Civînên danasîna hevpeymana civakî ya nû dewam dikin

Komîteya sererastkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo mamosteyên kantona Kobanê civîn li darxist.

Kobanê- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclîsa Sûriya Demokratîk, ji 15`ê Tîrmeha 2021`an de dest bi sererastkirina Hevpeymana Civakî kir. Nivîsandina reşnivîsa hevpeymanê ji meha Tebaxê dest pê kir û di 12`ê Sibata 2022`an de bi dawî bû. Li ser vê bingehê komîteya nivîsandina hevpeyvana civakî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzecivîn dest pê kir. 

Li ser vê bingehê îro komîteya sererastkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzecivînên danasîna hevpeymana nû dewam dikin. Di vê çarçoveyê de îro civîn ji bo mamosteyên kantona Kobanê li hola dibistana şehîd Hogir hat li darxistin.

Civînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Pişt re endama komîteya teng ya Hevpeymana Civakî Fewziya Ebdî wiha axivî: "Destûr nasnameya welat e û çawa bikaribe jiyan û pergala xwe birêxistin bikin. Ji lewra em reşnivîsa hevpeymana civakî ya nû bi gel, sazî û rêxistinên xwe re parve dikin. Di 2013`an de li bajarê Qamişlo 100 kes ji civaka sivîl, mamosteyan, hiqûqnasan û partiyên siyasî kombûn, komîteyek hat avakirina û wê demê Hevpeymana Civakî ya kantona Cizîrê hat çêkirin."

Ji meha Nîsanê de me dest bi rêzecivînên parvekirina vê reşnivîsnê kir

Fewziya Ebdî behsa pêvajoyên ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbasbû kir û got: "Li ser vê bingehê Rêveberiya Xweser li sê kantonan hat avakirin. Pişt re Mibinc, Tebqa û Reqa hatin rizgarkirin û ew jî tevlî vê pergalê bûn. Ji bo vê yekê destûr, made û perensîpên ku hatibûn amedekirin, ji  hemû herêman re nebû bersiv. Li ser bingehê daxwazên wan herêman, hevpeymaneke nû bi navê Hevpeymana Federaliya Bakurê Sûriyê hat amedekirin. Paşê hinek herêmên me ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagirkirin, her wiha Dêrezor jî ji DAIŞ`ê rizgar bû. Ji ber vê pêwistî pê hat dîtin ku hevpeyman were sererastkirin. Êdî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo tevahî herêman civîn li darxist û nêrîn ji gel hat girtin ku ew destûrekî çawa dixwezin. Me bi  vî rengî ji Tebaxa 2021`an de dest bi nivîsandina Hevpeymana nû kir û me di Sibata 2022`an de bi dawî kir. Me jî ji meha Nîsanê de dest bi rêzecivînên parvekirina vê reşnivîsnê kir."

Pişt re reşnivîsa Hevpeymanê ku ji 99 madeyan pêk tê hat pêkêşkirin û herî dawî mamosteyan nêrînên xwe di derbarê de dan.

“Di xalên vê hevpeymanê de mirov girîngiya hebûna jinan dibîne”

Mamosteya beşa dîrokê Rewşen Beko ku beşdarî civînê bû, nêrîna xwe wiha ji me re parve kir: "Civîn di asteke baş de hat li darixistin û hemû madeyên di nav de bi zelalî hatin naskirin. Gelek made û xalên li ser asta hundir û derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine nivîsandin. Madeyكىadeyşn  û xalên li ser asta hundir û derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine nivîsandin..rbarê de dan.ir.ên li ser jin ji bo min gelek balkêşbû, di hemû destûr û hevpeymanan de mafê jinan gelek lewaz e û  di rastiyê de nayê pêk anîn. Lê di nava madeyên vê hevpeymanê de mirov girîngiya hebûna jinan dibîne. Ji îro û şûn ve heger jiyana me li ser bingehê van madeyan were birêxistinkirin, ez bawerim ku wê paradîgmaya ku Rêber Apo behsê dike were pêk anin. Ji bo vê hêviyên me mezin in û baweriya me jî heye."