Di nobeta edaletê de roja 418’emîn: Wê dayîk li ber vê zilmê serî netewînin
Malbata Şenyaşar ji ber dawiya heftê ye û awahiya edliyê girtî ye nobeta xwe ya ‘edaletê’ li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kirin û vê pêyamê dan: “Roja ku edalet hat dê agirê kezeba dayê bivemire”.
Riha – Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê, di roja 418’emîn de berdewam dike.
Ji ber dawiya heftê ye û awahiya edliyê girtî ye malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam dike.
“Dayikan serê xwe li ber vê zilmê netewand”
Malbat li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hashtaga #CumartesiAnneleri892Hafta peyam parve kir û got: Dayikan serê xwe li ber vê zilmê netewand û wê netewînin jî. Ev têkoşîn heta ku hêsirên çavên dayikan bisekinin dê berdewam bike. Roja ku edalet bicih were dê agirê di kezeba dayê de vemire.”