Ji 11 welatan bang li Talîbanê: Zexta xwe yê li ser jinan rawestînin

11 welatên endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Talîbanê kirin û wiha got: "Demildest hemû pêkanînên xwe yên zextê yên li ser jin û keçan paşve bikşîne."

Navenda Nûçeyan- Beriya civîna girtî ya Konseya Ewlehî ya Navdewletî ya ji bo nîqaşkirina rewşa Afganistanê, ji 15 welatên endam 11 welat, ji bo dilgiraniya xwe ya mezin ya der barê rewşa krîtîk a jin û keç ên li Afganistanê daxuyaniyek ku navê 'Daxuyaniya Teahûda Hevbeş ên li ser Prensîbên Jin, Aştî û Ewlekariyê' bi raya giştî re parve kir.

‘Girêdayî teahûdan bimîne’

Di daxuyaniyê de bang li Talîbanê hat kirin ku demildest hemû zextên xwe yên li ser jin û keçan paşve vekişîne. Herwiha Konsey, Talîbanê vexwend ku girêdayî teahûdên di biryara 2593’an ya konseya Ewlekariyê bimîne û ji mafên jin û keçan ji siyasî û aborî bigre heta perwerde û qada giştî beşdariya wan ya tam, wekhev, armancdar û yekgirtî di hemû aliyên civakê de li Afganistanê re rêz nîşan bide.

Ji Talîbanê re bîrxistina Peymana Navdewletî

Talîbanê ku li welat karkirina jinên Afganî ya di saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî de qedexe kir, di heman demê jin û keç an ji zanîngeh û dibistanên navîn durxist. Talîbanê ku bikaranîna mafê mirovan û azadiyên bingehîn ên jin û keçan sînordar dike, ji jin û keçan re gelek sînordarkirinên bi vî rengî anî bû. 11 welat van pêkanînan wek alîgirê “Peymana Navnetewî ya Rakirina Hemî Cûdahiya Li Dijî Jinê, tevgerên bi erkên Afganîstanê re nehevgirtî” bi nav kirin.

'Jin roleke jiyanî dilêyzin'

11 welat ku Arnavutî, Brezîlya, Ekvador, Fransa, Gabon, Japonya, Malta, Swîsre, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Îngilterê û DYA’yê pêkte, di daxuyaniyê de wiha gotin: "Jin di sivikkirina rewşa mirovî ya xerab de roleke girîng û jiyanî dilêyzin. Lewre, pisporiya wan a newekhev û gihîştina nifûsa ku hevpîşeyên wan ên mêr nikaribin bigihîjin wan hene û ji jin û keçan re piştgirek girîng a jiyanê peyda dikin."

'Perwerde ji bo pêşeroja welat girîng e'

Daxuyaniyê daxwaz ji hemû aliyan hat kirin ku bêyî cudahiya zayendê destûr bidin tevgera tam, ewle û bê astengî ya aktorên alîkariya mirovî. Di daxuyaniyê de li gorî biryarên hejmara 1325, 2593 û 2626 ên Konseya Ewlekariyê, wiha hat gotin: “Afganistanek bi îstîqrar, di warê aborî de domdar û aştiyane, encax tenê dikare dema jin û keç jî di nav de hemû Afganî bigihijin perwerde û perwerde bigrin û di heman demê de bi tevahî û wekhev beşdariya pêşerojê welat dibînin were dest xistin û domdar kirin.”

'Divê mijar di rojevê de bê hiştin’

Bi nêzîkbûna nûkirina erkê Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya Afganistanê (UNAMA), 11 welat ji ber "bi taybetî jî di wekheviya zayendiya civak, bihêzkirin û parastina jin û zarokên keç û azadiya perwerde, kar û tevgerê jî di nav de ye, têkariya wan ya nirx a parastina tam a mafên mirovî” piştgiriya xwe ya xurt ya ji UNAMA’yê tekez kirin. Di heman demê de, bang kirin ku rewşa jin û zarokên keç ên Afganîstanê "di rêzên destpêkê yên rojeva Konseya Ewlekariyê de” bê girtin, hat kitrin.