Hêzên Îranê gef li çalakvan Soniya Sharifi xwarin

Soniya Sharifi a ku yek ji wan kesên ku bejdarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li RSoniya Sharifi a ku yek ji wan kesên ku bejdaojhilatê Kurdistan û Îranê bûye li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal parve kir ku ji aliyê hêzên Îranê ve gef lê hatiye xwarin.

Navenda Nûçeyan-  Li paytexta Îran Tahranê di 16’ê Îlona 2022’an de piştî ku Jina Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hate qetilkirin. Serhidana ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî di meha xwe ya 9’an de berdewam dike. Hêzên Îranê hemû rêbazên zextê ên li beramberî gel û bi taybet jinan xistinê dewrê. Sonai Sharifi ya li bajarê Abdan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir û dest nîşan kir ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve gef lê tê xwarin.

Sonai Sharifi jî di mehên bûrî de di dema xwepêşandanên li seraserî welat de hate binçavkirin û girtin, demekê di girtîgeha Îlam de ma. Sonai Sharifi bi sûcên bê bingeh wek ‘şerker’ hate darazandin û der barê mijarê de piştî ku nûçe hatin weşandin parêzeran ev sûcdarî red kirin û zexta civakê ava kirin. Sonai Sharifî di encama hewildanên parêzeran de bi kefelat hate berdan. 

Di rojên borî de di dema xwepêşandanên li seranserê Îranê de Bamshad Suleimankhani ya Abdanî ya 21 salî hatî girtin, piştî rojekê dema ku ji girtîgehê derketî, ji ber sedema ser êşek dijwar jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din polîsê bi navê Mansoure Segund di dema xwepêşandanên seranserî welat de îstifa kir bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.