Hezar jin yek deng: Jin, Jiyan, Azadî!

Ji her netew û baweriyê jinên ku ji bo Kongreya 9’emîn a rêxistina xwe Kongra Star amade bûn, bi parastina ziman û çanda xwe bi yek armancê li vir kom bûbûn. Ev jî ji dirûşma wan diyar bû, hezar jin yek deng bû: Jin, Jiyan, Azadî!

BÊRÎTAN ZINAR

Hesekê – 15'ê Çileyê danê siharê em bi koma ku ji Helebê ji bo kongreya xwe ya 9’emîn a Kongra Starê berê xwe dabûn Hesekê bi hev re bûn. Jinên Helebê ruxmê ambargo û ferzkirinên li ser heremê, ji ber zehmetiyên ku di nav de dijîn jî bi kenên xwe, bi cil û bergên xwe yên neteweyî, bi pêşwaziyek germ berê xwe dan qada kongreyê. Heya em gihîştin qada kongreyê tilîlî û dirûşmên jinan kêm nebûn.

Qada kongreyê bi ewlekariyek mezin dihat parastin. Vê yekê Konferansa Şoreşa Jinan di 22’yê Tîrmehê de li Qamişloyê hat lidarxistin û piştî bidawîbûna roja yekemîn a konferansê di encama êrîşa hawayî ya dewleta Tirk de jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan jiyana xwe ji dest dabûn, anîn bîra me. Bawer im ku li cihê kombûna hezar jinên bi îdia û îradeya azadiyê rûxmê şert û mercên êrişên ku rojane çêdibin, ji bo rewşek neyînî neyê jiyîn tedbîrên ewlekariyê di vê astê de hatibûn girtin. Bêguman ruxmê ewqas êrişan ji bo Kongreyê kombûna hezar jinan dê bûbûya kulekî mezin di dilê dagirkeran de.

Serma ne di xema jinan de bû

Jinan li dijî sermayê jî li ber xwe didan. Ruxmê sir û seqemê jî jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên Kurdan, Ereban, Ermeniyan, Êzidiyan, Suryanan, Çeçen û hemu pêkateyên din ên li heremê hene qada Kongreyê rengoreng kiribûn. Diyar bû ku kombûna hezar jinan û rêxistinbûna wan, têkoşîna wan çavkaniya germbûnê bû ji bo wan. Piştî demek ku li qadê her kesê silavan dide hev û bêguman em jî dibin şahîdên wan silavdayînên germ, em derbasî hola ku Kongre lê tê lidarxistin bûn.

Li vê derê piştî silavkirina koma ku li ber derî bi cilên xwe yên bedew û rûyê bi ken me pêşwazî dikin, wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li tenişta wê dovîzên ku bi kulîlkên biçûk ên bi destan hatine çêkirin û li ser paçekî spî bi nivîsa ‘Jin , Jiyan, Azadî’ hatiye neqişandin û teşiya jinan a bi dîwar ve hatibûn daliqandin pêşwaziya me dike. 

Hola kongreyê bi xwe hêz dida

Paşê em wekê komeke girseyî derbasî hola kongreyê bûn. Dika kongreyê  bi dest û hûnandina jinan hatibû amadekirin. Li paşiya dikê posterekê mezin hebû ku li ser ‘9’emîn Civata Giştî ya Kongra Star’ û dirûşma kongreyê ya ‘Bi Rihê Têkoşîna Şoreşa Jinê Em ê Serhildana Jin Jiyan Azadî bi Ser bixin’ bi zimanên Kurdî û Erebî hatibû nivîsandin. Li milê çepê yê nivîsê jî wêneyên jina Kurd Jîna Emînî ya di 16’ê Îlonê de ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, Zeynep Celaliyan, jinên pêşeng ên bûne sembola serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê cih digirtin. Li kêleka çep a poster dirûşma kongreyê wêneyek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû danîn, li aliyê rastê yê posterê jî bi kefiyeyên Kurdî yên bi rengê kesk û sor û zer ên mîna sembola YPJ’ê jî tên nasîn li ser paçekî spî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibû nivîsandin.

Du deriyên çûyîn û derketina holê hebû li ser deriyekê wêneyek mezin a Bêrîtan Hêvî bi nasnav Gulnaz Karataş a di sala 1992’an de di êrişên hevpar ên dewleta Tirk û PDK’ê de li dijî îxanetê xeta berxwedanê hilbijartibû û xwe ji zinar avêtibû, li ser deriyê din jî wêneyê Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku di 26’ê Îlona 2022’yan de li Mersînê çalakiya fedayî kiribûn hatibû daliqandin. Derdora giştî holê jî bi wêneyên Sakîne Cansiz, Clara Zetkîn, Evîn goyî ya bi nasnav Emîne Kara pêşengên têkoşîna azadiya jinê cih digirtin.

