20 çalakvan li dijî binçavkirinên li Îranê bang kirin

Çalakvanên Kurd û Îranê bang li rejîma Îranê kirin ku demildest kesên hatine binçavkirin berde û gotin: “Binçavkirina wan ji ber siyaseta sînordarkirina civakê û bêdengkirina dengê kesên muxalif e.”

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zext û gefên li dijî çalakvanên civaka sivîl bênavber didomin. Bi taybetî di rojên dawî de gelek çalakvan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî jî di nav de, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatin binçavkirin. Her wiha hêzên Îtlaeta Îranê 4 welatiyên Kurd li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bêyî fermana dadweriyê binçav kirin û çarenûsa wan nayê zanîn. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê binçavkirina çalakvanan bû sedema nerazîbûnan.

Ji 20 çalakvanan bang

Li hemberî binçavkirin û zextên rejîmê, 20 çalakvanên civaka sivîl ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê demildest kesên hatine binçavkirin werin berdan û wiha hat gotin: “Binçavkirina çalakvanan û bikaranîna tundiyê beşek ji siyaseta sînordarkirina civaka sivîl û bêdengkirina dengê kesên ku daxwaza maf, rûmeta mirovan û aştiyê dikin e.”