Dayikên Şehbayê li hember zextên li ser girtiyan tên kirin daxuyanî dan

Dayikên girtiyên siyasî yên di zîndanên Turkiyê de tên girtin li hember zoriyên li ser girtiyan tên kirin daxuyanî dan.

Şehba- Li dijî tundiya li ser girtiyên siyasî yên di zîndanên dewleta Tirk de tên girtin dayikên girtiyên siyasî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dayikên girtiyan û dayikên Şehîdan li gel endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û rêxistina Kongra Star amade bûn. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Têkoşîn Bîlel ve     hate xwedin.

Daxuyanî wiha ye: “Em weke malbatên girtiyan bi hemû pêkhateyên xwe bi tundî van kiriyarên kujer şermezar dikin. Bangawaziya me ji saziyên peyîwendîdar re ewe ku zextê bidin ser van rejîman ku dev ji van kiriyaran dijî pîvan û hevpeymanên navnetewî. Daxwaza me ew e ku lêpirsînan bikin û li dadgeha edaletê Erdoxan ceza bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” û ”Azadî ji girtiyên zîndanan re” bi dawî bû.