Encamên teqez ên hilbijartina serokkomariyê eşkere bûn

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên teqez ên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê eşkere kir.

Navenda Nûçeyan - Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku ji bo werin weşandin, encamên teqez ên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji Rojnameya Fermî re şandiye.

Ahmet Yener, diyar kir ku di tûra duyemîn de li welat 52 milyon hilbijêran dengê xwe dane û rêjeya tevlibûnê ji sedî 85,72 ye. Ahmet Yener destnîşan kir ku Erdogan bi 27 milyon û 834 hezar û 589 dengan re serokomar hatiye hilbijartin û diyar kir ku Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18’ê dengan û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47,82’yê dengan wergirtiye.