Jin bi yek nasnameyê li qadê bûn

Beriya kongre dest pê bike jinan bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û bi tilîliyên domdar cihên xwe girtin. Em jî li bendê man ku piştî jinan cihê xwe girtin cihek rûniştinê peyda bikin lewre hejmara jinan têra hola kongreyê nekir. Di kongreyê de li gel endam û delegeyên Kongra Star ên ji herema Cizîrê, herêma Firatê, Heleb û Şehbayê, nûnertiya Kongra Star a Lubnanê, Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kombûna Jinên Zenûbya, Rêveberiya Xweser, Desteya Jin, Partiya Sûriye ya Pêşerojê û gelek pêkhateyên mîna Suryan, Ermen, Xirîstiyan, Ereb û Kurdên Êzidî û siyasetmedarên jin jî amade bûn.

Tişta li vê derê bala me kişand ruxmê cudabûna çand û zimanan bi yek nasnameyê kombûna jinan û bi yek dirûşmê pênasekirina hebûn û daxwazên wan bûn. Ji her netew û baweriyê jinên ku ji bo Kongra 9’emîn a rêxistina xwe Kongra Starê li vir amade bûn, bi parastina ziman û çanda xwe bi yek armancê li vir kom bûbûn. Ev jî ji dirûşma wan diyar bû: Jin, Jiyan, Azadî.

Pêşengên têkoşîna jinan hatin bibîranîn

Bi destpêkina kongreyê re piştî yek deqe rêzgirtina ji bo pêşengên têkoşîna azadiya jinê di şexsê Sakîne Cansiz a riya têkoşîna azadiyê li jinên Kurd vekir û mîrateyek mezin ji tevahî jinan re hişt de, Evîn Goyî bi nasnav Emîne Kara, Zeynep Sarûxan, Nagîhan Akarsel, Gulê Selma, Zehra Berkel, Hevrîn Xelef û tevahî pêşengên têkoşîna azadiyê hatin bibîr anîn. Di Kongreya ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir hat silavkirin de, di şexsê jina Kurd Jîna Emînî de tevahî şehîdên Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilat û Îranê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîr anîn. Weke mîmara têkoşîna azadiyê û afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin, di axaftinan de banga xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê hat bilêvkirin.

Kongre diyarî serhildana Rojhilat û Îranê hat kirin

Di axaftina vekirinê ya kongreyê de Rihan Loqo kongreyê li hemû jinên berxwedêrn ên li çar aliyên Kurdistanê li dijî her cure êrişên dagirkeriyê têdikoşin pîroz kir û bi bibîranîna tevahî jinên pêşengên jin ên têkoşîna azadiyê got ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gerdûnî bûye û ew ê bi vê dirûşmê şoreşa jinê mîsoger bikin. Rihan Loqo destnîşan kir ku ew kongreyê diyarî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilat û Îranê dikin, da zanîn ku ew bi biryar in tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin û azadiya wî ya fizîkî pêk bînin.

Piştî axaftina destpêkê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Şoreşa Jinan, nirxandinên wî yên li ser ‘Jin, Jiyan, Azadî’, jiyana komunal û aboriya komunal hat xwendin. Ji ber perspektîf bi zimanê Kurdî bû, jinên Ereb jî bi cîhazên ku axaftinan werdigerîne hewl didan perspektîfê baş guhdar bikin.

Jinên Ereb: Em bi Kongra Star bihêz in

Paşê ez li hola kongreyê geriyam û ji bo ji nêz ve jinên beşdarî kongreyê binasim, nêrînên wan ên li ser kongreyê bigrim û ji nêz ve bibim şahidê coş û kelecan wan a kongreyê li ku derê min kursiyek vala dît rûniştim. Bi taybetî min xwest ez jinên Ereb guhdar bikim. Lewre bi Erebiya min a ku ji çend hevokan derbas nake û bi Kurdiya kêm a jinên ku min bi wan re danûstandinê kir em ketin nav nîqaşan û her çiqas ziman di hinek aliyan de bûbe pirsgirêk jî me hev fêm kir. Zehra Şêxo jineke Ereb e li gundê Tetewil ê Hesekê dijî. Dema ku min jê pirsî hûn kongreyê çawa dibînin kelecana dijî li ser çavên wê diteyisî, ji min re got ku “Em bi Kongra Starê bihêz in.” Zehra Şêxo ya rewşa jinan a beriya Şoreşa Jinan û piştî wê muqayese kir, got; “A niha em dikarin bibêjin ku em hene û li vir in. Kombûna hezar jinan a li vê derê û bi yek dengê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berzkirina wan pênaseya vê yekê ku em weke hemu jinên ji pêkhateyên cuda bi hev re hene.”

