Elîf Taşdogen: Bêyî ku li ATK’ê tetkîk were kirin, Aysel Tugluk derxistin ber heyetê

Ji parêzerên OHD'ê Elîf Taşdogen, diyar kir ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a nexweşa demansê, beyî tetkîk werin kirin derxistine ber heyetê, hişyarî da ku Aysel Tugluk di girtîgehê de xwe ewle hîs nake û nexweşiya wê pêş ve diçe.

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedara Kurd û parêzer Aysel Tugluk ya li girtîgeha Tîpa F a Hejmar Yek a Kandira ya Kocaeliyê tê girtin û bi nexweşiya demansê ketiye, hefteya borî li ser serlêdanên bi israr yên parêzeran ji bo taloqkirina înfazê pêvajo hat destpêkirin. Aysel Tugluk sewqî Saziya Tipa Edlî hat kirin û di 13’yê hezîranê de dermankirina wê di ser re hat kirin û dîsa şandin girtîgehê. Dema biryara ji bo Aysel Tugluk bê dayîn bi mereq dihat payîn, Midûrê Giştî ya Malên Tevkîf û Cezaya Yunus Alkaç îdia kir ku Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê beyî daxwazê pêvajo daye destpêkirin û Aysel şandine ATK’ê. Yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogen ku bi Aysel Tugluk re piştî vegera ji ATK’ê hevdîtin kir, agahiyên dawî bi Rozerîn Gultekîn û Safiye Alagaş a ji Jinnewsê re vegot.

“Destpêkirina pêvajoya ATK’ê encama têkoşînê pêşket”

Elîf Taşgoren anî ziman ku gotinên Midûrê Giştî yê Malên Tevkîf û Ceza Yunus Alkaç ku gotiye di 14’ê hezîranê de di hevdîtinê komîsyona li Meclîsê de beyî serlêdan Aysel sewqî ATK’ê hatiye kirin, rastiyê nîşan nade û wiha got: “Têkoşîn girîng û watedare. Bi vê wesîleyê hun didibin dengê girtî û bi taybet jî Aysel Tuglukê. Di vê pêvajoya ku hiqûq pêk nayê, nirxên etîk tê piştgûhkirin de, mirov bibin dengê girtiyan gelek bi nirxe. Bi biryarên îradeya xweser û pêwistiyên hiqûqî Aysel Tugluk sewqî ATK’ê nehat kirin. Aysel di encama têkoşîn û avabûna rayagiştî de  hatiye sewqkirin. Hêvîdarim rapora bê dayîn xîtabê wijdana civakê bike û li gorî nirxên hiqûqî biryarek bê dayîn.”

Derket heyetê

Elîf Taşdogen der barê hevdîtina bi Aysel Tugluk re kiriye jî axivî û diyar kir ku li girtîgehê jiyana Ayselê roj bi roj zehmet dibe. Elîf Taşdogen wiha axivî: “Ez roja pêncşemê çûm serdana Ayselê. Aysel ji bo rojekê birine û anîne. Prosedura normal ya em dizanin pêk anîne derxistine pêşberî heyetê. Yanî wisa rewşeke ekstrem nehatiye jiyîn. Aysel êdî di vegera ATK’ê de di koxuşa karantînayê de namîne. Niha ligel girtiyan dimîne.”

Tetkîk nehatin kirin

Elîf Taşgoren diyar kir ku Aysel Tugluk a ku ji bo rojekê birine ATK’ê û şûnde anîne, ji ber prosedura beyî tetkîk nehatine kirin û tenê derxistine ber heyetê û wiha axivî: “Derbasbûna raporên heyet bide ji bo demekê ne. Her cara diçe ATK’ê mixabin hemû tetkîk ji nûve nayên kirin. Tenê derdixin pêşberî heyetê û prosedura diyarkirî pêk tînin û ji nirxandina heyetê re dihêlin. Dema mirov li vê rweşa heyî dinêrin jî wêneyê pirsgirêkê tê xêzkirin. Li cihê ku mafê tenduristî mafê jiyana mirov mijara gotinê ye, ev nêzîkatiyên wisa hene. Di vir de jî mirov nêzîkatiya li hember girtî dibînin.”

“Xwe ewle hîs nake

Elîf Taşgoren diyar kir ku hevalên Ayselê yên girtî, parêzer û doktoran bi hev re der barê rewşa Ayselê de rapor amade kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê dane û wiha anî ziman: “Di encama çavdêriyan de hatiye dîtin ku rewşa Ayselê xerab dibe. Nexweşiya wê roj bi roj giran dibe. Fikarên Birêz Aysel zêde bûne. Her tim bi fikare û xwe ewle hîs nake. Kontrola hevsengiyê nikare pêk bîne û ev bi zelalî tê dîtin. Pir westandî  tê hevdîtinan. Ev jî nîşan dide ku nikare razê û ji ber dermanên giran wisa dibe. Jiyana Ayselê li girtîgehê pir zehmet bûye.”

“Em li benda biryareke hiqûqî û etîk in” 

Elîf Taşgoren dest nişan kir ku heta Aysel neyê berdan wê pêngavên hiqûqî bidomînin û diyar kir ku li gorî rapora ji ATK’ê bê dê gavê pêwîst biavêjin. Elîf Taşgoren bivan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê dermankirina Ayselê li gorî zanista tibî û hiqûqî di şertên mirovane de bên kirin. Em dipên ku biryarek li gorî hiqûq û etîkê bê dayîn. Hêviya me ev e ku biryareke dijberê vê neyê dayin. Di rewşa biryarek neyînî bê dayîn de wê têkoşîna me bidome.”