla Qasim…
Ji Eyyûbiyan Şecerret el-Durî… Di çand, huner û wêjeyê de Daya Tebrez Hawranî, Celalê Xanim Loristanî, Diya Xazan, Meryem Xan, Rewşen û Leyla Bedirxan, Ayşe Şan û bi hezaran weke wan…
Sêyemîn şikandina zayendî û girîngiya xweparastinê
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, xeta sosyalîzma zanistî ya ji bo çareseriya civakî ku xwe dispêre netew û çînan derbas dike. Çareseriya civakî ya ku vediguhere çareseriya nakokiya di navbera zayendan de û xeta sosyalîzma demokratîk, bingeha paradîgmaya nû ava dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pêvajoyê bi navê şikandina zayendî ya sêyem pênase kir.
Şikandina zayenda sêyem, li dijî mêr, dewlet û desthilatdariyan bi pêş dikeve. Azadiya jinan esas digre, serdema şoreşên jinan û qerekterê pêvajoya sedsala jinan diyar dike. Paradîgmaya modernîteya demokratîk, jiyan û pergala ku di lehiya civakê de bi pêş dikeve esas digre û ji dewlet û desthilatdariyê derbas dibe. Paradîgmaya demokratîk ekolojîk a azadîxwaziya jinan, nakokiya bingehîn, nakokiya ku di navbera jin û mêr de bi pêş dikeve, koletiya jinan, weke çavkaniya hemû koletiyan pênase dike. Ji ber vê, her pêşketina ku xwe dispêre azadiya jinan dê jiyanê, civakê, xweza û mirovahiyê rizgar bike, xweşik bike.
Rêgeza kapîtalîzmê: Pêşî li jinan bidin
Di hemû têkoşînên şoreşger de polîtîkaya “Pêşî li jinan bidin” polîtîkaya taybet a mêr-dewletê ye. Vê polîtîkaya şerê taybet li ser gelê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelên cîhanê tê ferzkirin. Xweparastin; tê wateya ku mirov ji van pêvajoyên dîrokî encaman derxe li dijî pergala desthilatdariya mêr-dewletê xwe amade bike. Li dijî feraseta azadiyê û ya takekesî ku kapîtalîzmê bi boyaxkirinê pêşkêş kiriye û pê pergala mêtinkariyê lîberalîze kiriye, berevajî kiriye, awayên jiyan û têkiliyan şiyar e. Jin ji aliyekî ve di bin navê olperestiyê de, mehkûmê mêran, malê û şarşefa reş tên kirin, ji aliyekî ve jî weke meta li bazaran tên pêşkêşkirin. Divê mirov bizanibe ku her du aliyên madalyonê girtin û pornokirin, berhema heman zihniyetê ye.
Pergala mêtinkariya kurewî, awayê klasîk û nû yê mêtinkariyê dike yek, li siyaseta hegemonyayê aliyên nû zêde dike. Ligel dagirkirina axê, îlhak û desteserkirinê, serê mirovan jî dagir dike. Qirkirina çandî; bi bênasnamehiştin, bêwarkirin, koçberkirin û valakirina ji mirovan, bûye polîtîkayeke ku rojane tê meşandin. Rojê bi hezaran mirov û jin tên qetilkirin, rastî tecawizê tên, ji cihê xwe tên derxistin, li ser rê û dirban tên qetilkirin. Bi çanda modernîteyê nasname tên asîmîlekirin, ked û beden dibe hedefa her cure êrişên pergala mêtinkar û tê bikaranîn. Qirkirina civakî, qirkirina jinan, qirkirina ekolojîk weke qerekter û polîtîkayeke dewletê tê meşandin.
Bedena me dil û aqilê me di bin êrişan de ne
Ji ber vê li cihê ku êriş zêde dibin, divê rêxistinbûna jinan û civakê zêde bie û xweparastin pêk were. Li dijî êrişên ku ji aliyê pergala mêr ve ji çend aliyan ve li dijî mêjî, dil û bedena me tên kirin; divê em bi mêjî, dil û bedena xwe rê li dagirkeriyê bigrin.
Parastina axa xwe, parastina av û enerjiya xwe, bi xwedîderketina li jiyan, ked û bedena xwe pêkan e. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên neteweyî, çînî, zayendî divê mirov kesayetiya xwe xwe bi hêz bike. Rizgariya ji mêtinkariya zayendî bi rêxistinbûn, çalakî û pergala civaka demokratîk pêkan e. Mêtinkariya li ser jinan, veguheriye mêtinkariya li ser civakê. Rizgariya ji dorpêça mêtinkarî û qirkirinê, xwedîderketin û parastina nasnameyan e. Li dijî paradîgmaya dewletê divê paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinan hebe. Bi vê yekê mirov dikare cîhanê bi paradîgmaya jinan û civakê ji nû ve şîrove bike û bibe xwedî guhertin, rêxistinbûn û çalakiyê.
Sibê: Beşa duyem a analîza Akademiya Jineolojiyê ya ya ‘Ji teoriya gulê ber bi Şoreşa Jinan ve’ bi sernavê ‘Çima teolojiya gulê’ dê bidome.