‘Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo me xeta sor e’

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl komploya 9’ê Cotmehê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser hebûna gelê Kurd pêk hat nirxand û got: “Rêber Apo ji bo me riya rast a tekoşîn û xwebûnê ye.”

Şengal – 9’ê Cotmehê, 28'emîn salvegera destpêka komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îro li çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat ji bo nîşandana nerazîbûnên xwe gel li qadan e, dengê xwe bilind dike.

9’ê Cotmeha 1998’an de bi komploya ku bi pêşengiya Emerîka, îsraîl û Îngîlistanê hat destpê kir armanc  ew bû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê rakin. Dema ev bi ser neket vê carê pêvajoya ku heta 15’ê Sibata 1999’an domiya destpê kir û bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan bi encam bû.

Hêzên komploger dixwestin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Tevgera Azadiyê tune bikin û pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêlin. Wekî tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dem di nava lêgerînê de bû da ku bikaribe têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna siyasî ve bibe. Ji ber vê yekê jî xwest berê xwe bide Ewropayê. Hêzên komploger xwestin pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêlin ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn kûrtir bikin.

Yek ji civaka ku herî zêde xwedî li fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve civaka Êzidî ye. Ji ber ku civaka Êzidî Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe weke rizgarker dibîne. Bi boneya 9’ê Cotmehê hest û ramanên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ser ziman. Ew jî xilasî û azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl nêrînên xwe yên ji bo vê mijarê anî ziman.

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Ev komployeke navnetewî bû, heta roja me ya îro jî ev komplo hem li ser gel hem jî li ser Rêbertî bi rê û rêbazên cuda tê meşandin.”

‘Bi peymana 9’ê Cotmehê xwestin di şexsê Rêbertî de berxwedana Êzidiyan bişkînin’

Xoxê Dexîl anî ziman ku ji pêvajoya 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an, 28 sal in Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye lê bi saya têkoşîna bêhempa ya gel û Rêbertî heta niha ev komplo bi temamî bi ser neketiye û wisa berdewam kir: “Di 9’ê Cotmehê de gelek bûyerên bi êş hatin serê me. 9’ê Cotmeha 2019’an êrişî Serêkaniyê kirin, peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de li dijî Êzidiyan hat îmzekirin. Di şexsê Rêbertî de êrişî gelan dikin.”

Xoxê Dexîl bal kişand ser dîroka 9’ê Cotmehê û got: “Dema peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê hat pêkanîn xwestin di şexsê Rêbertî de berxwedan û têkoşîna civaka Êzidî bişkînin, bê îrade bikin û bêmaf bihêlin. Lê belê bi saya têkoşîn û berxwedana jin û ciwanên Êzidî hewldanên wan bi ser neketin.”

‘Rêber Apo ji bo civaka me ya Êzidî riya rast a têkoşîn û xwebûnê ye’

Xoxê Dexîl da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî weke rêber e û got: “Em wek civaka Êzidî Rêber Apo ji bo xwe rêber dibînin. Ji bo me riya rast a têkoşîn û xwebûnê ye. Çawa wek civaka Êzidî hebûn, nasname û Êzidayetiya me xeta sor e, fikrên Rêbertî jî ji bo me xeta sor in. Ji bo wê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neye wê têkoşîna me berdewam bike.”

‘Bi saya Rêbertî civaka Êzidî di warê siyasî rêxistinî û leşkerî de parastina xwe dike’

Ji bo parastina destkeftiyên civaka Êzidî ku bi têkoşîn û berxwedaneke mezin bi dest xistine Xoxê Dexîl got: “Rêbertî dibêje divê civaka Êzidî xwe bi xwe birêve bibe, parastina xwe bike. Ji ber ku di sala 2014’an de ev destkeftî tunebûn civaka Êzidî rastî komkujiyan hat. Îro bi saya Rêbertî civaka Êzidî di warê siyasî, rêxistinî û leşkerî de parastina xwe dike.”

Xoxê Dexîl di dawiya gotinên xwe de qala girîngiya çiyayên Şengalê kir û wiha bi dawî kir: “Çiyayên me hêlîna civaka me ya Êzidî ne. Li hemberî hemû fermanan civaka Êzidî xwe li çiyayan parast, berxwedan raber kir û heta îro hebûna xwe wisa berdewam kiriye. Em rê nadin tu kes û hêz dest bavêjin hêlîna hebûna civaka Êzidî. Ji bo civaka Êzidî çiyayê Şengalê xeta sor e.”