“Divê ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were qedexekirin”
Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhailtê Sûriyeyê Jiyan Hisên der barê êrîşên dewleta tirk û gefên wê yên dawî axivî.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Di van demên dawî de, dewleta tirk careke din projeyeke xwe ya dagirkirinê ragihand û gef xwar ku dê dest bi operasyonek nû bike li ser Rojavayê Kurdistanê û di encamê de Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev ne cara yekê ye dest bi operasyonan dike û axa Sûriyeyê dagir dike. Mînak; Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Cerablûs û Ezaz hatine dagirkirin. Têkildarî vê mijarê, gelek partiyên siyasî, tevgerên jinan, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan û gelek aliyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digrin bi riya daxuyaniyên çapemeniyê ev yek şermezar kirin û daxwaza ferzkirina qedexekirina hewayî li ser asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin da ku li pêşiya êrîşên dewleta tirk ên hewayî were girtin. Têkildarî vê yekê, Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên ji ajansa me re axivî.
“Êrîşên dijwar li ser gelê me de tên kirin”
Jiyan Hisên got ku êrîşên dijwar li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin ku dewleta tirk dixwaze herêmên wan dagir bike û wiha dest bi axaftinê kir: “Weke ku tê zanîn ev du meh in dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê rojane bi her awayî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ev demeke dirêj e êrîşên dijwar li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û daxwaz jî ew e ku herêmeke din dagir bike û ewlehiya herêman têk bibe. Bêguman hişyariya gel jî li hemberî van êrîş û gefan heye lê belê helwesta hikumeta Şamê û dewletên navneteweyî heta roja îro ne xuya ye û bêdengiyek heye. Rojane bûyerên hovane û biêş ji herêmên dagirkirî tên ragihandin û bihîstin lê mixabin bêdengî û paşguhkirinek heye, bi taybetî saziyên navdewletî yên ku li Rojavayê Kudistanê cihê xwe digrin ku qaşo bicihkirina wan li ser esasê parastina mafên mirovan e di vî şerê dijwar de, bêdengiya van saziyan tê wateya alîkariya bi dewleta tirk re di van kiryaran de.”
“Pêwîst e amadekariyên em hebin û em xwe li gorî şer perwerde bikin”
Jiyan hisên got ku pêwîst e amadekariyên gel hebin û xwe li gorî rewşa şer perwerde bikin û wiha domand: “Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir, pêwsît e em jî wekî gel hişyar bin û ji bo her gav û şerekî re em amade bin. Me şerên wiha gelek caran dît, di dema dagirkirina Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê de lewre pêwîst e em berpirsyariyê rakin da ku em tiştekî wiha careke din nejîn. Li ser vî esasî divê her yek ji me amadekariyan bike û xwe li gorî şerê heyî perwerde bike çi perwerdekirina çekê û çi jî rêbazên xweparastinê, bi hemû cureyan. Her wiha gere em bi hêzên xwe yên leşkerî bawer bin, ji ber ku ger em xwe nespêrên hêza xwe dê tu hêzên din pişgiriya me nekin. Hêza me jî gelê me ye, em ê bi hev re û bi yekdestî parastina axa xwe bikin ji her çete û êrîşan.”
“Heta vê kêliyê helwestek cidî ji hukumeta Şamê û aliyên navdewletî nehatiye nîşandan”
Jiyan Hisên da zanîn ku heta roja îro hewesteke cidî ji hukumeta Şamê û aliyên navdewletî nehatiye xuyakirin û wiha pêde çû: “Rast e gelek hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çêbûn û bangewazî hatin kirin ji bo sekinandina pêşiya dagirkeriyê lê heta niha helwesteke cidî ji wê derneketiye ruxmî ku ev axa Sûriyeyê ye, ji bo aliyên navdewletî jî heman tişt e lewma em dizanin ku eger şerekî din were destpêkirin dê şerekî dijwar be û ne diyar e dê kî rastî jî li pişta me be. Ji ber vê yekê jî hevgirtina gel û xwedîderketina li nirxên şoreşa Rojava pêwîst e. Em hêvî dikin ku hikumeta Şamê, Rûsya û Emerîkayê berjewendiyên xwe yên kesane bidin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê sivîl ê Sûriyeyê tevbigerin û xwedî helwest bin.”
“Em daxwaza qedexekirina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin”
Jiyan Hisên bang li aliyên pêwendîdar kir ku ambargoya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deynin û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk rû bi rû nikare li hemberî hêzên me yên leşkerî bisekine ji bo vê yekê jî hêza xwe dispêre şerê teknîkî û welatiyên sivîl dike hedef. Di dema dawî de jî me dît çawa partiyên siyasî, tevgerên jinan, saziyên civaka sivîl û gelek aliyên din jî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin bi daxuyaniyên çapemeniyê û daxwaz kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were qedexekirin. Em jî ji aliyê xwe ve bang li hemû dewlet û aliyên pêwendîdar dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêzên din re qedexe bikin da ku pêşiya şerê dewleta tirk ê bi balafiran were girtin.”