‘Divê jin xwe birêxistin bikin’

Endama Akademiya Jineolojiyê Sara Botan a ku têkildarî Fermana 74’an û têkoşîna jinên Êzidî axivî, bal kişand li ser girîngiya parastina jinan û got ku divê jin xwe birexistin bikin.

HÊLÎN EHMED 

Silêmanî – Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin û ev êrîş wek fermana 74’an hate pênase kirin. Di vê êrîşê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Piştî berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG), Şervanên YJA-Star, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) û bi hevkariya YPG’ê û YPJ’ê, Şengal di 13’ê Mijdara 2015’an de ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Di sala 2014’an de beşek jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin bi pere hatin rizgarkirin, beşek jî piştî şikandina DAIŞ’ê di sala 2017’an de li Musil û Reqayê vegeriyan nava malbat û kes û karên xwe. Lê belê heta niha jî aqûbeta bi sedan jinên Êzidî ne diyare. Hejmare ew kesên di êrîşa DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatin revandin 6 hezar û 417 kes bû, ji vê hejmarê 3 hezar û 48 jin û 2 hezar û 869 jî mêr bûn. 120 jê jin, 339 jê mêr, hezar 66 zarokên keç 957 jê zarokên kur bi giştî hezar û 670 kes hatin rizgarkirin. Her wiha di êrîşên DAIŞ’ê de nêzî 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.

‘Jin xwe li ser fikra Rêber Apo birêxistin dikin’

Endama Akademiya Jineolojî Sara Botan têkildarî Fermanê û têkoşîna jinên Êzidî axivî. Sara Botan wiha got: “11 sal beriya niha jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî destdirêjiyê hatin û di bazaran de hatin firotin. Li ber çavê tevahî cîhanê hemwelatî bi taybet jinên Êzidî rastî jenosîdê hatin. Lê belê dewlet û mafê mirovan ji bo parastina mirovatiyê tiştek nekir. Dewletên din bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê armanca wan ew bû ku Kurdan tune bikin û herêmê vale bikin. Ew jenosîda hatî serê gelê Êzidî li tevahî cîhanê deng veda.”

‘Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin li dijî qirkirin û êrîşan li ber xwe dan’

Sara Botan, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn jin xwe li ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêxistin dikin û got: “Piştî 11 salan niha dayîk û jin li bazaran tên firotin û dibin mijara bazarê. Em jinên Êzidî di gelek astengiyan de dijîn. Tu caran biranînên qirkirin û bûna mijara ticaretê, em vê yekê ji bîr nakin. Li ber çavê me malbatên me tune kirin, gelek jina ji malbatên xwe qûtkirin û birin. Tu kes jinên Êzidî nedîtin û alîkariya wan nekir. Lê belê em jin me karî xwe li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe rêxistin bikin. Tenê Rêbertî alîkarî kir ku em bi hêztir xwe ava bikin. Ew îrade bû sedem ku em xwe bi fikrê Rêber Apo birêxistin bikin. Em jin piştî sala 2014’an bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî qirkirin û êrîşan li ber xwe da. Piştî vî jenosîdê, em wek jin bi avakirina hêza YJŞ’ê me xwe birêxistin kir. Em jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe diparêzin û birêxistin dikin.”

Sara Botan, da zanîn ku piştî 11 salan heta niha jinên Êzidî ji destê DAIŞ tên rizgarkirin û li Rojavayê Kurdistanê YPG, YPJ û QSD’ê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî di nava hewldanan de ne û wiha axivî: “YPG, YPJ û QSD’ê berdewam ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê hewldanên mezin didin. Lê belê hinek jin dema vedigerin ji aliyê malbatan ve nayên qebûlkirin, wan dibin kampan. Tevî destirêjî û travmaya derûnî yên ji aliyê çeteyan ve jiyan kirine, cardin şandina kampan wan bi awayek derûnî têk dibe. Li cihê ku jinan li kampan bicih bikin, divê wan bi civakê bidin qezenckirin û ji bo bi awayek ruhî bigihîn aramiyê xebat bên meşandin. Divê ew jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne, xwe bi fikrê Rêber Apo birêxistin bikin. Divê her kesek Êzidî bi taybet jin li ser fikrê Rêber Apo xwe rêxistin bike ku bikarin li pêşberî dagirkeriyê bisekinin.” 

‘Divê tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinên Kurd xwe birêxistin bikin’

Sara Botan, bi van gotinan dawî li axaftina anî: “Ev zêdetirî 10 sal in em jin li ser fikrê Rêber Apo xwe rêxistin dikin. Fikrê Rêber Apo fikrek cîhanî ye. Em jî xwe li ser fikrê cîhanî, li dijî zilm û zordariya li ser jinan birêxistin dikin. Divê tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinên Kurd ji bo rûbirûbûna dagirkerî, jenosîde û destdirêjiyê xwe birêxistin bikin. Divê ev fikir, li tevahî cîhanê dijî aqlê jenosîdkirina jinan û bazirganîkirinê belav bibe. Herçend fikrê Rêber Apo bênasin, zêdetir jin dikarin parastina xwe bikin.”