Evîn Cuma: Lawaziya zagonan li Sûriyeyê bûye sedema zêdebûna kuştina jinan
Çalakvana Mafên Mirovan Evîn Cuma diyar kir ku li Sûriyeyê kuştina jinan zêde dibe, destnîşan kir ku lawaziya zagonan û bêbandoriya saziyên berpirsyar rê li ber berdewamiya van binpêkirinan vedike.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Ji destpêka sala 2026’an ve, li Sûriyeyê kuştina jinan bedewam dike û her wiha hejmarên ku tên tomarkirin, pirsên cidî der barê mafê jiyanî, parastina jinan û berpirsiyariya aliyên têkildar derdixe holê. Li hemberî vê yekê, pêwîstiya belgekirina bûyeran, eşkerekirina rastiya hejmaran û misogerkirina dadmendiyê ji bo jinên ku bûne hedef û malbatên wan her diçe girîngtir dibe.
Çalakvana mafên mirovan Evîn Cuma der barê sedemên zêdebûna kuştina jinan di sala 2026’an de ji ajansa me re axivî.
Evîn Cuma diyar kir ku li Sûriyeyê, bûyerên kuştina jinan zêde bûne, mafên wan di gelek qadên jiyanê de tên sînordarkirin û wiha got: “Di sala 2026’an de, li gorî şopandina me, bûyerên kuştina jinan li Sûriyeyê zêde bûn. Tundî û tecawiz li dijî jinan ji salên borî zêdetir bûne. Her wiha gelek jin jî birîndar bûne. Nêzikatiyên pir hişk li ser jinan tên ferzkirin, heta li hinek zanîngehên Sûriyeyê jî derfet nayê dayîn ku jin bixwînin ango hinek derfet tenê ji bo mêran tên hene.”
Saziyên civaka sivîl jî li hemberî bûyerên kuştina jinan pir lawaz tevdigerin
Evîn Cuma bal kişand ser sedemên kuştina jinan li Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Sedem pir in, wekî pirsgirêkên madî, bandora madeyên hişbir û kuştinên di bin navê şeref û namûsê de. Gelek caran, ji ber ku jin di qadên kar de nayên qebûlkirin, rastî tundiyê tên, heta ku ev tundî digihêje asta ku jin jiyana xwe ji dest didin. Di heman demê de, hejmareke jinan ji aliyê hikûmetê ve jî hatine kuştin. Jinên ku ji aliyê hevjînên xwe ve tên kuştin, di bin navê şeref û namûsê de, ev kiryar di civakê de wekî tiştekî serbilindiyê tê dîtin. Her wiha saziyên civaka sivîl jî li hemberî van bûyeran pir lawaz tevdigerin.”
Hinek bûyer bê encam mane
Evîn Cuma da zanîn ku lawaziya zagonan û rawestandina karê dadgehan kuştina jinan zêde dike û wiha pê de çû: “Zagonên ku cezayê kesên jinan dikujin diyar dikin pir kêm in. Her wiha li gelek deveran karê dadgehan hatiye rawestandin. Hinek bûyer jî bê encam mane û nayê zanîn ka kesên berpirsyar hatine cezakirin an na. Ev yek jî dibe sedem ku bûyerên kuştina jinan zêde bibin, ji ber ku zagon nayên pêkanîn. Her dem tê diyarkirin ku mêr ew malbatê birêve dibe, tundiyê pêk bîne ji mafê wî tê dîtin. Pêwîst e cezayên cidî ji bo kujerên jinan werin dayîn. ”
Em wekî çalakvanên mafên mirovan divê bêdeng nemînin
Evîn Cuma bal kişand ser tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê destkeftî û girîngiya têkoşîna jinan de û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Tecrubeya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê serkeftî bû, ji ber ku jin di her warî de dikaribûn rola xwe îsbat bikin û gelek derfet ji wan re hatin dayîn. Helbet, ev yek encama têkoşîna wan e. Em weke çalakvanên mafên mirovan divê bêdeng nemînin û her bûyereke ku diqewime eşkere bikin. Pêwîst e şerm di veşartinê de be, eşkerekirina bûyeran serbilindî ye. Her wiha divê malbat jî ji hişmendiya tirsa civakê xilas bibin û êdî tundî li dijî jinan wekî tiştekî asayî neyê dîtin.”