Ji bo parastina jinên Tûnisî bi nivîsên xwe dîwarê bêdengiyê dişkîne
Nivîskara Tûnisî Habîba Mahrezî bêdengiya li dora pirsgirêkên jinan şikand, tekez kir ku jin nîvê civakê pêk tînin û nebûna wan, aramiya wê tehdît dike.
NEZÎHA BO SAÎDÎ
Tûnis – Di nav veguherînên civakî û çandî yên ku Tûnis ji serxwebûnê ve şahidî kiriye de, Koda Rewşa Kesane wekî yek ji destkeftiyên dîrokî yên herî girîng derket holê, statuya jinan mîsoger kir û aramiya malbat û civakê xurt kir. Vê qanûnê bingehek zexm ji bo redkirina pirjiniyê û ji jinan re dayîna mafên bêhempa ava kir.
Nivîskara Tûnisî Habîba Mahrezî xwest ku dîwarê bêdengiyê bişkîne û van mafên jinan ên nehatine gotin biparêze. Habîba, tekez kir ku jin nîvê civakê ne û her binpêkirina destkeftiyên wan gefek rasterast li ser hevsengiya malbatê û pêşketina civakê ye. Ji bo ku em bêtir li ser nivîsên wê, helwestên wê yên wêrek û bandora wê ya li ser parastina mafên jinan fêr bibin, di demekê de ku hewlên vegera bo pirjinî û paşveçûnê ji nû ve derdikevin holê - ku ew wekî xêzek sor dibîne ku nayê derbaskirin - ajansa me hevpeyvîna jêrîn bi nivîskar Habîba Mahrezî re kir, Habîbaya ku hewesa wê ya nivîsandinê ji zarokatiyê ve bi wê re ye û di xwendina wêjeya jinan de kêfxweşiyê dibîne.
Rêwîtiya nivîsandinê ya Habîba Mahrezî çawa dest pê kir?
Roman, çîroka kurt û afirînerî hewes û hestek e ku di nav nivîskar de, mêr an jin, heye. Ji zarokatiyê ve, min dixwest her tiştî binvîsim; Ez hîs dikim ku nivîsandin celebek katarsîsê (vegotina hestên hatine çewsandin a bi rêya hunerê) ye. Dema ku ez gihîştim zanîngehê, ev xwestek di hundurê min de mezin bû û ji nivîsandina çîrokên kurt ber bi nivîsandina romanên dirêjtir ve bipêş ket ku bi qasî ku pêkan e aliyên civakê û ji wê wêdetir vedihewîne. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku nivîsandin piştî 40, 50 an 60 salî dest pê nake; divê kokên wê ji zarokatiyê vegerê bin. Dema ez zarok bûm, min xwe bi fêrbûnê ve girêda. Ji ber ku min fêm dikir ku cîrana me ya ku ji mala mêrê xwe yê destdirêjker nereviyaye ne ji ber hezkirina wî ye, lê ji ber ku wê piştgirî, dahat û perwerdehiya wê tunebû ku nîşan bide ku ew ji mêrekî ne kêmtir e. Ev tiştê ku min di berhevokên çîrokên xwe yên kurt "Biryarek bêdeng" û "Şeytan û Perde" û romanên xwe yên "Kefara Zîndana Jinan" û "Xewnek di Laşê Min de" de behs kir. Ez tenê keçika li herêma me ya Kairouan bûm ku ji asta "pola şeşemîn" derbas bû û li dibistana navîn qeyd bû. Civaka wê demê fêm nedikir ku perwerde jinan û civakê diparêze.
*Jinên ku bandor li nivîsandina we ya li ser pirsgirêkên jinan kirine kî ne? Bi raya we, we edalet li wan kir? Û gelo hûn ji ber wêrektiya xwe ya eşkerekirina rewşa jinan di nivîsandina xwe de rastî rexneyan hatin?
Bandor her tim ji jîngeha ku nivîskarek tê de dijî tê. Divê perspektîfek rexnegir û helwestek wê li ser hin rewşan hebe, wek rewşa jinan. Ez di civatekê de dijîm ku jin tê de dihatin bindestkirin û nöheqî lê dihat kirin. Min digot, "Xwezî min bikariba vê yekê belge bikira û li ser binivîsiya, çi di paragrafek kurt de çi jî di nivîsek dirêjtir de, mîna helbestek gilî û gazinan."
Peyvek Fadwa Tuqan tune ku min nexwendibe. Ez pir heyranê wê bûm ji ber ku ew karibû hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma derbas bike. Ez ji hêla helbestvanên Nazik el-Melaîke, May Ziadeh û Ayşa Abd el-Rahman (Bint el-Şati') ve jî bandor bûm û min hemû dema ku ez li dibistana navîn bûm, xwendin.
Dema ku min "Heft Nîşan" nivîsand, tê de min rewşa jinan li Kairouan di serdemek taybetî de nemaze piştî serxwebûnê, dema ku nexwendin di nav keçan de belav bû, nîqaş kir, ez bi tundî hatim rexnekirin. Min mijara mîratê jî anî ziman û min gelek rexne wergirt. Ji ber vê yekê min "Kefaret" nivîsand, ku bihêztir bû û çû ser bingeha meseleyê û tiştên ku pir caran nehatibûn gotin çareser kir.
*Koda Rewşa Kesane çawa beşdarî xurtkirina rewşa jinên Tûnisî bû? Û hûn çawa bersivê didin hewildanên vegera pirjinî û paşveçûnê?
Koda Rewşa Kesane ew destkeft e ku jinan di çarçoveya malbateke aram û civakeke saxlem de bipêş xistiye. Van qanûnan Tûnisî di nav welatên ku jin di hemû warên edebî, zanistî û mirovî de dighîjin lûtkeyê de bicîh kiriye.
Jinên Tûnisî, bi aqilmendî û jêhatîbûna xwe, bi rêya tiştê ku wekî "Mûsa Kairouan" tê zanîn, ku peymanek zewacê ya dîrokî ye ku vedigere sedsala 8’an a Piştî Zayînê, di redkirina pirjiniyê de ji Koda Rewşa Kesane re bipêş ketin. Ev peyman pirjiniyê qedexe dike û mafê jinberdanê dide. Ger zilamek bi jineke din re bizewice, divê ew bi razîbûna wê be. Ew wekî "Mercê Kairouan" jî tê zanîn û koka wê vedigere Arwa el-Kairouaniya. Arwa, ji Xelîfe el-Mansûr re peymanek çêkir ku ew bêyî razîbûna wê nikare bi jineke din re bizewice û ger ew razî nebe, mafê wê yê berdanê heye.
Tûnis, di pêşvebirina civakê û azadkirina wê ya ji nav lepên paşveçûna kirêt de, mînakek zindî ya serkeftina Koda Rewşa Kesane ye. Ez vê yekê di nivîsandina xwe û di civînên wêjeyî û rewşenbîrî de diparêzim.