Ji encamên krîza avê û zuhabûnê li Efganistan pêla koçberiyê zêdetir dibe

Guherîna avhewayê li Efganistanê krîza koçberiyê kûrtir dike û çavkaniyên jiyanê wêran dike. Di vê çarçoveyê de, Neteweyên Yekbûyî ji xirabûna binesaziya bajaran û kêmbûna alîkariyê ya navneteweyî ya ji bo piştgiriya kesên zirar dîtî, hişyarî dide.

Navenda Nûçeyan – Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberan, hişyarî da ku guherîna avhewayê krîza koçberiyê li Efganistanê kûrtir dike. Ji ber vê yekê, hişkbûn, lehî û pêlên germahiya zêde rewşa koçberan lawaztir dikin, çavkaniyên wan ên jiyanê dikin xeterê û rê li ber vegera wan a herêmên xwe yên eslî digrin.

Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberan, îro ragihand ku li seranserî cîhanê nêzî 90 milyon kesên ku bi zorê ji cihên xwe hatine koçberkirin, li welatên ku bi rûbirûyê xetereyên giran ên avhewayî  dijîn. Di nav wan welatan de Efganîstan û Bangladeş jî hene. Her wiha komîseriyê destnîşan kir ku nêzî sê ji çaran a penaberên cîhanê li welatên ku gelekî di bin bandora xetereyên avhewayî de ne, dijîn.

Krîzên jîngehê li Efganîstanê ji ber kêmbûna avê û xirabbûna çandiniyê her ku diçe girantir dibin. Ev rewş dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên gel asteng dike, bi taybetî ji bo koçber û kesên ku vedigerin herêmên ku ji binesazî û xizmetguzariyan bêpar in.

‘16 milyon kes bi lezgînî hewceyî ava vexwarinê ne û 18 parêzgeh di xeteriyê de ne’

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku niştecihên zêdetirî nîvê parêzgehên Afganîstanê bi hişkbûn û kêmbûna avê re rû bi rû ne. Her wiha piştrast kir ku nêzî 16 milyon kes bi lezgînî hewceyî ava vexwarinê ya paqij in, di heman demê de herî kêm 18 parêzgeh di bin xetereyên giran ên avhewayî de ne.

‘kirîza avê bandorê li tenduristiya û ewlehiya xwarinê dike ‘

Her wiha Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî li Afganîstanê (UNAMA) ragihand ku hişkbûn û kêmbûna avê ji dijwariyên herî girîng ên avhewayî yên li welat in û bandorên wan digihîjin zêdetirî nîvê nifûsa welatî.

Krîza avê li paytexta Afganîstanê, Kabulê û bajarên din jî ji ber kêmbûna asta avên binerdê, xerabûna binesaziyê û qirêjbûna çavkaniyên avê bi avên kanalîzasyonê re, her ku diçe girantir dibe. Ev yek di heman demê de bi hişkbûn û lehiyên dubare re zextê li ewlehiya xwarinê û tenduristiya giştî zêde dike.

‘Diyardeya “El Nîno” xeteriya pêkanîna pêlên nû y koçberiyê zêde dike’

Di asta navneteweyî de, Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberan hişyarî da ku diyardeya “El Nîno” dikare xetereyên jîngehê li welatên ku penaberan pêşwazî dikin du qat zêde bike. Ev yek xetera pêkanîna pêlên nû yên koçberiyê li herêmên ku jixwe di bin krîzên mirovî yên giran de ne, zêde dike.

Di çarçoveyeke têkildar de, Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmet û saziyên têkildar kir ku veqetandinên ji bo amadekariya li hember karesatan û piştgiriya ji bo zêdekirina hewldanan bi guherîna avhewayê bikin. Her wiha, kêmasiya piştgiriya ku ji bo welatên di bin bandora şer û bêaramiyê de ne tê terxankirin, rexne kir, ev welat niha tenê ji sedî 10’ê ji tevahiya fînansekirina avhewayê ya cîhanî werdigirin.

Rêxistina navneteweyî tekez kir ku têkiliya di navbera guherîna avhewayê, koçberiyê û xizaniyê de hewce dike ku gavên bilez bên avêtin da ku dabînkirina avê were ewlekirin, çavkaniyên jiyanê bên parastin û xizmetên bingehîn ji bo komên herî zêde zirar dîtî baştir bên kirin.