Hedefgirtina sembolên jinan, hedefgirtina têkoşîna azadiyê ye
Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên li dijî ji sembolên porên hûnandî bigre heta wêneyên şehîdên jin, cihê jinan a di bîra civakî de û destkeftiyên wan hedef digre.
AVRÎN NAVDAR
Navenda Nûçeyan- Şoreşa Rojava, ji bo jinan ne tenê guhertineke demkî, di ji nû ve pênasekirina rol û pozîsyona wan a di nava civakê de, xaleke werçerxanê bû. Bi têkoşîna li dijî astengiyên siyasî û civakî yên ku demeke dirêj rol û hebûna wan a di jiyana giştî de sînordar kiribûn, jinan rêyek ji marjînalîzekirinê ber bi beşdariya çalak a di siyaset, rêveberî û parastina civaka xwe de vekirin. Ev guhertin ne tenê bi dirûşmeyan, bi têkoşîn û fedakariyên jinan pêk hat ku di pêvajoya bidestxistina mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa civak û paşeroja xwe de, li ber zehmetiyên mezin sekinîn û berdêlên giran dan.
Di nava vê tecrûbeyê de, sembolên pir bi wate yên jinan derketin holê. Êdî porê hûnandî ne tenê mijareke xuyabûna fîzîkî bû, wêneyê şehîdeke jin jî ne tenê wêneyekî asayî yê li ser dîwarê daliqandî bû. Her du jî bûn şahidên serdemeke ku tê de jinan hebûna xwe di hişmendiya civakî ya kolektîf de ji nû ve pênase kirin. Gava ku ev sembolan, çîrokên têkoşîn û fedakariyê di xwe de dihewînin, ne tenê parçeyekî dîrokê bûn, jinên ku tevkarî ji nivîsandina dîrokê re kirine jî bi bîr tîne. Lewma hebûna van sembolan a di qada giştî de, ji bîranîna boriyê tiştekî wêdetir, nîşan dide ku destkeftiyên jinan parçeyeke bingehîn a bîra civakî, siyasî û leşkerî ya herêmê ne.
Lêpirsînkirina paşxaneya îdeolojîk
Lê belê di bûyerên rojên dawî li Hesekê de tên jiyîn, careke din êrîşên li dijî sembolên têkildarî têkoşîna jinan anîn rojevê. Ji hilweşandina peykerê Zenûbyayê ya li Reqayê ya ji aliyê komên girêdayî cîhadîst Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve bigre heta êrîşên li ser wêneyekî porê hûnandî ya li Hesekê û wêneyên şehîdên jin, sembolên têkildarî ezmûn û têkoşîna jinan gelek caran bûne hedef. Êrîşên mijara gotinê, behsa bikaranîna dirûşme û sembolên DAIŞ’ê ya di van êrîşan de dikin, lêpirsîna paşxaneya îdeolojîk a li pişt van bûyeran ferz dike. Di vê çarçoveyê de gelek girîng e ku mirov hevahengiya di navbera gotarên tundrew ên li dijî mafên jinan û feraseta mêrsalar a rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de analîz bike.
Wêneyên ku li ser medyaya dîjîtal belav dibin û êrîşên li dijî îradeya jinan
Êrîşên li ser wêneyên şehîdên jin ku di saetên dawî de li ser medyaya dîjîtal belav bûne, careke din hovîtiya îdeolojiyeke ku mirovbûn û mafê azadiyê yê jinan red dike û heta beden û sembolên wan jî vediguherîne qadên şer, eşkere dikin. Berhema vê feraseta dijminê jin û mirovahiyê ye, ne tenê bi bûyerên takekesî re sînordar dimîne, wekî amûreke zordestî û serdestiya pergalekî hatiye bikaranîn da ku îradeya jinan bişkîne û hesta wan a ewlehî û girêdanê têk bibe. Lewma têkoşîna li dijî vê îdeolojiyê divê ji şermezarkirina sûcên wêdetir biçe û pêwîstî bi têgihiştina vê ferasetê ku van êrîşan rewa dike û ji bo wan hincetan tîne ziman heye. Di naveroka mijarê de, tundiya li dijî jinan ji êrîşên rasterast ên li ser beden û azadiya jinê bigre heta hewldanên ji bo lawazkirina nasname, statuya civakî û sembolên wê bi awayên cûrbecûr derdikeve pêş.
Têkoşîn û ezmûna jinên li Rojava, nîşan dide ku tundiya li dijî jinek an jî êrîşek li ser sembolên bi wê ve girêdayî, di bingeha xwe de azadî, beşdariya civakî û mafê diyarkirina çarenûsê ya hemû jinan hedef digre. Di encamê de hevgirtina jinan ji hemhestî wêdetir diçe û vediguhere têkoşînek kolektîf a li dijî dûrxistinê û ji nû ve avakirina hegemonyaya serdest a mêran. Têkoşîna jinan a li dijî li herêmê ji nû ve hêzbûna DAIŞ’ê û ji nû ve serwerbûna feraseta mêr a serwer, vê hevgirtinê hêj girîngtir dike. Dema ku jin di parastin û têkoşînê de dibin yek, hewldan û destkeftiyên wan bingeha îradeyek kolektîf ku red dike ji mafên bi zehmetî hatine bidestxistin paşve gav bavêje, pêktîne.
Pêkhateyek girîng a vê hevgirtinê ew e ku hesabdayîn, ji bo sûcdarên van êrîşan were dayîn. Bêyî hesabdayînê, êrîşên ku sembolên bi jinan re girêdayî ne hedef digrin, dikare veguhere xetereya normalîzebûnê û sepanek dubare. Parastina van sembolên ku bi têkoşîna jinan re avabûne, ne tenê tê wateya hembêzkirina rabirdûyê û bîranînek hevpar, di heman demê de tê wateya parastina destkeftiyên ku bi têkoşîna azadî û wekheviyê hatine bidestxistin jî.