Du sal cezayê girtîgehê li çalakvan Saîda El-Ilmî hat birîn
Ji ber nivîseke ku wê li ser hesabê xwe yê şexsî li ser malpera tora civakî weşandibû, du sal cezayê girtîgehê li çalakvana Mexribî Saîda El-Ilmî hat birîn
Mexrib - Dadgeha Asliye ya Mexribê du sal cezayê girtîgehê û 5 hezar dîrhem (500 dolar) cezayê pere li blogger û çalakvan Saîda El-Ilmî, ji ber nivîseke ku li ser hesabê xwe yê şexsî li ser malpera tora civakî Facebookê belav kiribû, birî.
Çalakvanên mafên mirovan û Rêxistina Lêborîna Navdewletî girtin û dadgehkirina çalakvan Saîda El-Ilmî ji ber nêrînên wê şermezar kirin û daxwaza azadkirina wê kirin. Di heman demê de komele û dezgehên mafên mirovan û jinan daxwaza piştevaniya Saîda El-Ilmî ya ku bi nivîsên xwe yên rexnegir ên li ser şert û mercên siyasî û aborî yên welat û helwestên xwe yên ji bo piştgirîkirina girtiyên siyasî tê naskirin, kirin.