Jina ciwan Lorîn Xelef a weke jinek Ereb beşdarî kongreyê bûbû, di Meclîsa Jinan a Sûriyeyê de cih digre jî li ser pirsa me ya der barê nêrînên wê yên li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got ku wê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd hebûn û nasnameya xwe bi dest xistiye. Lorîn Xelef hêza ku ji vê kongreyê girt jî anî ziman û got; “Tiştên ku Rêber Apo di perspektîfên xwe de tîne ziman rastiya civaka me ye ku divê di serî de weke jin em ji bo pêkanîna azadiya jinan têbikoşin.”

Di nav têkoşîna 10 salan de nirxên hevpar ên jinan

Ya rast tişta ku kongreyê da nîşandan ew bû ku di nav pêvajoya 10 salan a Şoreşa Jinan a li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand, ziman û netewên din jî hembêz kir, weke pêşengên şoreşê nirxên hevpar ên jinan da avakirin. Ji ber ku di nav deh salên borî de jin di hemu qadên şoreşê de, ji parastinê heyanî aborî, ji siyasetê heyanî rêxistinbûnê û heyanî êrişên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li eniyên herî pêş cihê xwe girtin. Jinên ku beriya şoreşê ji ber feraset û hişmediya serwer a pergala baviksalarî ji taxa xwe wêdetir nas nedikirin bi saya têkoşîna hevpar a jinan li malên xwe destpêkê qaliqên xwe şikandin, bi jiyanîkirina pergala Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiya vê kir yekîtiya ku heya niha tû hêz nedikarî pêk bîne, pêk anîn. Di bin yek dirûşmeyê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hev civiyan, daxwazên xwe, têkoşîna xwe, bi qasî êşên ku ji ber êriş û dagirkeriyê jiyan, kenên xwe yên li ser bingehê azadiyê jî bi hev re parve kirin.

Ya rast ji qada kongreyê hêz û kelecana jinan min vê yekê dît ku hezkirina jinan, bi dengekî bilind ji aliyê hemû pêkhateyên jinan ve berzkirina dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat berzkirin çavkaniya xwe ji vê yekê digre ku jin bi rastî jî di fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd de xwe û nasnameya xwe dibînin. Ango bi kurtasî riya têkoşîn û rizgariya jinê dibe ku di dîroka 5 hezar salan de yekem car bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi jiyanî dikin. Lewra ji xeynî pêkhateyên ku li kongreyê kombûbû, pêyamên ku ji Belucîstanê, Lûbanê, Rojhilat, Welatê Baskê, Rojavayê Sahrayê, Brîtanyayê, ji Afganistanê, ji Amerîka Latîn, ji Arjantînê hatibûn cihê hêzek pir mezin bû.

Di kongreyê de biryarên girîng hatin girtin

Di nîqaşên ku di kongreyê de hatin meşandin de der barê xurtkirin û bihêzkirina kar û xebatên Kongra Star de biryarên girîng hatin girtin. Yek ji biryarên girîng ên di kongreyê de hat girtin girêdayî Kongra Star avakirina Komîteya Rêbertî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komîteya Hevjiyana Azad bû. Dema ku avakirina Komîteya Rêbertî hat pêşniyarkirin jinan biryarê bi tîlîlî û çepikan pêşwazî kirin.

Heya kêliya dawiyê jî coşa jinan kêm nebû

Jinan ji danê siharê heya êvarê kelecana xwe ji kongreyê girtin bênavber dirûşm berz kirin. Di dawiya kongreyê de jinan bi tilîlî û bi dirûşmen govendê gerandin. Piştî dawîbûna kongreyê jinan bi baldarbûna ewlehiyê xatir ji hev xwestin û ji bo jiyanîkirina biryarên kongreyê ya ji bo me hemûyan kelecanek mezin ava kir, suwarî seyareyên xwe bûn û berê xwe dan heremên ku jê hatine.

Bi giştî roja lidarxistina kongreyê, ruxmê van hemu şertên ku rojane dewleta Tirk bi balafiran êrişî heremê dike, sekn û biryardariya jinan ji bo min jî bû çavkaniya hêz û moralê. Li wê derê carek din min dît ku em jin bi hev re hene, bi hev re bi hêz in û wêrekiya jinan hêzê dide avakirin. Jin dema suwarî seyareyên xwe bûn ji me re jî coş û kelecana têkoşîna azadiyê hiştin.