Baranek, bi hezaran êş: Li Xezayê berxwedana di bin konan de

Jinên Xezayê ku ji cihên xwe bûne û di konên kevin de diman, ji ber barana ku bariya, di şûna ku wek hemû gelên cîhanê kêfxweş bibin de, perîşan û şerpeze bûn.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Di şeveke valakirinê ku naşibe tu şevên din ên hatine jiyîn de, Faten eş-Şeva xwe di nava av, serma û bê çaretiyê de dorpêç bûyî dibîne. Di dema baranek gujanekî li Zîvala Xezayê barî de, konên kevin di nava avê de man û dîrek hilweşiyan. Ev tablo dîmena bi êş a mirovî ya bi sedhazaran kesên ji cihên xwebûne û di konên ne guncaw de dijîn, radixe ber çavan.

‘Konê me di nava avê de mabûn’

Faten eş-Şeva ku dayîka çar zarokên keç e, da zanîn ku ew roj yek jî demên herî zor ku ji dema ji mala xwe ya li rojhilatê bajarê Xeza neçar maye koç bike de jiyaye bû. Faten da zanîn ku demekê di nava aramiyê de dijî û ev roj qet xeyal nedikir û wiha got: “Min nedizanî dê baran ewqas bi bandor be. Dema nîvê şevê rabûm, min xwe di nava avê de razayî dît, konê me yê ku me zorê diparast hilweşiya bû, texte hemû li erdê bûn. Serma gelek dijwar bû, av li her derê dihat, tenê tiştê min karî bikim, bêyî ku hemû tişt xirab bibin, komkirina tiştên mane û ranzeyan bû. Ya herî bi êş ne baran û ba bû, hewldana min a di tarîtî û di bin baranê de min zarokên xwe rakir û bir konek din a cîranan bû. Êdî me nedikarî em di konê xwe de razên.”

‘Min hemû tişt bi destê xwe hilgirt’

Faten eş-Şeva ji bilî ku bûye dayîk û bav, neçar maye ku debara malê jî bi tena sera xwe bigre ser milê xwe. Hevjînê wê, dema ku li Xezayê mal dibûn hedef bi hawara wan de diçû bi giranî birîndar bûye û nikare bilive. Ev jî wê bi hemû dijwariya koçê re rûbirû hiştiye. Faten tiştên ku di wê şeva xedar de jiyaye, bi van gotinan anî ziman: “Min ew ranzeyên şil, bataniyên giran û darên konê di nîvê şevê de, bêyî alîkariya kesek din, bi destê xwe hilgirt. Wê kêliyê min ne tenê giraniya tişten, giraniya zilmê û bê çaretiyê jî hîs dikir. Çima ev biçûkxistin? Wê ev sûc heta kengê bidome? Ma dorpêç, koç û birçîbûn ne bes e?”

‘Baranê barê jinan girantir kiriye’

Faten eş-Şeva da zanîn ku jiyana di konek kevin de, ji bo jinan tê wateya windakirina mahremiyetê û wiha got: “Di konan de mahremiyet tuneye. Diwarên ku me biparêzin tunene, deriyên werin girtîn tune, qadek ku em bi tenê lê bimînin tune. Jin li vêderê tirsa ji bo zarokên xwe dijîn, di şertên bê rehm de û di nava zextê de hewl didin ku rûmeta xwe biparêzin. Her wiha vê baranê jî, barê jinên di kampan de girantir kiriye.”

‘Ez tenê konek saxlem dixwazim’

Li gel barana zêde, li herêmên cûda yên Xezayê bi sedan kon di bin avê de man. Li gorî texmînan ji sedî 70’yê nifusa Xezayê îro di konan de yan jî di navendên bicihbûnê yên demkî de dijîn. Ev rewş bi taybet di werza zivîstanê de ew bi şertên hewaya dijwar re rûbirû hiştine.

Faten eş-Şeva daxwaza xwe bi van gotinan vegot: “Îro daxwaza min gelek asan e, ew jî konek sexlem ku xwe li ber ba û baranê bigre û me jî vê hewaya cemidî biparêze ye. Ez tiştek zêdetir naxwazim. Tenê dixwazim zarokên min bikaribin tê de razên”    

Nîda eş-Şava ya 14 salî li gel dayîka xwe disekine, şahida vê rastiya bê rehm a ku zaroktî û xeyalên wê jê girtiye. Dibêje “Sûcê jiyana bi vî awayî çi ye? Peyva jiyanê jî ji bo tiştên me jiyan kiriye, gelek mezine.” Bi destpêkirina zivistanê re Nîda ji serman diricife. Ji ber ku tu bijarteyek din nîne, neçar maye di ranzayek şil de razê. Nîda behsa derfetên kêm kir û wiha got: “Derfetên me yên madî têr nake em konek baştir bigrin. Heta em nikarin bataniyên ku me ji sermayê biparêzin bigrin.”

‘Xeyalên min ên cerahbûnê winda bûn’

Nîda qama xeyalên xwe yên biçûk ku winda bûne kir û van xeyalan wiha anîn ziman: “Min ji xebata dersê hez dikir, ez fêrî zimanên nû dibûm. Min gelek girîngî dida dibistana xwe. Îro nikarim lênûsekê jî bigrim, nikarim heqê perwerdê bidim. Ez li hevalên xwe yên polê dinhêrim û serkeftinên min ên berê, tên bîra min. Xeyalên min ên cerahbûnê winda bûn. Şer tiştek ji me re nehişt, xeyalên me yên biçûk jî nehişt.”

Ew şeva ku kon di nava avê de mabûn, Nîda tevî temenê xwe yê ciwan hewl da destekê bide dayîka xwe. Nîda got ku “Dema bayê li konê dida, ji ber ez ya mezin bûm, min hewl da di rakirina tiştan de alîkariya dayîka xwe bikim. Divê ez li gel xwişkên xwe bûma û min li wan binhêrta. Dayîka min ava ku kom bûye vala dikir, tiştên ku ji şilbûnê rizgar bûne, dibir cihek din.”

Tabloyek ku kurahiya krîza mirovî nîşan dida

Tiştên ku malbata Faten eş-Şeva û bi hezaran malbatên li Xezayê ji cihên xwe bûne dijîn, binpêkirina eşkere ya mafê bicihbûnê, mafê parastina ji şertên hewayê û rûmeta mirovî ya mafê bingehîn ê mirovan di nav de hebû ye. Hiqûqa mirovî ya navnetewî, ji parastina sivîlan û bi taybetî di rewşên pevçûnên çekdarî de pêkanîna cihên bicihbûnê berpirs e. Lê belê rastiya li Xezayê, serneketina di pêkanîna van mafan de derdixe holê. Malbat ji hemû mudaxaleyên mirovî yên çareseriyê bê par, terkî jiyanek xedar tên kirin. Ewê zivistanê di konên kevin û xirab bûne de pêşwazî bikin. Baran konên heyî di nava avê de dihêle, nebûna alternatîfan jî, êşên jin û zarokan du qatîn dike. Ev tablo krîza mirovî radixe ber çavan û berpirsyariya civaka navnetewî dike rojev. Ji ber ku mirovên ji cihên xwe dibin, hewceyî stargehek layîqî rûmeta wan û parastinek rast in.