Foruma Şoreşa Jinê bi nîqaşan didome

Jinên beşdarvanên Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nîqaşên zindî ji bo avakirina perspektîfên pêşerojê berdewam dike. Jin di vê panêla dawiyê de tecrube û rêxistina xwe bi hev re parve dikin.

Qamişlo- Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya niha tê lidarxistin bi nîqaşên zindî ji bo avakirina perspektîfên pêşerojê didome. Di vê panela dawî de jin tecrubeyên xwe bi hev re parve dikin da ku bigihîjin berspektîfên giştî sûd bigihîje tevahî jinan. Her wiha ji bo zêdetir jinên derve bi rêxistin bikin û xwedîderketina li nirxên şoreşê û azadiya jinan li pêşberî hev tecrûbeyên xwe tînin ziman.

 Nîqaşa zindî di navbera jinan de ji bo avakirina perspektîfên pêşerojê

Endama Kongra Star Rûken Ehmed nêrîna xwe di vê mijarê de wiha anî ziman: “Me xwest em daxwazên jinên Rojhilata Navîn bigirin û ezmûnên jinan bi hev re parve bikin. Girîngiya vê kombûna me ew e ku hemû jin li ser asta Sûriyeyê xweşikbûna şoreşa me diyar dikin. Em dixwazin asta têkoşîna jinan di tevahî Sûriyeyê de bidin xuyakirin ji ber doza me jinan cîhanî ye. Em dikarin bibêjin ku di vê şoreşê de hemû jinan bi zelalî fikrên xwe anîn ziman ji bo wê pêwîst e hemû erk û perpirsyariyên me hevpar bin.

“Min berê azadî şaş fêm kiribû lê şoreşa jinan asoyên min ên azadiyê berfireh kir”

Hiqûqnas namet Bedir di nîqaşa zindî de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Her çiqas ziman netew û olên me cuda bin jî em xwediyên dozê ne. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikaribu van hemû rengan hembêz bike ev bi xwe şoreş e. Misogeriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê rola jinan tê de sereke bû û bi xwe re jî sîstema xweseriya demokratîk ava kir û jin pêşengên wê bûn. Min berê azadî şaş fêm kiribû lê şoreşa jinan asoyên min ên azadiyê berfireh kir. Dagirkeriya Tirkiyeyê dixwaze destkeftiyên jinan pûç bike ev yek ji xeteriyên ku şoreşa jinan pê re rû bi rû dimînin. Qanûnên ji bo jinan hatine pêşxistin şoreşa me ya herî mezin e, pêwîst e em xebatê bikin da em nasnameyeke cîhanî ji van qanûnan bi dest bixin.

Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyfa Hesen nêrîna xwe wiha di mijara panelê de parve kir: “Gelek hişmendiyên şaş di nav civaka me de derdikevin pêş armanca wan jî reşkirina jinan e. Pêwîst e em jin bi fikrekî baş vê jiyanê fêm bikin. Dema em dibêjin hişmendiya civakê xurtkirin divê em bizanibin ku gelek fikir li ser rûyê erdê hene dixwazin bandorê li ser civaka me bikin û pêwîst e em van hemû fikran parçe bikin û fikrên azadiya xwe esas bigrin. Şoreşa jinan azadiya me jinan tacîdar dike.